Li Wanê xebatên mitîngê navçe bi navçe didomin

  • rojane
  • 12:02 21 Tebax 2025
  • |
img
WAN - Li Wanê ji bo amedekariya mitînga ku dê di roja yekşemê de bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê bi ser bikeve” bê lidarxistin, xebat didomin.
 
Li Wanê dê di roja yekşemê de bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê bi ser bikeve” mitîng were lidarxistin. Amadekariyên ji bo mitîngê berdewam in. Mitîng, dê li Wanê di 23’yê Tebaxê saet di 17.00'ê de li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin. Şandeyeke ku di nav de parlamenter û şaredar jî hebûn di danê sibehê de li Mezata Ajalan serdana cotkar û ajalvanan kir. Şandeyê di serdanê de qala girîngiya mitîngê kir û ji bo beşdarbûnê welatî vexwendin mitîngê. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar, qala girîngiya mitînga yekemîn a pêvajoyê kir û gel vexwend mitîngê. Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî wiha got: "Gelê Wanê dê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê û têkoşîna xwe ya azadiyê nîşan bide. Divê hemû gelê me wê rojê li wir amade bin û daxwaza aştiyê biqîrin.”
 
‘EM Ê LI WANÊ RÊZDAR OCALAN SILAV BIKIN’
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî ev tişt anî ziman: "Rêzdar Ocalan bangeke girîng kir. Gel xwedî li vê bangê derket. Em bi vê dirûşmê ve mitîngê li dar dixin. Gelê Wanê her tim pêşengiya azadî aştiyê kir dê vê carê jî bikin. Gelê Wanê dê vê mitîngê bi serbilindî li dar bixe û ji rêzdar Ocalan re silav bişîne.”
 
Li navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê, Qelqelî, Şax, Bêgirî, Ebex, Miksê yên Wanê belavok hatin belavkirin û civîn hatin lidarxistin.