Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand

  • rojane
  • 13:10 7 Kanûn 2025
  • |
img

STENBOL - Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Unite The Unionê Simon Dubbins, diyar kir ku banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qonaxeke mezin e û got: “Ji bo pêşketineke rast a Tirkiye û Rojhilata Navîn, firsendekî nûwaza ye. Em ê banga xwe ya azadiyê bênavber bidomînin.” 

 
“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ku DEM Partî li dar dixe, di roja duyemîn de didome. Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Unite The Unionê Simon Dubbins, ji peyameke bidîmen ji konferansê re şand û konferans silav kir. 
 
Dubbins, di peyama xwe de got ku ew hevserokê kampanyaya Azadî Ji Abdullah Ocalan re ya Ingilistanê ye û ev tişt anî ziman: “Ez, silav û piştevaniya hemû sendîkayên girêdayî me yên li Qraltiyên Yekbûyî ji we re radigihînim. Ji ber ku ne li wir im, lêborîna xwe ji we dixwazim. Bi rastî jî xemgîn im; min gelek dixwest bi we re bim. Lê mixabin ji ber berpirsyartiyên xwe yên din, min ji bo vêcarê nekarî li wir bim. Hempîşeyên min, tevgera sendîkayî ya li Qraltiya Yekbûyî di mijara piştevaniya bi gelên bindest re xwedî rabûrdiyeke dirêj in. Ji sekreterên me yên giştî yê berê Jack Jones bi salan berê bi dilxwazî çûbû Spanyayê û tevî hêzên komarparêz, li dijî hêzên faşîst ên Franco şer kiribû. Di têkoşîna xwişk-birayên me yên Efrîqaya Başûr a li dijî rejîma Apartheidê de jî me mil da milê wan. Di pêvajoya aştiyê ya li Îrlandayê de jî tevgera me bi rolekî jiyanî rabû. Her wiha me piştgirî da pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê û herî dawî jî li dijî qirkirina li Xezeyê, me li dijî apartgheîda Îsraîlê mil da milê xelkê Filistînê. 
 
BANGA 27’Ê SIBATÊ FIRSENDEKÎ NÛWAZA AFIRAND
 
Ji ber vê yekê piştevaniya me ya bi gelê Kurd re û ya ji bo sekinandina xerabiyên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn, piştevaniya bi tevgerên siyasî yên aştî û edaleta civakî ya herêmê hedef digirin, mecbûriyetek e. Ji ber vê ye ku me di sala 2016’an de kampanyaya Azadî ji Ocalan re ava kir. Em dizanin ku tevgera we û ya me xwedî heman nirxan e. Aştî, demokrasî, mafên jinan, mafên karkeran, rêzgirtina li dijî hawîrdorê û gerstêrkê. Em dizanin ku tevî tevgera we rastî zextên gelek giran hat lê tevî vê jî bêyî biweste ber bi hedefa xwe ve meşiya. Bi sala ye em piştgiriyê didin banga azadiya birêz Ocalan. Ji ber ku em ji dîroka xwe dizanin; aştî, dema her du aliyan êdî qebûl kir zext û tundî bi kêr nayê, dema ji bo pirsgirêkan li çareseriyên mayinde geriyan dê were. Di nava deh salên dawî de yan jî di demekî dirêjtir de me têkildarî azadiya birêz Ocalan û têkildarî rewşa Tirkiye û herêmê gelek nîqaş û nêrîn pêşxistin. Di sendîkaya min, sendîkayên din û di konfederasyona me de me gelek pêşnûme qebûl kir. Me şandeyên piştevaniyê ava kir û piştgirî da. Ji bo bidawîkirina tecrîda dermirovî ya li ser wî, me zexta siyasî kir û hewl da kampanyaya navneteweyî mezin bikin. Di heman demê de ji bo guherînê çêbikin, me hewl da zexta herî giran bikin. Car bi car ev rewş, weke hêviyeke dûr yan jî xeyalekî nepêkan xuya kir. Lewma dema di destpêka salê de hewldaneke nû dest pê kirî, em mat bûn û heyirî man. Lê ji her tiştekî wêdetir, ji mat bûn û şaşmayînê wêdetir, ji ber bendewariya ku ev qonaxa nû bi xwe re aştî û lihevkirinê bîne herêmê, em gelek bi kelecan û bi hêvî bûn.  Li gorî nêrîna me, banga birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye, bû qonaxeke gelek mezin. Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşve biçin, firsendeke nûwaza afirand. 
 
EM GAVÊN OCALAN SILAV DIKIN
 
Her wiha em bûn şahidên gavên dîrokî yên weke kongreya pir taybet, îmhakirina çekan û vekişandina hêzan. Bila gumana kesekî nebe ku banga aştiyê ya birêz Ocalan gelek jidil û cidî ye, gavên hatine avêtin jî pir şênber û rast in. Lêbelê dewleta Tirk jî divê li hemberî van gavên mezin gavên şênber û zelal biavêje, bi tevdîrên şênber pêşwazî bike. Bi qasî em jê fêm dikin; şert û mercên birêz Ocalan hinek jî be baştir bûne lêbelê hêj jî nikare bi ziyaretvanên dixwaze re hevdîtinê bike û xwedî vê azadiyê nîne. Hêj jî xwedî wê azadiyê nîne ku biçe cihên dixwaze û bi kesên dixwaze re hevdîtinê bike. Lewma jî ji bo aştî û lihevkirina ku her kes ji wî hêvî dike çêbibe, me xwedî wan şert û mercan e ku bikare bi awayekî azad bi rola xwe rabe. Her wiha, hêj biryara guherînên qanûnî û destûra bingehîn ên ji bo pêşxistina pêvajoyê nehatine dayin an jî nehatiye qebûlkirin. Ya ku em jê fêm dikin ev e! Bêguman, em zextên pir giran û xebatên leşkerî yên divê bên sekinandin jî jî fêm dikin. Her wiha, em fêm dikin redkirina rola civaka navneteweyî ya berfireh ku piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê jî didome. Divê ev biguhere û lewma ez ê bi vê bi dawî bikim. Em, gavên ji hêla birêz Ocalan ve hatine avêtin silav dikin. Gavên ewil gavên zehmet in û em cisareta wî pîroz dikin. Em, hewldanên DEM Partiyê û yên hemû aktorên siyasî yên bûne sedema pêşketina heta niha silav dikin. Tirkiye û herêmeke berfirehtir, di demeke krîtîk de, di qonaxeke hesas de ye. 
 
AZADIYA MUTLEQ Û TAM 
 
Ev rê, rêya aştî û lihevkirinê ye. Rêya din jî dikare rê li ber rijandina xwînê, êş û hejariyê veke. Lewma jî dewleta Tirk jî di nav de, hewceye her kes di mijara rêya ber bi aştiyê ve de biryareke zelal bide ku ev jiyanî ye. Em bang li dewleta Tirk dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkeve, bi cisaret, dilwêrek be, gavên pêwîst biavêje û destûr bidin ku civaka navneteweyî di vê rêyê de biqasî ji dest tê bikarin alîkarî û piştevaniyê bidin we. Piştevaniya me ya ji bo we saxlem û qahîm e. Dema hûn pêşve diçin, em ê jî dê bi piştevaniya xwe bi we re bin û banga xwe ya ji bo azadiya tam û teqez a birêz Ocalan jî bênavber bidome. Hêvî dikim ku di demekî nêz de bêm serdana we. Û hêvî dikim ku şandeyeke ji Qraltiyên Yekbûyî were serdana Tirkiyeyê û biçe Girava Îmraliyê û serdana birêz Ocalan bike. Em ê bi tu awayî nehêlin hêviya me were qutkirin. Em ê mafê xwe yê hêvîkirinê bidomînin û di vê rêwîtiya we de her tim bi we re bin. Ez ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim. Gelek spas dikim.”          
 

Sernavên din

11/12/2025
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin
09:17 ‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
09:13 Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin
09:05 Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe
09:04 Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
07/12/2025
21:30 Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
19:54 Li Eskîşehîrê kursa Kurdî hat astengkirin
18:51 PYD: Avakirina Sûriyeyeke nû bi demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e
18:35 Konferans bi dawî bû: Em ji bo hêza gotinên Ocalan bibin welatê xwe li vir in
16:51 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin