Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike

  • rojane
  • 09:26 29 Îlon 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Siyasetmedarê Kurd Nîzamettîn Toguç diyar kir ku tu wateya komîsyoneke bi Ocalan re hevdîtinê neke dê nebe û got: “Beriya ku komîsyon bêhtir demê winda bike, divê tavilê biçe Îmraliyê û birêz Ocalan re hevdîtinê bike.” 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de li meclisê hate avakirin, li mexdûrên şer, akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl û gelek derdorên cuda re hevdîtin kir. Hevdîtin hêj didomin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina 3’yemîn Sala Qanûndanînê  ya Serdema 28’an de axivî û têkildarî hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re got: “Mijareke wiha hêj di rojeva me de nîne.” 
 
Siyasetmedarê Kurd Nîzamettîn Toguç ku dema wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) bû ji neçarî derket derveyî welat û piştî 21 salan di 28’ê Nîsana 2015’an de vegeriya welat, diyar kir ku diviyabû komîsyonê ji ewil li Abdullah Ocalan guhdarî bikira. Toguç, diyar kir ku komîsyoneke bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê tu girîngiyeke xebatên wê nemîne. 
 
Toguç, diyar kir ku avakirina komîsyonê tiştekî erênî ye û got: “Ev komîsyon diviyabû ji ewil li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bikira. Birêz Ocalan, sermuzakerevan e. Dê tu girîngiyeke xebatên komîsyoneke bi birêz Ocalan re hevdîtinê neke nebe. Divê dewlet gavên şênbertir biavêje. Hewceye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve tavilê azad bibe û pêşengtiyê ji pêvajoyê re bike. Ji bo gelê Kurd muxatab birêz Ocalan e. Heta niha komîsyonê hevdîtin nekiriye û ev kêmasiyeke mezin e. Divê ji ewil li deriyê birêz Ocalan bixista.” 
 
‘HEWCEYE HER KESÊN DIXWAZIN BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’ 
 
Toguç, bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha domand: “Divê birêz Ocalan azad bibe û bi her kesî re bi awayekî azad hevdîtinan bike. Kî bixwaze divê bikare biçe cem birêz Ocalan û hevdîtinê pê re bike.” Komîsyon divê tavilê biçe Îmraliyê û li birêz Ocalan guhdarî bike.” 
 
‘DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ BI KAR BÎNIN’
 
Toguç, anî ziman ku qonaxa ewil a pêvajoyê temam bûye û got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd tişta diket ser milê xwe bicih anî. PKK’ê kongreya xwe kir û xebatên xwe da sekinandin. Her çend sembolîk jî be çekên xwe şewitand. Wateya şewitandina çekan pir mezin e. Peyama ‘Em êdî ne bi çekê lê dixwazin pirsgirêkan bi siyaseta demokratîk çareser bikin’ dan. Lêbelê dewletê li dijî van gavan hêj gavên şênber neavêtiye. Her wiha zimanê xwe jî neguherand. Hêj jî rayedarên dewletê behsa aştiyê nakin, medyaya navendî zimanê şer bi kar tîne. Heke bi rastî jî daxwaza wan aştî be divê zimanê aştiyê bi kar bînin. Aştî, bi zimanê şer nayê.” 
 
‘GEL LI BENDA GAVÊN ŞÊNBER E’
 
Toguç, destnîşan kir ku hêj bi hezaran hevalên wan girtî ne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje. Bi sedan girtiyên nexwşe hene û divê bên berdan. Nexweş aştî wiha nayê. Divê tavilê gavên şênber biavêjin û fikarên gel ji holê rakin. Hêviya gel a ji pêvajoyê ew e ku birêz Ocalan azad bibe û gavên şênber tavilê bên avêtin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

30/09/2025
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin