Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn

  • rojane
  • 20:22 20 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dora bajaroka Atma ya bakurê Sûriyeyê teqînek rû da ku duh jî Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê lê li dar xistibû.
 
Li dora bajaroka Atma ya bakurê Sûriyeyê teqînek rû da. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih, teqîn li dora bajaroka Atma ya bakurê Idilbê pêk hatiye. Li gorî texmînên çavkaniyan, dibe artêşa tirk hin tonel teqandibin lewma teqîn çêbûye. Lê li gorî çavkaniyên din, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişeke hewayî li dar xistiye. Lê heta niha tu aliyeke fermî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê teqînê de daxuyanî nedaye.
 
Hêjayî gotinê ye ku duh li bajarokê Atmayê hêzên Koalîsyona Navneteweyî, êriş navenda şaneyeke DAIŞ'ê kiribûn.