AMED - Parêzer Mehmet Sonmez diyar kir ku ji ber nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandiye, rêveberiya girtîgehê li dijî muwekîla wî Hîbe Elhalîl El Muslumê lêpirsîn daye destpêkirin û dema ku ew birine nexweşxaneyê îşkence lê hatiye kirin. Sonmez her wiha got ku wan giliyê kesên têkildar kiriye.
Hîbe Elhalîl El Muslumê, jineke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku di 8'ê Kanûna 2022'yan de li Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û darizandina wê berdewam dike. Hîbe Elhalîl Elmuslum binpêkirinên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pê re rû bi rû maye bi rêya parêzerê xwe ragihand. Parêzerê wê Mehmet Sonmez diyar kir ku wan li dijî kesên ku binpêkirinên mafên mirovan li dijî muwekîla wê kirine giliyê sûc kiriye. Sonmez diyar kir ku nameya ku muwekîla wî hewl da di 18'ê Tîrmehê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişîne hatiye desteserkirin û bûye sedema lêpirsîna disiplînê. Her wiha Sonmez diyar kir ku dema ku Hîbe Elhalîl El Muslumê birine nexweşxaneyê îşkence lê hatiye kirin.
Sonmez, diyar kir ku sedema desteserkirina nameya muwekîla wê gotina "Dema ku ez ji vir derkevim, ez ê vegerim welatê xwe Rojavayê, li wir jiyaneke komunal ava bikim û hewl bidim ku bi hişmendiya ekolojîk bijîm" e. Sonmez anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ev daxuyanî wekî "talîmat" û girêdana "rêxistinî" şîrove kiriye û got: "Bikaranîna peyva 'Rojava' di nameyê de hat astengkirin û sansûrkirin, wekî talîmat û girêdana rêxistinî hat binavkirin. Her çend muwekîlê min der barê vê mijarê de daxwaznameyek ji rêveberiya girtîgehê re pêşkêş kir jî, name ne hat şandin û ne jî radestî wî hat kirin. Her çend di destpêka pêvajoyê de ji me re hat gotin, 'Heke hûn beşên ku me xêz kirine jê derxin em ê nameya we ji nû ve bişînin, em ê wê ji bo radestkirinê bi kargoyê bişînin.' Lê name qet ji muwekîl re nehat vegerandin. Paşê em hîn bûn ku name di bin çavdêriya dîsîplînê de ye. Der barê vê mijarê de serlêdanek me ya li benda nirxandinê li rêveberiya girtîgehê heye."
Sonmez, destnîşan kir ku muwekîlê wê ku di 14'ê Tebaxê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hatiye kirin, di rê de rastî îşkenceyê hatiye û got: "Dema ku muwekîla min ji cendirmeyên ku ew dibirin xwest ku kelepçeyên wî derxin, ji aliyê cendirmeyan ve rastî îşkenceya fizîkî û devkî hatiye û heqaret û îşkenceyê lê hatiye kirin. Piştre berî ku were muayenekirin bi zorê ew xistine wesayîtê û êriş demekê di hundirê wesayîtê de berdewam kiriye. Piştre ji bo muayeneyê dîsa ji wesayîtê hatiye derxistin û li ber deriyê nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve rastî îşkence, taciz û heqaretên din hatiye. Piştî destwerdana karmendên nexweşxaneyê û kesên ku bûyerê dîtine, êrişên li ser muwekîla min rawestiyane."
RAPORA DERBKIRINÊ NEDANE GIRTÎ
Sonmez, anî ziman ku ku tevî êrişê jî, destûr nehatiye dayîn ku muwekîlê wî li nexweşxaneyê raporê wergire.
Sonmez, bi lêv kir ku wan der barê bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kiriye û got: "Me daxwaz kir ku delîlên pêwîst, bi taybetî dîmenên kameraya nexweşxaneyê û rapora êrişê, werin berhevkirin û lêpirsîn der barê cendermeyan û hemû kesên ku tiliya wan di bûyerê de heye were kirin. Em ê bi israr lêpirsînê bişopînin."
Hîbe Elhalîl El Muslumê di gilînameya xwe ya ji bo Serdozgerê Komarê yê Amedê de behsa bûyerê kir û got ku li girtîgehê tu ewlehiya wan a jiyanî tune ye.
MA / Heval Onkol