AMED - DBP’ê têkildarî “Mafê hêviyê” ku di Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de tê nîqaşkirin, daxuyanî da. DBP’ê bang li hikûmetê kir ku biryarên têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din tavilê bên cîbicîkirin.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li ser rojeva “Mafê Hêviyê” daxuyaniyek da ku li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê nirxandin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din nehatiye bicihanîn û xwest, biryar tavilê bi cih bêne anîn.
DBP’ê got: “Nenaskirina mafê hêviyê ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye, di heman demê de astengiyeke bingehîn e ku pêvajoya çareseriyê lawaz bike. Tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye. Her wiha tê wateya astengkirina mafê hêviyê yê kolektîf ê gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê.”
AKTORÊ DIYARKER Ê PAŞEROJA DEMOKRATÎK
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyên çareseriyê yên dema derbasbûyî hate kirin û wiha hate gotin: “Birêz Abdullah Ocalan bi rol û perspetkîfa xwe ya di pêvajoyên çareseriyê yên dema derbasbûyî, aktorekî diyarker ê paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye. Polîtîkaya astengkirina ragihandinê ya li hemberî wî tê meşandin, pirsgirêkeke bingehîn e ku zerarê dide hêviya aştiyê û çareseriyê ya gel. Atmosfera muzakereyan a demokratîk bi rakirina vê îzolasyonê dikare pêk were. Li gorî biryarên DMME û Konseya Ewropayê naskirina bi lez a 'mafê hêviyê' ji bo hemû girtiyan divê bibe bingeha pêvajoya aştî û civaka demokratîk."
DBP'ê bi bîr xist ku di raporên DMME û CPT’yê de cezayê darvekirinê yê heta bi hetayê yê girankirî weke “li derveyî mirovahiyê” hate pênasekirin.
DAXWAZ
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
"* Biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê tavilê û bê kêmasî bi cih bêne anîn.
* Rejîma înfazê ya heta bi hetayê ya girankirî divê ne tenê sîstemeke cezakirinê be, her wiha divê bibe sîstemeke ku vegera li civakê pêkan dike.
* 'Mafê Hêviyê' bi hemû aliyên xwe yên hiqûqî, îdarî û pratîkî ji bo hemû girtiyan bê naskirin û parastin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû girtiyan tavilê bê rakirin; mafên danûstandina bi parêzeran, malbatan û cîhana derve bêyî derengxistinê bêne naskirin.
* Divê neyê jibîrkirin ku 'Mafê Hêviyê' ne tenê bendewariyeke azadiyê ye, ji bo paşeroja demokratîk û jiyana aştiyane ya civaka Tirkiyeyê mafek e. Naskirina vî mafî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û jinûve avakirina rewatiya navneteweyî gaveke dîrokî ye."