* Bi hilweşandina rejîma Esad re, Sûriye ketiye serdemeke nû ya alozî û nediyariyê. Pêvajoya demkî ya di bin serokatiya Colanî de ewlehiya gelan û hevsengiyên civakî dixe metirsiyê, di heman demê de pêngavên hêzên herêmî û hegemonîk ên di qada şer de di nava sala dawî de nediyariyê kûrtir dikin. (PANORAMA)
* Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, ji bo mitînga ku dê di 4’ê Çilde de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kir û got: “Divê azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin û mafê hêviyê bê sepandin.”
*Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.
* Çalakiya nobetê ya mexdûrên erdhejê li dijî Paketa Darazê ya 11'an li Parka Cemal Sureya ya Enqereyê daye destpêkirin didome.
* MEBYA-DER dê têkildarî mitînga "Hêvî û azadiyê" li avahiyên xwe daxuyaniyê bidin. (11.00)
* Komîsyona ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin dê bi rojevên cuda bicive. (11.00)
