AMED - Siyasetmedar û akademîsyena îtalî Nadia Urbinati, diyar kir ku ew bi hêviyeke mezin piştgiriyê dide daxwaza aştiyê ya Kurdan.
Piştgiriya navneteweyî ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, didome. Zanyara Siyasetê ya îtalî Nadia Urbinati têkildarî pêvajoyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyamek şand û piştgirî da pêvajoyê.
Peyama Nadia Urbinati wiha ye: “PKK’ê bi biryara xwe ya fesixkirinê re bi awayekî şênber nîşan da ku gelê Kurd dixwaze bi gelê Tirk re aştiyê bike û lihev were. Lewma bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim. Ji bo pêşketina di planeke aştiyê de ev yek, pêşeşertek e. Biryara PKK’ê biryareke yekalî ye, ji ber vê sedemê jî tenê sembolîk nîne. Her wiha nîşan da ku dixwaze şert û mercên aştiyê ava bike. Lewma gelek biqîmet e. Ev îşareta wê ye ku hewceye di pevçûnên din de jî daxwaza aştiyê bi aqil û pêşdîtinê were destekkirin. Di heman demê de, pêqayîlbûneke sereke ye ku rêya aştiyê û ya demokrasiyê hev temam dikin.”
NADIA URBINATI KÎ YE?
Nadia Urbinati, di sala 1961’ê de li Îtalyayê ji dayik bû. Zanyara siyasetê û akademîsyen e. Bi xebatên xwe yên têkildarî teoriya demokratîk, piranîparêzî, nûnertî, partiyên siyasî û şêweyê rêvebirina saziyên demokratîk tê naskirin. Li Zanîngeha Columbiayê wek profesora zanyara siyasetê xebitiye û têkildarî demokrasiya modern gelek pirtûk û gotarên wê hene.
