Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin

  • jin
  • 09:08 3 Cotmeh 2025
  • |
img

WAN - Panzdeh gotarên Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ya hat qetilkirin, ji bo zimanê spanî û katalanî hatin wergerandin û wekî pirtûkekê hatin weşandin. Fanny Arambilet ku wergera katalanî kir, got: "Vê xebatê kir ku em jin bên cem hev." 

 
Xebat û têkoşîna endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de, dema ku ji mala xwe ya li Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe derdiket, di encama suqîqateke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve tê meşandin. Projeya "Pirtûkxane, Arşîv û Navenda Lêkolînê ya Jinên Kurd" a Nagihan Akarselê di 25'ê Hezîrana 2023'yan de hat temamkirin û 15 gotarên wê yên ku di Kovara Jineolojiyê de hatin weşandin, ji aliyê sê çalakvanên jin ve ji bo zimanên spanî û katalanî hatin wergerandin û wekî pirtûkekê hatin weşandin. Pirtûk ku bi spanî wekî "Voz Arcaica" (Nebûna te ji bo jiyanê ye) hat weşandin, bi katalanî wekî "Veu Arcaica (Nebûna te ji bo jiyanê ye)" hat weşandin.
 
Fanny Arambilet, endama Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku beşdarî xebatê bû û ew wergerand zimanê katalanî, diyar kir ku girîng e ku ramanên Nagihan Akarselê ji jinên li çaraliyê cîhanê re werin vegotin û ev xebat ne tenê bîranînek e, di heman demê de gavek e ber bi hevgirtina navneteweyî di navbera jinan de ye.
 
‘NAGIHAN DENGEKE BINGEHÎN BÛ'   
 
Fanny Artambilet ku li Katalonyayê dijî, anî ziman ku wê û du hevalên wê yên jin biryara wergerandinê dane. Fanny Artambiletê ku got "Me xwest ramanên Nagihan zindî bihêlin û wateyekê bidin şehadeta wê" anî ziman ku ev xebat, ne tenê wergerek, ji bo jinên ku li erdnîgariyên cuda dijîn derfetek e ku Jineolojiyê nas bikin û li dora hişmendiyeke hevpar bibin yek. Fanny Artambiletê got: "Min navê Nagihan Akarsel bihîst û min xwest wê nas bikim. Ez jî endama Jineolojiyê me. Nagihan dengek bingehîn bû. Ew ji bo Jineolojiyê û lêkolînên jinan kesayeteke girîng bû. Nagihan bandoreke mezin li ser min kir. Ez wê wekî jineke pir zana û rêkûpêk dibînim. Berî xwendina Nagihan, min xwe wekî axeke bêber û hişk hîs dikir, lê gava min dest bi xwendina nivîsên wê kir, hemû gotinên wê ketin nava min, hebûna min geş kirin û min wekî axeke berhemdar vejandin."
 
Fanny Arambiletê behsa qonaxên destpêkê yên xebatê kir û got: "Wekî komeke ku piştgiriyê dide Pirtûkxaneya Jinan a Silêmaniyê, me biryar da ku vê înîsiyatîfê bidin destpêkirin. Armanca me ew bû ku bîranîna Nagihanê zindî bihêlin û wateyekê bidin şehadeta wê. Xaleke din a girîng jî ew bû ku em gotinên wê bigihînin jinên din. Ji ber vê yekê, me hewce kir ku gotarên wê wergerînin. Ji ber vê yekê, me gotarên wê wergerandin ji bo zimanên spanî û katalanî. Ev pêvajo watedar bû ji ber ku me jinan anî cem hev."
 
'FIKRÊN WÊ JI BO JINAN VEXWANDINEK E'   
 
Fanny Artambiletê destnîşan kir ku wergerandina ji bo zimanê katalanî pêvajoyeke bi taybetî dijwar bû û got: "Strukturên zimanî pir cuda bûn û çarçove ji rastiya ku em tê de dijîn dûr bû. Lêbelê, zimanê Nagihan bi kûrahî helbestî bû. Wê helbest wekî zimanê jiyan û rastiyê pênase dikir. Hûn fêm dikin ku li pişt peyvekê wateyek heye. Divê hûn wê ne tenê bi hişê xwe, lê bi tevahiya hebûna xwe fêm bikin. Ez bawer dikim ku wekî jinên cîhanê, divê em têgihîştina Nagihanê bikin têgihîştina xwe ya bingehîn. Bi vê têgihîştinê, em dikarin jiyaneke birûmet ava bikin. Jin bi hezaran salan ji jiyanê dûr ketine û xwe nas nekirine. Ji ber vê yekê, ramana Nagihan vexwendinek e ji bo me."
 
Fanny Artambiletê diyar kir ku wergera spanî ya gotaran dikare bi hêsanî ji bo zimanên din were wergerandin got: "Spanya demeke dirêj e bi tevgera jinên kurd û Jineolojiyê re eleqedar e. Gelek rêxistinên jinan ji perspektîfa Jineolojiyê sûd werdigirin. Wergera spanî dê bihêle ku gotar bigihîjin Amerîkaya Latîn, ji ber ku li wir tevgereke jinan a bihêz heye û têkiliyên kûr bi jinên kurd re tên damezrandin. Ji ber vê yekê wergera spanî ewqas hêja ye, ji ber ku ew hevkariyê bi zimanên Amerîkaya Latîn re pêş dixe. Em ê vê pirtûkê li bajarên cuda yên Spanyayê pêşkêş bikin. Ez bawer dikim ku ev xebat dê berfireh bibe. Dengê jineke wekî Nagihan li çaraliyê cîhanê bê bihîstin ne hêsan e. Ez pir xemgîn im ku min nekarî wê rû bi rû bibînim. Nirxandinên wê yên jiyana azad ji bo jin û mêran pêwîst û gengaz dike ku bi hev re bi azadî bijîn. Ez hêvî dikim ku ramanên Nagihan dê bandoreke bihêz bikin. Ev ne tenê ji bo jinan, lê ji bo mêran jî girîng e."
 
'JINEOLOJÎ RÊNÎŞANDER E'   
 
Fanny Artambiletê diyar kir ku Jîneolojî ji bo jinan rêberek e û got: "Jîneolojî ji guhertineke radîkal bêtir rêberek e. Ez niha zelal im: ev rêya rast e. Divê mirov rêya rast bibîne. Pirtûkên Nagihanê dema ku ez di vê rêyê de dimeşiyam min ronî kirin. Ev ronahî çav, dil û hişê mirov ji gerdûnê re vedike. Hûn fêm dikin ka rastî û bedewî çi ne; ev bedewiyek e ku we berê qet nedîtiye."
 
Fanny Artambiletê ku diyar kir jinên ciwan divê herî zêde xwedî li raman û pirtûkên Nagihan Akarselê derkevin, wiha domand: "Jinên ciwan xwedî enerjî ne. Ez bawer dikim ku jinên ciwan û yên mezintir dê vê ezmûnê bi hev re parve bikin. Ji ber ku hem jinên mezin û hem jî yên ciwan divê vê pirtûkê bixwînin. Bi taybetî jinên ciwan divê xwedi lı vê mîrateyê derkevın. Divê em jî bi gerdûnê re mijûl bibin, mîna ku Nagihan kir. Divê jinên ciwan pirtûkê bixwînin û xwe kifş bikin. Em dikarin bi tiştê ku Nagihan pêşkêşî me dike zincîrên xwe bişıkînin. Bila dengê wê dengê kevnar ê me hemûyan be. Werin em bi hev re bixwînin û parve bikin."
 
MA / Zeynep Durgut    
 
 

Sernavên din

18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’