STENBOL - Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi rojeva “Mafê hêviyê” civiyaye daxwazên xwe qêriya û got: “Daxwaza me ya ewil azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ev pêk tê jî dê berxwedana me bidome.”
DMME’yê, di sala 2014’an de cezayê muebbeda girankirî yê bêyî derfeta berdanê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn weke binpêkirina biryara qedexeya îşkence û miameleya xerab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi şopandina cîbicîkirina biryarên DMME’yê ya ji hêla dewletên endam ve berpirsyar e, duh dest pê kir. Civîn dê heta 17’ê Îlonê bidome û yek ji mijara ku dê nîqaş bike jî “Mafê hêviyê” ye.
Bi destpêkirina civînê re Meclisa Gel a Kurd li pêşiya navenda Konseyê ya li bajarê Strasburg a Fransayê dest bi çalakiyên cuda kir. Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, têkildarî çalakiyên ku dê 5 rojan bidomin axivî û got: “Em dixwazin biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin. Peyama me zelal e; bila hiqûq bê cîbicîkrin û astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên rakirin.”
Bi domdarî Zubeyde Zumrutê anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û got: “Di çarçoveya çalakiyan de em ê sibe ji bo bîranîna Jîna Emînî çalakiyên bîranînê li dar bixin. Dê panel û civîn bên lidarxistin. Dê paradîgmaya Rêber Apo bê vegotin û çareseriya demokratîk bê nîqaşkirin. Her wiha dê banga me ji bo Komîteya Wezîran hebe. Em dixwazin ku di demeke Komîteya Wezîran biryara dîrokî dide de hiqûq neyê binpêkirin.”
'DÊ BIRYAR BANDORÊ LI HEMÛ GELAN BIKE’
Zubeyde Zumrutê got ku Abdullah Ocalan 27 sal in li dijî tecrîd û derhiqûqtiyan têdikoşe û bi banga dîrokî ya 27’ê Sibatê re jî jiyaneke aştiyane û xwişk-biratiyê pêşkeşî gelan kiriye. Zubeyde Zumrutê got: “Lewma biryara Komîteya Wezîran dê bandorê li hemû gelan bike. Ji bo Rêber Apo pêvajoyê bitenduristtir bimeşîne, divê tecrîd bi dawî bibe û Rêbertî azad bibe. Divê ‘mafê hêviyê’ tavilê bê cîbicîkirin. Bicihneanîna ‘mafê hêviyê’, tunehesibandina biryara DMM’ê ye.”
'PeRGALA TECRÎDÊ DIDOME’
Zubeyde Zumrutê da zanîn ku dê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” didome û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû hevdîtinên li Îmraliyê di bin pergala tecrîdê tên kirin. Divê hevdîtin tenê bi çûna şandeyan bisînor nebe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad be. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ye û heta pêk tê jî dê têkoşîna me bidome. Em banga tevlibûna çalakiya li Strasborugê li her kesî dikin. Peyamên gel girîng in. Em bi hev re têkoşînê mezin bikin.”
MA / Esra Solîn Dal