Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin

  • rojane
  • 11:02 26 Îlon 2025
  • |
img
ENQERE - Endamê komîsyonê yê DEM Partiyî Cengîz Çîçek, got: “Nûnerên pergalê heke bi rastî jî bixweza vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane, hiqûqî û siyasî çareser bikin, navnîşana wê Îmrali ye.” 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, civîna xwe ya 12’an li dar xist. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civînê de got ku xebatên wan ber bi dawiyê ve tên û got: “Ji bo amadekirina rapora komîsyonê û ji bo xebatên têkildarî sererastkirinên yasayî, em derbasî serdemeke nû dibin.” Li hêla din hêj jî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku raya giştî weke sermizakerevan dibîne, nehatiye guhdarîkirin. 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê komîsyonê Cengîz Çîçek têkildarî xebatên komîsyonê axivî. 
 
Çîçek, diyar kir ku encama herî şênber a ji nirxandinên di komîsyonê de derketî ew e ku divê bi navê pirsgirêkê lê were bangkirin. Çîçek, destnîşan kir ku navê pirsgirêka Kurd pirsgirêka Kurd e û got: “Hedefa sereke ya îro jî ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêbaza diyalog û mizakereyan ji zemîna şer were dûrxistin û derbasî zemîna hiqûqî û siyasî were kirin. Dema mirov mesele bi xwe û hedefa esasî ya pêvajoyê bi vî awayî şênber kir, hêmaya sereke ya ku divê hemû derdor qebûl bikin ev e; di çareseriya meseleya Kurd de muxatabê sereke birêz Ocalan e. Dibe ku hin kes bibêjin ‘Ocalan û tevgera wî ne nûnerên hemû Kurdan e.’ Belê, mîna hemû gelan di nav Kurdan de jî kesên xwedî nêrînên siyasî yên cuda hene. Ev tiştekî pir xwezayî ye. Lê ev heqîqet jî heye; Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd pirsgirêka Kurd di qada siyasî û civakî de şênber kir û hebûna vê dan qebûlkirin. Ocalan û tevger kirdeyên vê têkoşîna dîrokî ne. Ji vî alî ve, birêz Ocalan aktorê sereke yê hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd e.” 
 
‘RANTXWIRIYA SIYASÎ’
 
Bi domdarî Çîçek anî ziman ku yek ji mijara din a girîng jî pozîsyona siyasî ya Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Dibe ku birêz Ocalan tekane nûnerê hemû nêrînên siyasî yên gelê Kurd be, lêbelê di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab û aktorê sereke ye. Pirsgirêka Kurd, bi têkoşîna Ocalan û tevgera rêbertiya wê dike hate qebûlkirin. Û piştî destkeftina qebûlkirina hebûnê jî niha di nava lêgerîna çareseriyeke demokratîk, aştiyane û civakî de ye. Wê demê, ji bo cîbicîkirina pêvajoya bêpevçûnî ya di vê pêvajoya em jê re dibêjin Aştî û Civaka Demokratîk de û ji bo jiholêrakirina sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd, tiştekî pir xwezayî ye ku komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike. Li gel vê, ji agirbesta 93’yan heta niha tekane aktorê tecrûbeyên hewldanên aştiyê jî birêz Ocalan e. Heta nîqaşa li ser gelo li birêz Ocalan were guhdarîkirin an na jî îfadeya cahiltiyeke polîtîk e yan jî rantxwiriya siyasî ye.” 
 
 ‘DÊ BIBE SEDSALA MEZOPOTAMYAYÊ’
 
Di berdewamê de Çîçek destnîşan kir ku heke nûnerên pergalê bi rastî jî bixwazin pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane, hiqûqî û siyasî çareser bikin, navnîşan Îmrali ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Reva ji Îmraliyê reva ji çareseriyê ye. Ev yek, israra di pratîkên berê de ye. Ev pirsgirêk, 102 sal in didome û heta ku li ser bingeha wekhevî û edaletê neyê çareserkirin dê komar jî demokratîk nebe. Saziya siyasetê yan dê vê firsenda dîrokî rast bi kar bîne û meseleyê çareser bike yan jî dê bibe aktora neçarseriyê. Hemû hewldana me, ji bo wê ye ku siyaset bibe muxatabê çareseriyê. Heke em bikarin bi ser kevin, dê ev sedsal bibe sedsala Anatoliya û Mezopotamyayê.” 
 
‘HER DUBARE HEMASET E’ 
 
Çîçek, got ku her dubare hemaset e û axaftina xwe wiha qedand: “Madem em li pey hedefên nû ne, wê demê divê hemû partiyên siyasî û derdorên din zimanê xwe nû bikin, nêzikatî, rê û rêbazên xwe nû bikin. Komara olîgarşîk a berê bi me tvan da windakirin. Dê komara demokratîk jî bi me tevan bide qezenckirin. Kesên biryara xwe ji bo komara demokratîk dane, divê li birêz Ocalan ê li dijî komara olîgarşîk derdikeve guhdarî bike. Aştiyeke mayinde û çareseriyeke rast, bi tevlikirina hemû tecrûbeyan a di tûrê komara demokratîk re dibe. Barê me giran e û ev rê dê bi îrade û seknekî xurt biencam bibe.” 
 
MA / Omer Gungor 

Sernavên din

30/09/2025
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin