Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû

  • rojane
  • 10:03 22 Îlon 2025
  • |

ŞIRNEX - Rojnameger Seyît Evran di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hempîşeyên Evran, diyar kirin ku ew mamosteyê Çapemeniya Azad û hevalekî baş bû.  

 
Ji kedkarên Çapemeniya Azad rojnameger Seyît Evran, di 22’yê Îlona 2023’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 54 saliya xwe de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Hempîşe û hevrêyên wî, Evran vegotin. Hêlîn Osman ku di sala 2004'ê de Evran li Herêma Federe ya Kurdistanê nas kir, diyar kir ku vegotina Evran û bîranîna wî peywira wan e û got: “Lêgerîna wî ya heqîqet û azadiyê ji bo her kesî mînak bû. Aliyekî wî wêjeyî aliyek jî rojnameger bû. Mirov behsa kîjan aliyê wî bike kêm dimîne. Jiyana wî lêgerînek bû. Her cihê diçûyê ev lêgerîn dida destpêkirin. Rîtma her stran û muzîkê heye, Heval Seyît jî rîtmekî jiyanê bû. Her gotina wî ya di nava jiyana rojane de wêjeyî bû.” 
 
Helîn Asmîn, da zanîn ku Evran li her çar parçeyên Kurdistanê rojnamegerî kiriye û armanca wî ew bû ku artêşeke çapemeniyê ava bike. Helîn Asmîn, got: “Armanca wî ew bû ku her geşedaneke li Kurdistanê tê jiyîn bi raya giştî re parve bike. Li Rojava Akdemiya Çapemeniyê ava kir û bi sedan xwendekar gihand. Ji Helebê heta Dêrikê her kes heval Seyît nas dike. Heval Seyît di çapemeniyê de mamoste û di jiyanê de hevrêyek bû. Her dayikekê heval Seyît mîna zarokê xwe hembêz dikir. Kesayetekî çêker bû. Bîra Çapemeniya Azad bû. Şehadeta wî ji bo me giran bû. Bi ser re 2 sal derbas bûne lê me hêj jî qebûl nekiriye. Dê bibêjî qey çûye nûçeyekê û dê rojekê vegere. Dema min cara ewil ew nas kirî bandoreke mezin li min kir. Di destê wî de kamera hebû. Şehîd Xelîl Dag pê re bû. Piştre me li gelek cihan bi hev re xebat meşandin. Li her cihê diçûyê çîrok kom dikir. Herî dawî em bi hev re li Şehbayê li cihên dîrokî geriyan. Ji min re got ‘Van keviran tevekan li bîra xwe xêz bike û ji bîr neke. Ev ji bo me dîrok e.’  Em bi hev re derketin Keleha Helebê. Destên xwe vekir û got ‘Bayê azadiyê bikişînin hundirê xwe.’ Ji Helebê gelek hez kir. Parçeyeke ji dîrokê bû. Weke hevalên wî yên têkoşînê, tevî hemû zehmetiyan jî em ê di rêya wî de bimeşin. Heta ku em xeyalên wan pêk tînin jî em ê yek kêliyê jî nesekinin.”  
 
 
DÎLAN DÎLOK: HER TIM DI NAV GEL DE BÛ
 
Rojnameger Dîlan Dîlok ku di sala 2015’an de li Akademiya Çapemeniyê Evran nas kir jî got ku Evran di her kêliya jiyana xwe de hîn dikir. Dîlan Dîlokê got: “Heval Seyît, bîra Çapemeniya Azad bû. Heta di dema sihbetê de jî perwerde dikir. Bi wî re me bîra xwe jî winda kir. Yek ji wan kesayetan bû ku hevrêtiya jin û zilam di xwe de herî baş jiyanî kiribû. Kesayeta herî jê hez nedikir ew bûn ên lêkolîn nedikirin. Ji yên nedipirsîn û di nava tekane qalibekî de dijiyan dûr disekinî û digot; ‘Tiştekî ku li wî/wê zêde bikim tune ye, wî/wê xwe girtiye.’ Ji heft salî heta heftê salî her kesî jê hez dikir. Pir kêm caran mirov di dît ku rûdine ser maseyê. Her tim di nav gel de bû. Weke xwendekarên wî em ê hewl bidin hejayî wî bin. Hewldana wî ya ji bo têkoşîna gel bigihijîne hemû kesî nûwaza bû. Felsefeya ‘Jibîrkirin xiyanet e’ ji xwe re esas digirt. Em jî dê wî ji bîr nekin.” 
 
LAVA ÎBRAHÎM: HÊJ JÎ RÊ NÎŞANÎ ME DIDE
 
Ji xwendekarên Evran,  Lava Îbrahîm jî anî ziman ku Evran lêgerînerê heqîqetê bû û wiha got: “Di vê oxirê de gelek bedel da. Bû bîrek. Di her kêliya jiyanê de li pey heqîqetê bû. Ji bo Çapemeniya Azad dibistanek bû. Min, ew li Akademiya Çapemeniyê nas kir. Çendek meh beriya şehîd bibe me hev nas kir. Di her bihosta Rojava de keda wî heye. Li Rojava ji dayik nebûbû lê cihê ku wî nas nedikir nema bû. Yên ku ew nas nedikirin digotin qey di tevahiya jiyana xwe de li vir jiyaye. Mirov çi jê pirs bikira, bersiva wê dida. Her tişta mirov mereq dikir, mirov bi dilrehetî jê dipirsiya. Di dersa ewil de îşaret bi wêneyên şehîdên Çapemeniya Azad kir û pirs kir bê ka kî ne. Hin hevalan ew nas nekirin. Wî jî xwe aciz kir û got; ‘Heke hûn rojnameger bin, divê ji ewil hûn mereq bikin.’ Ji wê rojê şûnde her 32 kesên di akademiyê de ew gotina wî li bîra xwe xêz kirin. Rojnamegerî bi me da hezkirin û hesta min a mereqê zêde kir. Demekî kin piştî perwerdeyê jî heval Seyît şehîd bû. Em ê xwedî li mîrasa wî derkevin. Bi ser re du sal derbas bûn lê nîşeyên dersên wî hêj li cem min in û her carê lê dinêrim. Hêj jî rê nîşanî me dide. Piştî şehadeta wî, gelek kesan ew nas kir û tev li Çapemeniya Azad bûn. Piştî şehadeta xwe jî Çapemeniya Azad mezin kir. Baş e ku em xwendekarên wî bûn. Em ê heta dawiyê li wê mîrateya di peyama xwe ya dawî de destnîşan kiribû xwedî derkevin.” 
 
NÛR HESEN: EM Ê DI RÊYA WÎ DE BIMEŞIN 
 
Nûr Hesen ku 3 sal berê li akademiyê Evran nas kiribû jî ev tişt anî ziman: “Min heval Seyît li wir nas kir. Mirov der heqê wî de çi bibêje dê kêm bimîne. Çapemeniya Azad ji bo wî dibistanek bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê xebitî. Hevalekî jê dihat hezkirin bû. Her tim dikeniya. Her kesî ew nas dikir. Temenê wî mezin bû lê her tim bi ciwanan re bû. Bi zarokan re zarok bû. Ji bo min dibistanek bû. Ew ê tu caran neyê jibîrkirin. Di hevnaskirina ewil de ji min xwest ku soz bidim dê di rêya Çapemeniya Azad de bimeşim. Ez niha wê soza xwe dîsa dubare dikim. Em ê di wê rêya wî nîşanî me dabû de bimeşin. Ez bişens im ku min ji wî perwerde girt. Xwendekarên wî îro li her derê li pey şopa heqîqetê ne. Di her xebata xwe de wêneyê wî li cem me ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 
 
 

Sernavên din

25/09/2025
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike