Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê

  • rojane
  • 15:41 5 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED – Li Amedê Komxebata “Zarok pêşeroja civaka azad in” li dar dikeve, beşdarên komxebatê bal kişandin ser zimanê dayikê.

Şaredariya Peyas a Amed, ji bo 2 rojan komxebata “Zarok pêşeroja civaka azad in” li dar dixe. Komxebata ku li avahiya şaredariyê li dar ket gelek kes beşdar bûn. 
 
‘BERPIRSIYARIYÊN ŞAREDARIYÊ”
 
Hevşaredara Peyasê Berîvan Sîncarê wiha axivî: “Gelê Kurd, li dijî polîtîkayên bişaftin, înkar û înkarê bi şûn de gav neavêtin. Di bin sîwana şaredariyê de zarokistan hatin vekirin. Ji bo pêşxistima Kurdî berpirsiyariyeke mezin dikeve para şaredariyan. Em ê ji bo Kurdî her tim bixebitin.”
 
Berdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Cemîle Tûrhallî ev tişt got: “Ji bo em karibin zimanê xwe veguhezînin nifşên pêşerojê çi ji me bê em ê bi cih bînin û xebatên xwe bêyî navber bidomînin.”
 
Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altan, destnîşan kir ku êrişên li dijî zimanê dayikê sûcê mirovahiyê ye û diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê rabin.