11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike

  • rojane
  • 10:51 21 Tebax 2025
  • |
AMED - Nîzamettîn Kabaîş ku nêzî saleke ji bo ronîkirina mirina keça xwe Rojîn Kabaîşê têdikoşe, wiha got: “Dewlet çima ronî nake, ma hêza wê tune ye? Hêza wê heye lê naxwaze ronî bike. Ji ber ku tiliya dewlet, zanîngeh û wargehê tê de heye. Dema em tiştekî ji dozgeriyê dipirsin tiştekî pir cuda dibêje û dikene.”  
 
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21), 11 meh berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de heta niha jî tu pêşketin çênebûne. Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargeha xwendekaran a lê dima derket û cenazeyê wê di 15’ê Cotmehê de li qeraxê gundê Molla Kasimê yê Wanê hate dîtin. Biryara nepeniyê ya têkildarî lêpirsînê hêj didome. Malbat û û parêzerên Baroya Wanê di nava van 11 mehan de herî kêm 5 caran bi dozgeriyê re hevdîtin kirin lêbelê heta niha jî ji bo derxistina rastiya madî tu gaveke şênber nehatiye avêtin. 
 
Bav Nîzamettîn Kabaîş, got bi ser mirina keça wî re 11 meh derbas bûne lê heta niha jî faîl nehatine girtin û bertek nîşan da. 
 
‘ÇI BER SERÊ KEÇA MIN HAT?’
 
Kabaîş, diyar kir ku di mirina keça wî de tiliya wargehê, zanîngehê û dewletê heye lewma faîl nehatine girtin. Kabaîş, anî ziman ku tevî êşa dikişîne jî ew ê têkoşîna xwe berdewam bike û got: “Tevî ewqas dem bi ser re derbas bûye lê hêj jî tiştekî nabêjin ka çi bi serê keça min hatiye. Kê kiriye, sedema wê çi ye, çima? Her çend em van pirsan bikin jî bersiva me nayê dayin. Çi bi serê keça min hat? Em diçin cem dozger lê agahiyekê bi me re parve nake. Wisa xuya dike ku an li zanîngehê an jî li wargehê bûye. Tiliya wan di vê meseleyê de heye lewma bêdeng in.” 
 
MÎNAKÊN DNA’YÊ YÊN HATINE TESPÎTKIRIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Kabaîş bi bîr xist ku di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya pêşkeşî dosyaya lêpirsînê hatiye kirin de mînakên DNA’yê yên du zilaman hatine dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wisa xuya dike ku van her du kesan kiriye. Du kesan destê xwe avêtine telefona Rojînê. Ji ber ku li ser telefona wê şopên tiliyên du kesan hene. Encam, her li ser du kesan dimîne. Heke ew DNA bên tespîtkirin dê tevahiya bûyerê bê ronîkirin û kujer bên dîtin. Wan her du kesan zirar dane. Qirika keça min reş û şîn bûye, tiliya wê şikandine. Dema min ev ji dozger re digot, ji min re got ‘ew reşûşînbûn ji ber mirinê ye.’ Lê ne ya mirinê ye.” 
 
‘HEWL DIDIN BÛYERÊ VEŞÊRIN’
 
Bi domdarî Kabaîş bal kişandin ser îdiaya “Rojîn Kabaîş di avê de xeniqî ye” û ev tişt anî ziman: “Dibêjin ku 18 rojan di avê de ma ye. Heke kesek 18 rojan di bin avê de bimîne wê demê ew birîn reş nabin, spî dibin. Wê demê qalik nagire. Aşkeraye ku li cihekî hatiye girtin, hatiye sekinandin û piştre anîne wê derê. Li ser cilên wê du davên spî hatin dîtin. Ev çi nîşan dide? Li cihekî hatiye ragirtin û veşartin. Lê nihêrtin dibe rojev, wê demê anîn avêtin golê. Berbiçav e ku ev tevek jî delîl in û wan her du kesan ev tişt kirine. Heke ev her du DNA bên tespîtkirin, dê bûyer jî ronî bibe. Lê ev hewl didin ser bûyerê bigirin û veşêrin. Qala van her du DNA’yan nayê kirin.” 
 
‘DEREWÊN WAN HEV NAGIRIN’
 
Di heman demê de Kabaîş behsa îdiaya “întîharê” kir û wiha got: “Ji min re delîlekî bînin, dîmenekê dema xwe diavêje behrê nîşanî min bidin, wê demê ez ê qebûl bikim. Ji bo keça min întîhar bike tu sedemek tune ye. Ma mirov zaroka xwe nas nake? Bi tu awayî întîhar tune ye. Aşkeraye ku mirovan zirar daye wê. 18 rojan di avê de li wê herêmê lê geriyan. Heke bihata dîtin dê me bigot ‘tiştekî asayî ye.’ Lê cihê av lê diherike berevajî vê derê ye. Li wir min pirs ji kê kiribe, ji min re gotin ‘mimkin nîne tiştekî wiha çêbibe ji ber ku cihê herka avê berevajî wê derê ye.’ Her wiha gotin ‘pêkan nîne ji zanîngehê heta vê derê hatibe.’ Her roj bi helîkopteran ser golê lê digeriyan. Bi dûrbînê lê dinihêrtin. Heke li ser avê bûya dê bihata dîtin. Di bin avê de lêgerîn dikirin. Wê demê gotin ku di bin avê de nîne. Lê niha dibêjin ‘di bin avê de bû, ji bin daran derket.’ Anku derewên wan hev nagirin.”
 
‘TEVEK JÎ BERPIRSYAR IN’
 
Bav Kabaîş, da zanîn ku baroyên Amed û Wanê pirsên “Kîjan rojê miriye? Çend rojan di avê de ma ye?” ji dozgeriyê kirine lê bersiva van pirsan nehatiye dayin. Kabaîş, got ku nebersivandina van pirsan cihê gumanê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em çiqas van pirsan bikin jî bersivê nadin. Diviyabû di rapora otopsiyê de bersiva van pirsan tevekan bihata dayin. Çi bûye, tevek dê li wir aşkera bûbûya lê negotin. Dibêjin ‘di avê de xeniqî ye.’ Madem di avê de xeniqî ye, wê demê hûn çima nabêjin ka çend rojan di avê de ma ye û kengî miriye. Tiştekî teqez tune ye, delîl tune ne. Dibêjin ‘Ji me bawer bikin’ lê baweriya min bi wan nayê. Dema tişta bi serê me hatiye dinihêrim, êş dikişînim. Dewletekî çawa li ser serê me heye ku bûyerê ronî nake, ma hêza wan tune ye? Hêza wê heye lê naxwaze ronî bike. Ji ber ku tiliya zanîngehê û wargehê û tiliya dewletê jî tê de heye. Dema ez û parêzer tiştekî ji dozgeriyê dipirsin, radibe tiştên pir cuda dibêje û dikene.” 
 
MA / Heval Onkol