Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin

  • rojane
  • 09:20 11 Îlon 2025
  • |
img
AMED - Kesên ku di dema derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû man, gotin: "Berxwedanê encam da, destkeftiyên niha yên Kurdan mîrateyeke ji wan rojan in."
 
Çil û pênc sal di ser derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî re derbas bûn. Piştî derbeyê ku ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Kenan Evren ve hat birêvebirin, rewşa leşkerî hat ragihandin. Partiyên siyasî, digel bi sedan sendîka û rêxistinên civaka sivîl, hatin girtin. Milyon û 683 hezar kes hatin fîşkirin, 210 hezar doz li Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) hatin vekirin û 230 hezar kes hatin darizandin. 7 hezar kes bi cezayê îdamê hatin darizandin û li 517 kesan cezayê îdamê hat birîn û ji van 50 kes hatin îdamkirin.
 
Di dema derbeyê û piştî wê de ji deverên di navenda pêkanînên dijmirovahî yên derbeyê de girtîgeh hebûn. 300 kes di bin şert û mercên gumanbar de ji ber îşkence û miameleya xerab mirin. Di serdema piştre de, hat belgekirin ku 171 kes ji ber îşkenceyê mirine.
 
Navenda derbeya leşkerî Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê bû. Esat Oktay Yildiran û tîma wî her cure rêbaza îşkenceyê li ser girtiyan ceribandin. Lê berxwedana li hemberî îşkenceya dijwar jî pir mezin bû. Girtiyên PKK'ê, ji ber ku îşkenceyê red kirin, girtîgehê veguherandin navendeke berxwedanê.
 
LI DIJÎ TESLÎMBÛNÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ
 
Xweşewitandina yek ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê Adara 1982'yan de, berxwedan hîn bêtir gur kir. Ev berxwedan di 17'ê Gulana 1982'yan de bi beşdarbûna Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner berdewam kir. Ev çar kes ji ber kiryarên xwe di bîra me de wekî "Çar" bi cih bûne. Berxwedan, bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku ji hêla pêşengên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve pêş ket, gihîşt lûtkeyê. 
 
Her çend berxwedana li Hejmar 5'an hewlên derbeyê têk bir jî, kesên ku di binpêkariyan de li Tirkiye û Kurdistanê berpirsiyar bûn nehatin darizandin. Derbekar Evren di 18'ê Hezîrana 2014'an de bi cezayê muebedê yê girankirî hat cezakirin. Dadgehê, bi kêmkirina îhtiyarî, ceza guherand cezayê muebedê. Evren ku rojekê jî di girtîgehê de nema, di 10'ê Gulana 2015'an de, dema ku cezayê wî li Dadgeha Bilind bû, mir.
 
Çil û pênc sal derbas bûn, lê Destûra Bingehîn a ku ji hêla derbekaran ve hat amadekirin nehatiye guherandin û binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan qet bi dawî nebûne.
 
2 PIRS PIRSÎN Û GIRTIN
 
Serokê Komeleya 78'an Ahmet Candan, yek ji wan kesan bû ku di dema derbeyê de li Girtîgeha Hejmar 5'an îşkence lê hatiye kirin. Candan ku çar meh beriya derbeya leşkerî hatiye girtin, wiha behsa wê demê kir: "Piştî ku wan ez binçav kirim, wan pirsî, 'Xwendina te heye?' Min got, 'Ez mezûnê lîseyê me.' Wan pirsî, 'Ma tu li cîhekî dixebitî?' Min got, 'Naxebitim.' Piştre wan ez girtim û gotin, 'Ev xeternak e.' Hemû rewş ev bû. Di 15'ê Gulana 1980'yî wan ez tenê bi van pirsan girtim."
 
Candan, destnîşan kir ku di dema pêvajoya derbeyê de tevgerên ciwanan li seranserê cîhanê xurt bûne û bandor li Tirkiye û Kurdistanê kirine û derbe bi armanca destwerdana vê pêvajoyê hatiye kirin. Candan her wiha diyar kir ku tevgerên çepgir ên li Kurdistanê di dema pêvajoya derbeyê de ji hêla dewletê ve wekî "xeternaktir" hatine dîtin.
 
24 SAET ÎŞKENCE
 
Candan, tiştên li Hejmara 5'an qewimîne bibîr xistin û got: "Wan wekî mirovan li me nedinêrî. Wan weki 'dijmin' li me dinihêrî. Wan her welatparêz û sosyalîstek girtin. Carinan mirov ji axaftina li ser tişta qewimî şerm dikin. Ji bo me pir zehmet e ku em vê yekê bibêjin. Ewqas îşkence, zilm û zordarî hebû... 24 saetan îşkence li me dihat kirin. Ne nan hebû, ne xwarin hebû, ne av hebû, ne hewa hebû. Carinan me nedikarî nefesê jî bistîne."
 
Candan, destnîşan kir ku wan nekarîn parastinekê pêşkêş bikin, mudaxile li parêzeran dihat kirin û parêzerên ku dixwestin vê bikin di demeke kurt de dihatin girtin û got: "Dema ku ez çûm cem parêzer, leşkeran ji min re digot, 'Divê tu tenê bibêjî 'Bi xêr hatî' û dû re divê tu bêdeng bimînî.' Ji ber ku min çend gotinên din gotin, saet û nîvekê îşkence li min kirin. Wan gef li parêzerê min jî xwarin û ez careke din nekarîm wî bibînim."
 
Candan, bilêv kir ku berî derbeyê, parêzeran ji wan re gotiye, "Rewş wê pir xirab bibe. Barê dîrokê niha li ser milên we ye; di girtîgehan de mekanîzmayeke derbeyê heye ku biryardar e her tiştî biqedîne" û çar meh piştî van gotinan, derbe pêk hat. Candan, got: "24 saetan îşkence hebû. Xew tunebû. Tiştê din ku hûn dizanin, derî vedibû û em dihatin kuştin. Ew me derdixistin dixistin laximê. Carinan kef ji devê me dihat. Ew me derdixistin da ku em nemirin. Mirovên seqet dibûn hebûn. Hin kesan serê xwe li dîwaran dixistin û ji ser hişê xwe diçûn, hin kesan xwe dişewitand û xwe daldiqandin. Mesela qawîşa me kapasîteya wê 60 kes bûn, 25 kes seqet bûn. Me jî li wan mêze dikir." 
 
BERXWEDAN BI SER KET
 
Bi domdarî Candan diyar kir ku ew gihîştine asta ku digotin, "Em ê yan mirovahiya xwe biparêzin an jî em hemû dê bimirin," û xwepêşandanên ku li girtîgehan li dijî derbekaran pêk hatine bi bîr xist. Candan, wiha pê de çû: “Nêzîkî 150 kesan di wan girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Biryar hat dayîn ku li ser rêya ku ji hêla kadroyên pêşeng ve hatiye nîşandan berdewam bikin. Wan dest bi berxwedanê kir. Hemûyan bi xetereya mirinê dest bi vê berxwedanê kirin. Piştre, di sala 84'an de, wan dîsa heman pratîk da destpêkirin. Wê demê wan qawîşa dan ber êgir û berxwedanê encam da."
 
‘DIVÊ BÎR BÊ PARASTIN'
 
Candan ku xwest Girtîgeha Hejmar 5 bibe Muzexaneya Mafên Mirovan, wiha dom kir: “Bila bibe Muzexaneya Bîra Rabûrdiyê. Ji bo tunekirina vê bîranînê pêşniyazên curbicur hatine kirin. Hin dibêjin divê bibe muzexane, yên din jî dibêjin bibe cihê geştiyariyê. Divê cihekî bîranînê were avakirin da ku malbat karibin werin û wê bîranînê, çîrokên jiyanê û jiyana wan mirovên hêja yên ku winda bûne bibînin."
 
TIŞTÊN HATINE SERÊ HUSEYÎN BARIŞ
 
Endamê komeleyê Huseyîn Bariş (80) yek ji şahidên wê serdemê ye. Bariş dema ku li Mêrdînê wekî Midûrê Şaxa Amûrên Çandiniyê dixebitî, di 16'ê Gulana 1981'ê de li ser îfadeyên şahidan hatiye binçavkirin. Li YÎBO'yê, ku li navçeya Nisêbînê veguherîbû qereqolê, 30 rojan îşkenceyeke giran lê hatiye kirin. Piştre li Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê mehekê îşkence lê hatiye kirin.
 
Bi mîzansena "îdamê" gef li Bariş hatiye xwarin. Bariş got: "Çavên min girtin û ez birim sêdarê. Ez li ser sêdarê hatim danîn. Ji min hat pirsîn, 'Tiştek heye ku hûn ji malbata xwe re bêjin?' Min got, 'Şeş zarokên min hene. Ya herî biçûk yek salî ye, ya herî mezin 11 salî ye. Her yek ji wan dê li hemberî pergala we ya faşîst li ber xwe bide.' Piştre benik xistin stuyê min û kursiya di bin njigên min de kişandin. Piştre du polîsan ez girtim û danîm xwarê. Wan got ku ew senaryoyek e."
 
BERXWEDANA DÎROKÎ
 
Piştî çend hefteyan îşkenceyê, Bariş birine Fermandariya Kolordûya 7'emîn a Amedê. Ew ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Hejmar 5'an. 
 
Bariş destnîşan kir ku îşkenceya ku wî dîtiye li girtîgehê jî berdewam kiriye û got: "Li vir bi şev û roj îşkence li me dihat kirin. Me 24 saetan dengê qîrîna mirovan dibihîst. Mirovan dixistin nav kanalîzasyonê û dibirin hucreyan. Em ji hucreyekê ber bi hucreyekê bênavber rastî îşkenceyê hatin. Ez heta 22'yê Cotmeha 1990'î li vir mam. Em rastî her cure îşkenceyê hatin. Lê ne tenê îşkence hebû; berxwedan jî hebû. Berxwedaneke mezin. Me mîrateyeke berxwedanê hişt ku dê bi tîpên zêrîn di dîrokê de were nivîsandin."
 
‘BILA BIBE MUZEYA ŞERMÊ'
 
Bariş, destnîşan kir ku her gava ku ji ber girtîgeha ku lê îşkenceyên giran hatine kirin derbas dibe, wan rojan bi bîr tîne û got: "Plan hene ku vê derê der veguherînin karsaziyekê. Pêdivî bi cihekî heye ku ew karibin tiştên ku hatine serê me nîşan bide. Lêbelê, di vê qonaxê de, rewşek wisa ne mimkûn e. Em dixwazin ev der bibe muzeya şermê."
 
'HEVRÛBÛN DIVÊ'
 
Bariş, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha domand: "Berxwedana destanî ya ku wê rojê pêk hat me aniye vê rojê. Destkeftiyên Kurdan ên niha mîrateya wan rojan in. Gelê Kurd, gavên pêwîst ji bo aştiyê diavêje. Lêbelê, dewletê ji bilî avakirina komîsyonekê gavek jî neavêtiye. Dema ku pêvajo dest pê kir, Devlet Bahçelî bang kir ku birêz Ocalan were û li meclisê biaxive. Divê şertên vê bangê werin bicihanîn. Tecrîd berdewam dike. Çûna Îmraliyê hatiye sînordarkirin. Berxwedêrên 12'ê Îlonê jî dixwazin di komîsyonê de xwedî gotin bin. Daxwazên me yên wekî hevrûbûna bi wê demê û darizandina berpirsiyarên hovîtiyê hene."
 
MA / Mujdat Can - Fethî Balaman

Sernavên din

14/09/2025
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin
10:17 Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin
09:23 'Heke darên me bibirin dê aştî çawa were?’
09:20 Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin
09:17 Tirkiye 11 sal in gavan naavêje: Divê komîte helwesteke zelal nîşan bide
09:16 Kuçeyên Kadikoyê: Daxwaza ji bo çareseriyê zêde ye lê baweriya bi îktîdarê kêm e
09:14 'Astengkirina şînan û xerakirina goristanan zirarê didin pêvajoyê'
09:13 Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê: Bila Kurd bi ser nekevin
09:12 Li dijî Can Holdîngê operasyon: Dest danîn ser Haberturk û Show TV’yê
09:04 Bedirhanoglû: Dê yekitiya Kurdan tevkariyê li aştiyê bike
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand