Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike

  • rojane
  • 12:02 20 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 5’an de li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê guhdar bike. 

 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hate avakirin, dê civîna xwe ya 5’an bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş saet di 14.00’ê de li dar bixe. Di rûniştina ewil a civînê de li ser navê Dayikên Aştiyê Besna Tosun, Masîde Ocak Kişlakçi û Îkbal Yarici biaxivin. Piştre jî dê li ser navê Dayikên Aştiyê Nezahat Teke, Turkiye Bozkurt û Rebîa Kiran biaxivin. 
 
Di rûniştina duyemîn a civînê de dê li Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê Vetha Aydin Yuksel, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan û Piştevaniya bi Mazluman re (MAZLUMDER) Kaya Kartal biaxivin. Piştre jî dê li Serokê Weqfa Tahir Elçî Mahsum Bati û cîgirê weqfê Erkan Şenses biaxive. Herî dawî jî dê li Serokê Weqfa Maf û Azadiyên Mirovan û Alîkariya Mirovî Fehmî Bulent Yildirim û endamê Lijneya Rêveber a weqfê Vahdettîn Kaygan were guhdarîkirin. 
 
Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê dê saet di 12.00’ê de li Meclisê bin.