STENBOL - Berdevkê META-DER'ê Muhammet Aslan destnîşan kir ku di demên dawî de êriş û hewldanên "sîxurtiyê" yên li hemberî endamên komeleyê çêbûn û got ku kesên ku xwe wekî polîs didin naskirin telefonî endamên komeleyê dikin û dibêjin "Hûn jî dikarin bibin Yeşîl."
Komeleya Alîgirên Mezopotamyayê (META-DER) di sala 2022'yan de li navçeya Esenyûrt a Stenbolê hat damezrandin. Armanca META-DER'ê ew e ku alîgirên klûbên fûtbolê, bi taybetî yên li Kurdistanê, bîne cem hev. META-DER'ê bi saya vê yekê di nav alîgirên ciwan de di warê tiryak, fihûş û çetebûyînê de xebatên serwextkirinê dike. META-DER ku ji damezrandina xwe ve bi zexta polîsan re rû bi rû ye, tê derpêşkirin di demên dawî de kesên ku xwe wekî polîs didin naskirin, telefonî endamên wê dikin û "sîxurtiyê" li wan ferz dikin.
Berdevkê META-DER'ê Muhammet Aslan der barê armancên komeleya wan û îdiayên "sîxurtiyê" axivî.
Aslan li ser armancên META-DER'ê got: "Armanca META-DER'ê ew e ku komên alîgirên klûbên fûtbolê, bi taybetî yên li herêma Mezopotamyayê hatine damezrandin, di bin yek banî de bicivîne. META-DER, her wiha armanc dike ku qad û civateke rêxistinkirî biafirîne ku qebûl bike ku futbol ne tenê lîstikek e, di heman demê de alîkariya rêxistinkirina tevahiya civakê dike û tevahiya civakê ji çetekirin, tiryak û fihûşê diparêze. Armanca me ev e. Em ji bo zêdekirina yekpareyiya rêxistinî ya civakê dixebitin. Em berfirehkirina qadên rêxistinî yên ciwanan û cihê wan ê rastîn di nav hêmanên bingehîn ên vî welatî û civakê de diparêzin. Em ne ciwanên ku li kolanan mirovan dikujin, em exlaqê rêxistinkirî yê civakî yê ciwanan derdixin pêş."
JI ALIYEKÎ VE PÊVAJO JI ALIYÊN VE ZEXT
Aslan diyar kir ku di civakê de zihniyetek heye ku hewl dide tiryak, fihûş û çetetiyê belav bike û got ku ew, wekî komele, ji ber dijberiya vê yekê bi êrişan re rû bi rû ne. Aslan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Niha, mirov behsa civakeke demokratîk û jiyana demokratîk li welêt dikin. Lê di heman demê de, zext li ser saziyên ku baweriya xwe bi demokrasiyê tînin û hewl didin ku qadên demokratîk ava bikin berdewam dike. Ev çi celeb têgihîştina demokratîk e ku ew êrişî demokrasiyê û qadên demokratîk dikin. Li vir nakokiyek heye. Berê jî pêvajoyeke aştiyê hebû. Piştî mirina du polîsan, wan rewşê xist stûyê rêxistinan û pêvajoyê bi dawî kirin. Piştî salan, wan îdia kir ku 'FETO'yê kiriye. Niha, pêvajoyeke nû çêbû û mîmarên vê pêvajoyê hene. Ev, pirsa wekî gelo hin klîk hene ku mîmarên vê pêvajoyê sabote dikin tîne bîra me. Ev, pirsên wekî 'Gelo hin kesên daxilî nava dewletê bûne hene yan jî ev dewlet bi xwe ye?' bêbersiv dihêlin. Ji ber ku em bersivên van pirsan nizanin."
‘SÎXURTÎ TÊ FERZKIRIN'
Aslan destnîşan kir ku polîs li telefonî endamên komeleyê dikin û "sîxurtiyê" li wan ferz dikin. Aslan got: "Ligel ferzkirina sîxurtiyê, di ser kesê bi kodê 'Yeşîl' ê kurd qetilkirin, endamê JÎTEM'ê Mahmût Yildirim, dibêjin 'Hûn jî dikarin bibin Yeşîl.' Em vê qebûl nakin. Ger navek li me bê kirin, ew jî ancax neviyên Şeêx Seîd, neviyên Qazî Mihemed e."
‘EM Ê GILÎ BIKIN'
Aslan ku got "Wekî komeley, em ne tenê li Stenbolê, di heman demê de li herêmê jî dixebitin. Mînak, me belavokên dijî tiryakê amade kirin û kampanyaya 'werin em li stadyuman bicivin' da destpêkirin. Di dema xebata me ya li vir de, em bi hêzeke polîsan ku barîkat danîn ber me re rû bi rûman. Her çend me karê li dijî tiryakê yê midûriyetên polîsan daye seer milê xwe jî, yê me asteng dikin midûriyetên polîsan e. Mesela, me ji bo hişyarkirina li ser 'fuhûşê' tûrnûvayek li dar xist ku diyarî Rêveberê Koma Alîgirên Berxwedanê ya Amedsproê Çîgdem Yokûşê kir. Piştî tûrnûvayê, polîsan gazî min kir. Polîsan pirsî, 'Hûn li wê komeleyê çi dikin?' Her wiha ew gazî endamên komeleya me dikin û dibêjin, 'Werin em li derve bicivin, em li derve çayê yan qehweyê vexwin.' Em dizanin ku armanca wan a vexwendina me ew e ku em sîxurtiyê bikin. Helbet ev gazîkirin bi awayekî îllegal tên kirin. Em vê yekê dişopînin û em ê gilî bikin."
TÊKOŞÎN
Aslan destnîşan kir ku META-DER dê li dijî zextan têkoşîna xwe bidomîne û ciwanan serwext bike û li cem aştiyê be û got: "Me bi rastî exlaqê civakî wekî felsefeya xwe qebûl kiriye. Encam çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li trîbunan, ew ê rastî girseyeke alîgiran ku li dijî tiryak, fihûş û çetetiyê têdikoşe bên. Di heman demê de, ev girseya alîgiran dê piştgiriyê bide aştiyê. Têkoşîn berdewam dike, tu zilm nikare me bitirsîne."
MA / Omer Îbrahîmoglû