MÛŞ - Hunermendên Elewî yên ji bo “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” hatin Gimgimê, diyar kirin ew pêvajoyê pir girîng dibînin û gotin: “Heke aştî çêbibe dê her kes bihizûr bibe.”
Rêxistinên Elewiyan cara ewil li gundê Qûrçik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” li dar xistin. Mihrîcan, ji hêla Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Cemxane û Mala Çandê ya Gundê Qûrçikê, Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê û Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê (AABF) tê lidarxistin. Mihrîcan dê îro bi dawî bibe. Hunermendên Elewî yên tev li mihrîcanê bûn, diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Elewiyan girîng e.
Hunermend Burhan Karakaş, diyar kir ku lidarxistina mihrîcanê ya li Qûrçikê ji bo Elewiyan ji hêla baweriyê ve girîng e û girîngiya mihrîcanê ya li dijî pişaftinê vegot. Karakaş, destnîşan kir ku Elewî bi hezaran sal in li vê xakê dijîn û her tim aştî parastine. Karakaş, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Em vê pêvajoyê pir girîng dibînin. Heke aştî çêbibe dê her kes bihizûr be. Daxwaza Elewiyan her tim aştî bû. Hêvîdarin ev pêvajo bi ser keve. Bi qasî yên bawer dikin, ewqas kes jî ji pêvajoyê bawer nakin. Her wiha hin alî hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev kes jî xwe bi şer xweyî dikin.”
'HEWCEYE ELEWÎ LI DIJÎ PIŞAFTINÊ LI BER XWE BIDIN’
Bi domdarî Karaş bi lêv kir ku civaka Elewî ji serdema Osmaniyan heta niha bi pişaftinê re rû bi rû ne û ev polîtîkaye hêj didomin. Karakaş, got: “Dixwazin Elewiyan girêdayî Serokatiya Çandê bikin. Ev, pişaftin e. Lewma em dibêjin ‘divê her kes li dijî vê li ber xwe bide.’ Heke berxwedan çênebe dê asîmîle bibin. Munzur ji bo me xwedî cihekî girîng e. Munzur Baba, Duzgun Baba, ziyaretgehên me ji bo baweriya me girîng in. Bêguman dema pişaftin dibe ji her alî ve êriş dikin. Hunermendên rasteqîn, alîgiriyên aştiyê ne. Bi me re ne. Em jî bi aştî û xwişk-biratiyê re ne. Em tevek dikarin bi hev re bijîn. Hewceye li dijî pişaftinê her kes baweriya xwe bijî û bidomîne.”
'ELEWÎTÎ BI SEDAN SALA YE HEYE’
Ji hunermendan Erencan Çelîk jî got ku mihrîcan pêwîstî bû û bal kişand ser pişaftina li dijî baweriya Elewîtiyê. Çelîk, wiha dom kir: “Dewlet her tim li dijî hindikahiyan van polîtîkayan dixe meriyetê. Ev polîtîkaye xelet in, mirovan ji hev dûr dixin. Divê dev jê berdin. Elewî li dijî tu bawerî û derdoran nînin. Tekane daxwaza me ew e ku li dijî baweriya me rêzgir bin.”
'OCALAN JÎ NE ÇEKAN LÊ AŞTIYÊ DIXWAZE’
Çelîk, daxuyand ku tu kes di şer de bi ser nakeve û ji ber pêvajoya heyî keyfxweş in. Çelîk, got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ne çekê lê aştiyê dixwaze û axaftina xwe wiha qedand: “Hêvîdarim pêvajoya aştiyê, ji bo hem gelê Kurd hem jî gelê Tirk destkeftiyên mezin bi xwe re bîne. Komara Tirkiyeyê jî bi hevkariya gelên Kurd û Tirk hate avakirin. Hêvîdarim bikarin aştiyê çêbikin. Divê ev ne yekalî lê dualî be. Civaka Elewî berê ji bo parastina canê xwe û niha jî ji bo parastina baweriya xwe li ber xwe dide. Ji bo Elewîtiyê hewcehî bi tu serokatiyan an jî saziyan nîne. Elewî bi xwe dikarin perestgehên xwe ava bikin.”