KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê

  • jin
  • 10:23 12 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê çareserî pêş nekeve û ji bo 28’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê banga protestoyên girseyî kir. 

 
Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku nêzikatiya li hemberî Abdullah Ocalan, nêzikatiya li dijî pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. 
 
Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:
 
“Di demekê de ku Şerê Cîhanê yê 3'yemîn li Rojhilata Navîn giran bûye, Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a 27'ê Sibatê de li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Tirkiyeyê ji bo jinûve avakirina jiyana demokratîk, aştiyane û yekîtiya civakî înîsiyatîfeke dîrokî da destpêkirin. Ev înîsiyatîf taktîkeke siyasî ya rojane nîne, înîsiyatîfeke stratejîk û paradîgmayî ye. Perspektîfa Komara Demokratîk û bicihhatina paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk, li ser bingeha azadî û wekheviya gelan, jinan, çand û baweriyan wê sedsala 21'ê bide qezençkirin.
 
AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
 
Rêberê me ji bo pêkhatina vê paradîgmayê bi rengekî yek alî, bi nêteke baş û cihê baweriyê gav avêt, dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê anî û bi merasîma şewitandina çekan re ji bo afirandina destketiyeke mayînde ya ji bo gelan zemîna siyasî û civakî afirand. Lewma Rêber Apo weke muzakerevanê me yê sereke û rêberê siyasî ji bo serketina qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi rola xwe rabû, ya ku divê bihata kirin, kir. Di qonaxa destpêkê ya vê pêvajoyê de çûn û hatina heyet DEM Partiyê ji bo Îmraliyê, nîqaşên ku bi Rêber Apo re hatin kirin, hevdîtinên têkildarî pêvajoyê yên navbera partiyan, her wiha avabûna komîsyonekê li meclisê bûyerên girîng bûn. Lê belê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji gavên şênber ên ku dewlet û desthilatdariya AKP'ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê biavêje, ti gav nehate avêtin, pêşketinek nebû.
 
DIVÊ KOMÎSYON NEBE AMÛRÊ HESABÊN DESTHILATDARIYÊ
 
Li pêşberî hewldana Rêberê me ya ji bo demokratîkbûnê, ji tecrûbeyên pêvajoyên derbasbûyî hate fêhmkirin ku hikûmeta AKP'ê bi hesabên biçûk nikare desthilatdariya xwe xurt bike, bi mijûlkirinê nikare polîtîkayên xwe yên tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê bi ser bixîne. Mejiyê ku israr dike ku tenê bi bêçekbûnê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û pirsgirêkê weke pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê nabîne, li pêşiya serketina vê pêvajoyê astengiya herî mezin e. Heta ku sedemên rûdana pirsgirêka Kurd neyên nîqaşkirin, ziman, nasname, çand û mafê rêxistinbûnê yê gelê Kurd ê ku sed sal in tê înkarkirin bi qanûnan neyên ewlekirin, her nêzîkatiya bê nîşandan wê bê wateya israra li ser neçareseriyê. Nêzîkatiay înkar û tinehesibandinê ya bi salan ku jinên Kurd li komîsyonê jî careke din lê rast hatin, mînakeke din a nêzîkatiya li vê pêvajoyê radixe pêş çavan. Mejiyekî ku zimanê dayikê yê civakekê nas neke, jê nayê hêvî kirin ku hebûna wê nas bike û pirsgirêkên wê çareser bike. Em vê nêzîkatiya li hemberî ziman, nasname û hebûna jin û gelê Kurd bi tundî şermezar dikin, bang li komîsyonê dikin ku vê şaşitiyê sererast bike; bang li jinan û civaka demokratîk jî dikin ku li hemberî van polîtîkayan bi rengekî çalak têbikoşin. Komîsyon li gorî navê xwe divê li şûna berjewendiyên giştî yên gelên Tirkiyeyê nebe amûreke ji ehsabên biçûk ên desthilatdariyê, divê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî, bi feraseta yekbûn û hevgirtinê çareseriya demokratîk civakî bike.
 
LI ALIYEKÎ ÇARESERÎ LI ALIYÊ DIN GEF Û GOTINÊN ŞERXWAZIYÊ NABE
 
Ji aliyekî ve qala çareseriya bi Kurdên li Tirkiyeyê tê kirin, li aliyê din jî gef û gotinên şerxwaz li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê têne bikaranîn, li hemberî partiyên siyasî û rêveberiyên xwecihî polîtîkayên qeyûm û operasyon têne kirin. Ev yek weke darbeyek li hemberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Ev polîtîkayên ku derbê li çareseriya pirsgirêka û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixe, lêgerîna aştî û demokratîkbûnê ya li nava civakê lawaz dike. Bi giştî ev nêzîkatî û polîtîka xizmetê ji pêşveçûna pêvajoyê re nake û li pêşiya derbasbûna li qonaxa duyemîn dibe asteng.
 
HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK NEYÊ, ÇARESERÎ JÎ PÊK NAYÊ
 
Bi taybetî ragirtina Rêber Apo li zindana Îmraliyê, sererastnekirina şert û mercên kar û ragihandinê yên azad, derbasbûna li qonaxa duyemîn a ku tê wateya danûstandinê, dixitimîne. Gelê me û raya giştî zane ku Rêberê me azadiya xwe ya fîzîkî li gel azadiya civakî bi yekgirtî û girêdayî hev dibîne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ku ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd muzakerevanê sereke ye, heta ku şert û mercên kar û ragihandinê yên azad ji bo wî neyên afirandin ku karibe bi her kesî re di nava têkiliyê de be, nepêkane ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje aştiyeke mayinde.
 
AZADIYA OCALAN ARMANCA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNA ME YE 
 
Weke Tevgera Azadiyê ya Jinan a Kurdistanê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê ji bo vê pêvajoyê, weke rojeva têkoşîn û armanca bingehîn a hemû pêvajoyan dibînin û vê yekê careke din bi girîngî ji gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re radigihînin. Ev mijar nabe ku bibe cihê nîqaşê, nabe ku bibe amûrek, nabe ku bi hesabên biçûk bazarî li ser bê kirin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me ve girêdayî ye. Rêberê me ku muzakerevanê sereke ye firsendeke welê da gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ku sedsalan bi wan bide qezençkirin. Lewma nêzîkatiya li Rêberê me pîvana esasî ya nêzîkatiya li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e. Pirsgirêkên civakî tenê di nava şert û mercên wekhev de û bi feraseta danûstandinan a demokratîk dikarin bêne çareserkirin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk n eyê, heta ku pêşî lê neyê vekirin ku di nava şert û mercên wekhev de danûstandinan bike, nepêkane ku çareserî pêk were.
 
MAFÊ HÊVIYÊ CÎBICÎ BIKIN
 
Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk nexitime, bi pêş ve biçe û bigihêje encamê, li ser bingeha biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêwîstiyên mafê hêviyê bêyî derengxistinê bi cih bêne anîn û ji bo vê jî sererastkirinên qanûnî bêne ikrin.
 
Qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi serketî qediya ye, ku ji aliyê Rêberê me ve di pratîkê de bi yekalî hate meşandin. Êdî bi gavên bi nêta başiyê pêvajo nikare bi pêş ve bê birin. Dewlet divê gavên pêwîst ên ji bo danûstandinan zû biavêje ku qonaxa duyemîn a vê pêvajoyê ye.
 
DIVÊ KOMÎSYON HEVDÎTINÊ BI RÊBER APO RE BIKE
 
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya ku di bin sîwana Meclisa Tirkiyeyê de hatiye avakirin, divê bi qasî ku pêwîst bike bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Li şûna nêzîkatiya li ser bingeha bêçekbûnê, divê qanûnên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd amade bike û pêşkêşî meclisê bike. Bendewariya herî mezin a gelên Tirkiyeyê ye ku komîsyon vî karî bi raya giştî re parve bike, ji bo civakîbûna pêvajoya çareseriyê bi xurtî bixebite.
 
QANÛNÊN ENTEGRASYONÊ
 
Pêwîstî ye ku meclis ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê derxîne. Eger dewleta Komara Tirkiyeyê û hikûmeta AKP'ê bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên li meclisê pêvajoya aştî û civaka demokratîk li ser bingeha van gavan bigihîne çareseriyeke mayinde ya demorkatîkbîn, xwişk, biratî û aştiyê, wê Tirkiye qezenç bike, wê her cûre pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin û Tirkiye ji metirsiyan bê parastin.
 
Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve berpirsyariyên gelên me û alîgirên demokrasiyê jî hene. Bêguman bi bendemayinê û temaşekirinê pêvajoya çareseriyê bi pêş ve naçe. Gelekî girîng e ku hemû beşên civakî têkoşîna rêxistinbûyî û daxwazên demokratîk ên ji bo çareseriya pirsgirêkê timî di rojevê de bihêlin.
 
TÊKOŞÎNA TIFAQA DEMOKRATÎK A GELAN
 
Li ser vê bingehê li hemberî hemû êrişên li ser qadên siyasetê û civakê heke li ser bingeha feraseta tifaqa demokratîk a gelan têkoşîn bê meşandin, ev yek wê pêvajoyê lawaz neke, berevajî wê hîn bêhtir pêşketina demokratîk bi lez bike. Berpirsyariya pêşvebirina aştî û civaka demokratîk a îradeya cewherî ya civakê ye. Li şûna ku ji dewletê hêvî bike, divê têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk bê mezinkirin, bi coş û baweriyeke mezin seferberiya rêxistiniya komunal li her cihî bê kirin ku ev yek wezîfeya esasî ya pêvajoyê ye. Weke ku Rêber Apo got, têkoşîna hebûnê bi ser ket, niha dora rizgariyê û serxistina avakirina demokratîk e.
 
Li ser vê bingehê em bang li hêzên demokratîk û gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jî jinan dikin ku Pêngava Misogerkirina Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin, bi nêzîkbûna salvegera 28'emîn a komploya 9'ê Cotmehê re ji her demê bêhtir bi xurtî çalakiyên girseyî lidar bixin û komploya navneteweyî şermezar bikin.”
 

Sernavên din

14/09/2025
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin
10:17 Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin
09:23 'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’
09:20 Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin
09:17 Tirkiye 11 sal in gavan naavêje: Divê komîte helwesteke zelal nîşan bide
09:16 Kuçeyên Kadikoyê: Daxwaza ji bo çareseriyê zêde ye lê baweriya bi îktîdarê kêm e
09:14 'Astengkirina şînan û xerakirina goristanan zirarê didin pêvajoyê'
09:13 Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin
09:12 Li dijî Can Holdîngê operasyon: Dest danîn ser Haberturk û Show TV’yê
09:04 Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand