* Walatiyên Îzmîrê yên ku derheqê pêvajoyê de axivîn, gotin divê endamên komîsyonê li Abdullah Ocalan guhdar bike.
* Endamê OHD’ê Berîtan Kalbîşen, diyar kir ku rexmê pêvajoyê tu guhertineke di rewşa girtiyên nexweş de çênebûye û got: “Rêya aştiyeke mayînde û bi wate di girtîgehan de derbas dibe.”
* Jinên ku bal kişandin ser polîtîkayên înkarê yên li dijî Kurdî, destnîşan kirin ku divê têkoşîna zimanê dayikê civakî û siyasî be.
* Derket holê ku EPP ku ji hêla Emlak Konut GYO A.Ş. ya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hatiye damezrandin, di serlêdanên xwe yên kar de çendi ne qanûnî be jî "agahiyên nijad, etnîsîte û endametiya sendîkayê" xwestiye.
* Forûma Avê ya Mezopotamyayê dê di roja duyemîn de li Navenda ÇandAmedê bidomîne. (09.30-17.00)
* DAD’ê li Amedê di oteleke de dê komxebata bi sernavê “Em bi baweriya xwe ve bi rêxistin dibin, di avakirina civaka demokratîk de soz didin”. (09.30)
* Dê li Amedê 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan bê lidarxistin. (10.00)
* Dayikên Aştiyê, dê Navenda ÇandAmedê du rojan konferansekî li dar bixin. (10.00) ZINDÎ
* Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, dê li Cizîrê Nobeda Edaletê dest pê bike. (11.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih, Colemêrg û li Îzmîrê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasaray 1069’emîn çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
* Ji bo girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê daxuyaniyê bê lidarxistin. (13.00)
* Amedsporê, li Navenda ÇandAmedê kongreya xwe ya awarte li dar bixe. (17.00)