DEDAŞ’ê tevî leşkeran ceyrana gundiyan kontrol kir

  • rojane
  • 15:32 21 Tebax 2025
  • |
img
RIHA -Komên DEDAŞ’ê li navçeya Serêkaniyê di bin çavdêriya leşkeran de kontrola ceyranê kir. Welatiyên ku bertek nîşan dan, rastî gef û heqaretan hatin.
 
Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li gundê Ebû Ruman ê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tevî sedan leşkeran saetên ceyranê yên gundiyan kontrol kir. Gundiyan li dijî kontrola tevî leşkeran bertek nîşan dan. Gundiyê bi navê Mûsa Çaputkan hate derbkirin. Hate diyarkirin ku li gundên din ên navçeyê jî kiryarên bi heman rengî li dijî gundiyan hatine kirin.