AMED - Danişîna doza Cîhan Yildiz ku ji ber qetilkirina Mehmet Sîncar tê darizandin, careke din bi hinceta amadekirina mutalaayê hat taloqkirin.
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Danişîna 16’an a doza tetîkkêşê Hîzbullahê Cîhan Aydin ku ji ber qetilkirina Sîncar tê darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sancar û parêzerên wan Mehdî Ozdemîr, Yakup Guven û Mehmet Emîn Gokdemîr tev li danişînê bûn. Tetîkkêş Yildiz û parêzerê wî jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Rêveberên Şaxa Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û reveberên Navenda Giştî jî danişîn şopandin.
Parêzer Mehdî Ozdemîr di danişînê de got ku dozgeriyê di çarçoveya dosyayê de di 29’ê Adara 2021’ê de mutalaa nedaye û got: “Di doza qetilkirina wekîlê Mêrdînê de tenê tetîkkêşek tê darizandin. Û ew jî bi jinûvedarizandinê hate berdan. Pêvajoyeke ku hewl didin faîl biparêzin tê meşandin. Ji hêla me, malbat û gelê Kurd ve ev yek tê wateya ‘zirxê darazê.’ Divê were tespîtkirin ku jinûvedarizandin bêhiqûqî ye. Û di vê çarçoveyê de hewceye ev kes dîsa were girtin.” Parêzer Guven û Gokdemîr jî gotin tev li parastinê dibin û ji bo dosya bi demê re nehêle vehêlandin, divê ji bo amadekirina mutalaayê dem were diyarkirin.
Bersûc Yildiz jî daxwaza beraeta xwe kir.
Dadgehê careke din ji bo amadekirina mutalaayê xwest dosya ji dozgeriyê re bê şandin. Danişîn, taloqî 2’yê Hezîrana 2026’an hate kirin.
DAVA HAKKINDA
Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de ji bo lêkolînkirina qetilkirina endamên partiyê Habîp Kiliç û Hikmet Kiliç çû Êlihê. Sîncar, tevî Rêveberê Rêxistina DEP’a Êlihê Metîn Ozdemîr hate qetilkirin. Di 3’yê Mijdara 1996’an de li navçeya Susurlukê ya Balikesîrê qeza çêbû. Di rapora têkildarî qezayê de hate gotin ku Sîncar û Ozdemîr ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” û îtîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatiye qetilkirin. Lêbelê ne ji damezirînerên JÎTEM’ê Mahmût Yildirim hate dîtin ne jî kesên din hatin darizandin.
Di 17’ê Çileya 2000’ê de jî li navçeya Beykozê ya Stenbolê operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de serokê Hîzbullahê Huseyîn Velîoglû hate kuştin. Her wiha çekek hate dîtin û hat tespîtkirin ku di kuştina Sîncar de hatiye bikaranîn. Di operasyonên li dijî Hîzbullahê de hinek tetîkkêşên Hîzbullahê li xwe mikûr hatin ku di cînayetê de tetîkkêş Cîhan Yildiz û Ejder Arpa yên Hîzbullahî cih girtine. Li ser vê yekê ji bo Yildiz û Arpa biryara girtinê hate dayin. Di doza Yildiz de cezayê muebbeda girankirî hate dayin. DMME’yê jî ji bo DGM’an destnîşan kir ku endamên wê yên leşkerî hene û bi vê boneyê biryara “binpêkirina mafê darizandina adilane” da. Piştî vê biryarê, parêzerê Yildiz serî li AYM’ê da û serlêdana wî hate qebûlkirin. Di 2’yê Cotmeha 2019’an de jî Yildiz li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin û hate tehliyekirin. Doz, nêzî 6 sal in didome lê hêj jî mutalaa nehatiye pêşkeşkirin.
