ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 21 Tebax 2025
  • |
img

* DEDAŞ'ê, tevî ku deynê ceyranê yê ji dêya wan a mirî mayî dane jî, 2 jê zarok hemû endamên malbata Adle Ketbogayê, da ber îcrayê.

 
* Xwişka Gulistan Tara, Dîcle Erdem, diyar kir ku xwişka wê jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kiriye û got: "Peyrewên Gulistan Tara dê tu carî dev ji doza wê, têkoşîna wê û rastiyên ku wê parastiye bernedin. Hemû hevalên wê dê ala ku wê li pey xwe hiştiye bi awayekî baş bilind bikin."
 
* Parêzer Mehmet Sonmez diyar kir ku ji ber nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandiye, rêveberiya girtîgehê li dijî muwekîla wî Habîbe Elhalîl El Muslum lêpirsîn daye destpêkirin û dema ku ew birine nexweşxaneyê îşkence lê hatiye kirin. Sonmez her wiha got ku wan giliyê kesên têkildar kiriye.
 
* Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Sezin Ûçar li ser pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir got: "Wekî çepgir û sosyalîst, divê em di her şert û mercî de piştgiriyê bidin hemû maf û têkoşîna neteweya kurd û wan biparêzin."
 
* Wezareta Perwerdehiyê ku deriyên xwe ji bo semînerên "Ciwan û Pêşerojeke Ewle" yên ku ji hêla Midûriyeta Polîsan ve di çarçoveya çalakiyên propaganda û sîxuriyê de tên lidarxistin vekir, ragihand ku wê bi vê projeyê li Şirnexê xwe gihandiye 3 hezar û 977 xwendekaran.
 
* Li Wanê di nava 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê hatin kirin. Berdevka komeleyê Burcu Şeber diyar kir ku xwegihandina edaletê ya jinan tê astengkirin. 
 
* Prof. Dr. Dogu Ergîl, diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê di yasayan de sererastkirin bên kirin û got: “Divê tiştên bi çekê dixwestin hûn bi rêya siyasetê bidin. Wê demê dê çek êdî nekeve dewrê.” 
 
* Nîzamettîn Kabaîş ku nêzî saleke ji bo ronîkirina mirina keça xwe Rojîn Kabaîşê têdikoşe, wiha got: “Dewlet çima ronî nake, ma hêza wê tune ye? Hêza wê heye lê naxwaze ronî bike. Ji ber ku tiliya dewlet, zanîngeh û wargehê tê de heye. Dema em tiştekî ji dozgeriyê dipirsin tiştekî pir cuda dibêje û dikene.” 
 
* Dayikên Aştiyê, ji bo bilindkirina dengê aştiyê bang li her kesî kirin ku di roja şemiyê de tev li mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Wanê bibin. 
 
* Narîn Guran dê bi boneya sala yekemîn a mirina xwe, li ser gora wê ya li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê bê bibîranîn. (10.00)
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî civîna MYK’ê li navenda giştî daxuyaniyê bide. (13.00) ZINDÎ