Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe

  • jin
  • 15:06 11 Îlon 2025
  • |
img

AMED - Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA’yê ya berê Ayşe Gokkan ku 5 sal in girtî ye, hat lidarxistin û daxwaza tehliyeya wê hate redkirin. Ayşe Gokkanê bal kiand ser pêvajoyê û got divê Abdullah Ocalan azad bibe. 

 
Li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” cezayê hefsê hatibû dayin. Dadgeha Dadî ya Bilind, ji cezayê hatiye dayin ê ji beşa “endamtiya rêxistinê” betal kir û Ayşe Gokkan jinûve hate darizandin. Ji bo Ayşe Gokkanê 2 caran ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” 19 sal cezayê hefsê, ji îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî 3 sal cezayê hefsê tê xwestin. Danişîna dozê, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ayşe Gokkan, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Ayşe Gokkanê, Berfîn Lutfiye Gokkan û Ozum Vurgun jî di danişînê de amade bûn. Endamên malbata Gokkan, Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 
 
Ayşe Gokkanê parastina xwe bi Kurdî kir. Ayşe Gokkanê diyar kir ku parastina xwe ya ji 25 rûpelan pêk tê ji dadgehê re şandiye û got: “Nêzî 5 sal in girtî me. Ji ber ku şandeya dadgehê ya berê êrişî parêzeran kir, min dadgeh qebûl nekir û min daxwaza guherandina dadger kir. Ez, vê darizandinê qebûl nakim.” 
 
'DIVÊ JI DAYIKÊN AŞTIYÊ LÊBORÎNÊ BIXWAZE’ 
 
Ayşe Gokkanê anî ziman ku her jineke Kurd xwedî serpêhatiyekê ye û wiha domand: “Ji van çîrokan a herî dawî, di komîsyona ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye avakirin de hate jiyîn. Destûr nehate dayin ku Dayikên Aştiyê xwe bi Kurdî bînin ziman. Ev jî berdewamiya van çîrokan e. Dayikên Aştiyê, gotin ‘Bila ciwanên Kurd û Tirk êdî nemirin, em çekan binax bikin.’ Armanca dayikan ev e lê tên astengkirin. Divê lêborînê ji dayika bixwazin.” 
 
Bi domdarî Ayşe Gokkanê destnîşan kir ku weke jinên Kurdistanî ew daxwaza jiyaneke demokratîk, ekolojîk û pêkvejiyaneke azad dikin û got: “Em jinên Kurd tên darizandin. Heke jinên demokratîk, ekolojîk û azad weke xetere bên dîtin, wê demê xetereyên herî mezin ew ein. Em gef nînin. Tiştên di îdianameyê de cih digirin, xebatên ji bo jinan û gel hatine kirin sûc nînin.” 
 
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN BIRÊZ OCALAN BÊN BAŞKIRIN’   
 
Ayşe Gokkanê bal kişand ser pêvajoya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkrin û got: “Rojhilata Navîn dişewite, em naxwazin welatê me di vî agirî de bişewite. Ji bo welatê me neşewite jî divê aktorê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk birêz Ocalan azad bibe. Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.” 
 
Ayşe Gokkanê da zanîn ku ew bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û got: “Encam çi dibe bila bibe, hem li hundir hem jî li derve ez ê têkoşîna xwe bidomînim.” 
 
'KES NIKARE AYŞE GOKKAN WEKE SÛCDAR NÎŞAN BIDE’  
 
Parêzer Berfîn Kutfiye Gokkan jî got ku 30 sal cezayê hefsê yê li miwekîla wê hatiye birîn cezayeke derhiqûqî ye û got: “Me got ku şandeya dadgehê li dijî Ayşe Gokkanê bêalî û serbixwe nîne. Ev dosya, Dadgeha Dadî ya Bilind jî dixapînin. Dadgeha Dadî ya Bilind di dosyayekê de biryara betalkirinê da û ji bo dosyayeke din jî 3 caran biryara xerakirina biryarê da. Em dixwazin ku dadgeh têkildarî biryara der heqê Ayşe Gokkanê de bêalî be.” 
 
Berfîn Kutfiye Gokkanê kêmasiyên di qonaxa ewil a darizandinê de û derhiqûqtiyên hatine kirin bi bîr xist û got: “Tevahiya xebatên miwekila min kirin, qanûnî ne. Xwedî nasnameyeke siyasî ya 40 salî ye. Kes nikare Ayşe Gokkanê weke sûcdar nîşan bide.” 
 
DOZGER XWEST REWŞA GIRTÎ BIDOME  
 
Dozger jî xwest rewşa girtî ya Ayşe Gokkanê bidome. 
 
Ayşe Gokkanê jî got ku rewşa wê ya girtî bêedaletî ye û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir. 
 
Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkanê jî got: “Miwekîla min ev 5 sal in girtî ye. Di girtîgehê de bi şewba Covîd-19’ê ket û erdhej jiya. Dora 60 sal temenê wê heye û temenê wê rê nade girtîgehê. Hemû delîl di dosyayê de ne. Nekarî tev li definkirina cenazeyê dayika xwe bibe. Dema di girtîgehê de tiştên giran jiya. 2 caran emeliyat bû. Nexweşiya wê ya tansiyona bilind heye. Dema em van tevekan didin ber hev jî daxwaza tehliyeya miwekîla xwe dikim.” 
 
Parêzer Ozum Vurgunê jî bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan û got: “Heke Ayşe Gokkan û hevalên xwe îro li derve bûna, heke bikariyan gotinên xwe bi azadî kiribûna, belkî ewqas komkujiyên jinan û tundî nedihatin kirin. Azadiya Ayşe Gokkanê dê tevgerên jinan jî xurttir bike. Daxwaza tehliyeya miwekîla xwe dikim.” 
 
Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Ayşe Gokkanê bidome û danişîna dozê taloqî 30’ê Kanûnê kir. 
 

Sernavên din

14/09/2025
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin
10:17 Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin
09:23 'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’
09:20 Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin
09:17 Tirkiye 11 sal in gavan naavêje: Divê komîte helwesteke zelal nîşan bide
09:16 Kuçeyên Kadikoyê: Daxwaza ji bo çareseriyê zêde ye lê baweriya bi îktîdarê kêm e
09:14 'Astengkirina şînan û xerakirina goristanan zirarê didin pêvajoyê'
09:13 Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin
09:12 Li dijî Can Holdîngê operasyon: Dest danîn ser Haberturk û Show TV’yê
09:04 Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand