Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’

  • cîhan
  • 13:10 11 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa yek ji tevgerên kedê ya herî mezin a Ingilistanê TUC’ê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin. 
 
Kongreya Yekitiya Sendîkavanan (TUC) ku mezintirîn tevgera kedê ya li Ingilistanê ye, konferansa xwe ya salan e di navbera 7 û 10’ê Îlonê de lidar xist. Di roja dawî ya konferansa ku li Brighton Centre’yê hat lidar xistin de, civînek bi sernavê “Di aştî û demokrasiyê de rûpelek nû: Di navbera Ocalan û Tirkiyeyê de li Sûriyeyê rêya ku ber bi çareseriya siyasî ve diçe” pêk hat. Di civînê de yek ji xalên herî girîng ên rojeva tevgera karker û piştevaniya navneteweyî hate nirxandin.
 
Di civînê de behsa azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya vîzyona çareseriya demokratîk ku di çerçoveya perespektîfa aştiyê ya li Rojhilata Navîn de pêş xistiye, hate kirin. Sekretera Giştî ya Sendîkaya BFAWU’yê Sarah Wooley, Rêvebera TUC’ê Mariela Kohon, Nûnerê Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê ya Brîtanyayê Dr. Mohamed Moustafa, Rêveberê Sendîkaya Unîte û Berdevkê Kampanyaya Azadî ji bo Ocalan Simon Dubins û Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk tev li civînê bûn.
 
‘JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊDIVÎ BI HEVGIRTINÊ HEYE’
 
Berdevkê “Kampanyaya Azadî ji bo Abdullah Ocalan” Simon Dubins, di civînê de bal kişand ser rola girîng a Kurdan di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de û da zanîn ku ew di sala 2016’an de dema serdana herêmê kiriye ji bûyerên ku şahidiya wê kiriye gelek bandor bûye. Dubins, got: “Di mehên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê pêşketinên pir girîng rû didin. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan ji bo şerê li Tirkiyeyê û Sûriyeyê diqewime soza çareseriyeke demokratîk dide. Ev pêvajo wê pêvajoyek hêsan nebe; xwedî zemînek şemitok e. Dewleta Tirk der barê Rojava de helwesteke nejidil nîşan dide. Niha ji her demê bêtir pêdivî bi hevgirtinê heye. Ocalan hê jî azad nîne û bêyî azadiya wî em nikarin behsa pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn bikin. Divê em gelek tişt bikin û bingehek me ya bihêz heye.”
 
‘HEVGIRTIN NE KAREKÎ XÊRXWAZIYÊ YE, PEYWIR Û ÇALAKÎ YE’
 
Sarah Wooley jî bal kişand ser têkiliya rasterast a di navbera têkoşîna kedkar û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de û da xuyakirin ku hevgirtin ne karekî xêrxwazî, berovajî peywir û çalakiye. Sarah Wooley, got: “Li Ingilistan, Tirkiye yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna kedkaran mîna hev in. Cih ferq nake. Vîzyona Ocalan a bingeha demokrasiyê, azadiya jinan û mafê kêmneteweyan, ji bo bidawî anîna li şer û aloziyan rêyek a çareseriyê pêşkêş dike. Hevgirtin ne karekî xêrxwaziyê ye, berovajî peywir, çalakî û têkoşîn bi xwe ye. Peywira sendîkavanan bilindkirina tengên tên kesên tên bêdengkirin e. Em nikarin bêalî bin. Bêdengî zextê rewa dike. Peywira me rastî û hevgirtina bi gelê Kurd re mezin kirine.”
 
PEYMANEKE CIVAKÎ YA NÛ
 
Dr. Mohamed Moustafa, diyar kir ku têgeha neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan dikare di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de diyarker be. Moustafa, da xuyakirin ku ev vîzyon ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Sûriyeyê peymanek civakî ya berfireh û wekhev pêşkêş dike. Moustafa got: “Ev vîzyon pergaleke berfireh pêşbînî dike ku hemû gel bi mafên wekhev bi hev re bijîn û temsîliyeta wekhev a jinan di siyasetê de di navendê de be.
 
‘ABDULLAH OCALAN PERGALEKÊ PÊŞNIYAR DIKE’
 
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî anî ziman ku Abdullah Ocalan di parastina nasnameya gelê Kurd û pêşniyarkirina pergalek nû de xwedî rolek dîrokî ye. Ozturk, bibîr xist ku nasnameya gelê Kurd ji sala 1924’an û vir ve tê înkarkirin û got ku polîtîkaya zextê wê sûdê nede Tirkiye û hêzên din. Ozturk, diyar kir ku ezmûna rêveberiya wekhev li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi demokrasiya rasterast a bi pêşengiya jinan û temsîliyeta wekhev a hemû gelan, modelek ku hêvî dide herêmê ye.
 
Civîn bi peyama ku ramanên Abdullah Ocalan ji bo aştî, demokrasî û edaleta civakî li seranserê Rojhilata Navîn diyarker in, bi dawî bû. Kesên beşdar bûne, destnîşan kirin ku pêwîste tevgera sendîkayên navneteweyî roleke çalak bilîzin û banga “Ji bo aştiyê, azadî ji Abdullah Ocalan" re dubare kirin.
 
TUC’ê, bi 5.5 milyon endamên xwe ku 48 sendîka girêdayî wê ne, ji sala 1868’an vir ve di warên civakî, siyasî û karsaziyê de xebat dimeşîne û li Ingilistanê rêxistineke bi bandor e.
 

Sernavên din

14/09/2025
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin
10:17 Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin
09:23 'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’
09:20 Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin
09:17 Tirkiye 11 sal in gavan naavêje: Divê komîte helwesteke zelal nîşan bide
09:16 Kuçeyên Kadikoyê: Daxwaza ji bo çareseriyê zêde ye lê baweriya bi îktîdarê kêm e
09:14 'Astengkirina şînan û xerakirina goristanan zirarê didin pêvajoyê'
09:13 Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin
09:12 Li dijî Can Holdîngê operasyon: Dest danîn ser Haberturk û Show TV’yê
09:04 Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand