Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin

  • rojane
  • 09:52 21 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Prof. Dr. Dogu Ergîl anî ziman ku ji bo pêvajo pêşve biçe divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û wiha got: “Tiştên bi çekê tên xwestin divê bi siyasetê bên pêşwazîkirin û ger wisa be careke din çek nakeve dewreyê.” 

 
Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' a ji 30 endamên PKK'ê pêk tê jî çekên xwe îmha kirin. Piştî van geşedanan li Meclisê Komîsyona Yekitiya Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê hate avakirin. Komîsyon bi guhdarkirina derdorên cuda xebatên xwe didomîne. Di berdewama pêvajoyê de gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di daxuyaniyên xwe yên dawî de bi 'destwerdana leşkerî' Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt.
 
Civaknas û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Dogu Ergîl geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
3 PEYWIRÊN KOMÎSYONÊ  
 
Ergîl bal kişand ser girîngiya nîqaşkirina mijarê û wiha got: "Li Tirkiyeyê bi qasî gelek sazî û tevgerên siyasî wê pirsgirêk çi ye, diyar bikin. Ev gelekî girîng e. Pirsgirêk nehatiye pênasekirin; ji ber ku nayê pênasekirin, navlêkirina nêzîkatî jî ne pêkan e. Gelo 'pêvajo ye?', 'çareserî?' Em nizanin. Ji ber ku ev hemû xwedî wateyên cuda ne. Ji ber vê yekê, pêşî wê pênaseyek derkeve holê. Eger ev pêk neyê, çareserî pêk nayê. Divê pêşî pênaseya pirsgirêkê bê kirin. Li ser vê pênaseyê wê çareserî werin pêşxistin û piştre lihevkirinek pêk were. Dibe ku lihevkirin pêk neyê, di vê rewşê de pêvajo dê cuda pêş bikeve. Lê eger lihevkirin pêk were, ev yek wê qanûn, sazî û avaniya rêveberiya Tirkiyeyê nîşan bide. Di rêveberiyên herêmî de wê guhertin çêbibin. Ji bo vê jî ev komîsyon xwedî sê peywiran e. Ya yekemîn ew e ku li ser pênaseyê lihevkirinek pêk were. Ya duyemîn jî pêşvebirina pêşniyarên çareseriyê yên li gorî wê pênaseyê ye. Ya sêyemîn ew e ku ev pêşniyar wê rê li ber guhertinên bi çi rengî yên îdarî, hiqûqî, siyasî û çandî veke, diyar bikin."
 
‘GER ASÊ BIMÎNIN PÊŞVE NAÇIN’  
 
Ergîl da zanîn ku guhdarkirina kesên di dema pevçûnê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane girîng e û wiha got: "Ti civaka ku nikaribe şîna xwe biqede nikare pêşerojekê ava bike. Aliyê Tirk wê bêje, 'Ez xwedî ewqas şehîd, gazî û birîndar im. Bêyî ku behsa mafên wan were kirin, çi çareserî dikare pêk were?' Aliyê Kurd wê bêje, 'ewqas zarokên min hatin kuştin, gund hatin şewitandin, ez ji cih û warên xwe bûm, neheqî li min hat kirin'. Eger em li ser van asê bimînin, em nikarin pêşerojekê ava bikin. Ji ber vê yekê her çareserî bi dawîkirina şînê dest pê dike. Dibe ku pêvajoyeke bi êş be, lê mînak ev li Afrîka Başûr hate kirin. Partiyan tecrubeyên xwe parve kirin û di dawiyê de Mandela herî mexdûr bû û piştî ku 30 salan di girtîgehê de ma bû serokkomar. Ji ber vê yekê guhdarîkirina li hev baş e, lê têrê nake. Eger em li ser vê asê bimînin, em nikarin bi pêş ve biçin."
 
'DIVÊ DAXWAZ BI RÊYA SIYASETÊ BÊN PÊŞWAZÎKIRIN'   
 
Ergîl diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê Tirkiye guhertinên qanûnî bike û wiha got: "Girêkên xwe dispêrin mutabaqata hev hene; divê ev bihên çareserkirin û divê em asê nemînin. Ji bo herikandina pêvajoyê esas e. Ev jî ancax bi derbaskirina pêşhikumên weke 'Binêrin çi bi me hat kirin, ev mîna wan kesan bûn, nabe ku bi wan bê kirin' pêkan e. Lê divê tu armanca xwe jî bizanibî. Mesele ne tenê danîna çekan e. Wê komê çima nêzî nîv sedsalê çek hilgirt û bi çekdarî şer kir? Ji bo ku dubarebûna wê asteng bike divê tu vê fêm bikî. Lazim e sedem ji holê bên rakirin. Ji bo careke din çek nekevin dewrê, hûn ê hewl bidin bi rêya siyasetê tişta bi çek xwestine bi dest bixin.”
 
GEFÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ  
 
Ergîl anî ziman ku hin fraksiyon li dijî pêvajoya çareseriyê ne û wiha got: "Niha li Sûriyeyê em bi nakokiyek cidî re rû bi rû ne. Dema ku li Hevkirinek li Tirkiyeyê pêk tê, eger hûn hewl bidin ku Kurd di çarçoveya Sûriyeyê de statuyeke taybet bi dest nexînin û li Sûriyeya ku nû hatiye avakirin bibin navendeke hêzê, hûn ê çawa bi karibin bi Kurdên Tirkiyeyê re tam li hev bikin? Tu wan di vê mijarê de çawa qanih dikî? Di vir de nakokiyek sosret heye."
 
Ergîl bilêv kir ku komên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin zerar dane pêvajoyê û wiha got: "Li wir jî têkoşîneke azadî û xweseriyê tê dayîn. Ji ber ku li Şamê koalîsyoneke terorîstên naskirî heye. Bi serjêkirin û firotina jinan hikûmetek hatiye avakirin. Nexasim Amerîka piştgiriya avakirina avadaniyeke siyasî ya unîter li derdora vê hikûmetê dike. Lê li wir avabûneke unîter nayê avakirin. Heta ku nakokiyên di navbera Elewî, Kurd, Durzî û Ereban de neyên çareserkirin û lihevkirin pêk neyê, avabûneke bi vî rengî dernakeve holê. Baş e wê çi derkeve holê, avabûneke siyasî ya ji yekîtiya wan derkeve holê. Lazim e kesek bêje, 'ya hûn dikin şaş e' naxwe wê pêvajoya li Tirkiyeyê sabote bibe."
 
'LIHEVKIRINA BI KURDAN RE PÊWÎST E'  
 
Ergîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tirkiye li şûna ku bi windakirina wan re kêm bibe, bi hevgirtina bi Kurdan re dikare kûrahiya stratejîk a tê xwestin li Rojhilata Navîn bi dest bixe. Nekariye vê yekê bi rêya Îslama Sûnî bi dest bixe; ne ji aliyê çandî, aborî û ne jî ji aliyê leşkerî ve. Divê pêşî bi Kurdan re bigihije lihevkirinekê. Nifûsa Kurdan a li welatên cîran, ku di bin bandora civaka Kurd a mezin a li Tirkiyeyê de bû, wê tevlî vê yekîtiya siyasî jî bibûna. Ez behsa yekbûna bi dewletê re nakim; formasyonên Kurd ên li wê derê jî wê di nava vê koalîsyonê de cih bigirta. Tirkiye heta roja îro her tim di nava tirsa 'zerar ji Kurdan bê û destketiyên wan veguhere tevgereke parçebûyî' de jiya ye û ev tirs her tim hatiye zêdekirin."
 
MA / Mehmet Aslan - Melîk Varol