Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin

  • jin
  • 10:10 6 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê, di Hezîranê de 19 jin û zarokek hatin qetilkirin û 6 jin û 4 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
JINNEWS’ê, çeteleya tundiyê ya meha Hezîranê parve kir. Di çeteleyê de hate gotin ku di Hezîranê de 19 jin û zarokek hatin qetilkirin û 6 jin û 4 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî daneyan; 5 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 2 jin ji hêla xizmên xwe ve, jinek ji hêla kesê ji hev berdayîn, 2 jin ji hêla kesê nas dikir ve, 3 jin ji hêla faîlên nediyar ve, 2 jin ji hêla kurên xwe ve, jinek ji hêla zilamê hevberdabûn ve, 2 jin ji hêla kesên bi hev re bûn û jinek jî ji hêla zilamekî nas nedikir ve hate qetilkirin. 
 
Jinan yek jê li Semsûrê, 2 li Amedê, 4 li Edeneyê, 2 li Stenbolê, yek li Rihayê, yek li Şirnexê, 2 li Bursayê, yek li Îzmîrê, yek li Burdurê, yek li Sakaryayê, yek li Antalyayê, yek li Bîlecîkê û yek jî li Hatayê hate qetilkirin.