Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye

  • rojane
  • 11:21 21 Tebax 2025
  • |
img

EDENE - Mehmet Şîrîn Bozçali yê ku piştî 33 salan hate tehliyekirin, li bajarê xwe Edeneyê bi coş hate pêşwazîkirin.

 
Mehmet Şîrîn Bozçali ku di 22’yê Tîrmeha 1992’yan hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ve bi îdiaya  “xirakirina yekitî û yekparetiyaya dewletê” cezayê muebedê lê hatibû birîn, piştî 33 salan ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate tehliyekirin. Bozçali, nexweşê Hepatît B'yê ye û ji ber ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekiribû, tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê 2 caran hatibû astengkirin.
 
Bozçali, piştî ku tehliye bû derbasî taxa Gulbahçe ya Seyhan a Edeneyê bû. Bozçali, li vir ji aliyê rêvebirên Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) ya Edeneyê, Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Edeneyê û malbata xwe ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin. 
 
Bozçali, spasiya kesên ku pêşwaziya wî kiribûn kir û qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bozçali, destnîşan kir ku bi rakirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ve demokratîkbûna welat pêkan e û ev tişt got: “Bi qasî nan û avê pêdiviya welat bi demokrasî û aştiyê heye.”