NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya PYD û tîma Nûnerê Taybet ê NY’yê ku li Şamê hevdîtin pêk anîn, diyar kir ku ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk divê diyaloga navxweyî bi beşdariya tevahiya aliyên siyasî bidome.
Di çarçoveya hewldanên pêşxistina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê û piştevaniya çareseriya siyasî de, şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), duh li Şamê bi tîma Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen û Rêveberê Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Ebdullezîz Ebdullezîz re hevdîtinek pêk anî. Şandeya PYD’ê ji Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Sema Begdaş û endamên rêxistina partiyê ya Şamê Mihemed Emîn û Feyrûz Xelîl pêk hat.
Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyeyê, rêbazên pêkanîna çareseriyeke siyasî ya giştî, pêşxistina têkiliyên civakî û siyasî yên Sûriyeyê û her wiha avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên welêt de nîqaş çêbûn.
Endamên şandeya PYD’ê bal kişandin ser gotinên nefret û kîndariyê ku li dijî gelê kurd û QSD’ê tên kirin û diyar kirin ku divê li ber van nêzîkatiyan bê girtin.
Endamên tîma Pedersen jî anîn ziman ku ew gotinên nefretê red dikin, piştgiriyê didin hewldanên xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de û peymana 10’ê Adarê ya di navbera serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî de.
Tîma nûnerê NY’yê her wiha îşaret pê kir ku divê diyalogên navxweyî bidomin û da zanîn ku NY’yê piştgiriyê dide hewldanên avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser esasê edalet û wekheviyê.
Di dawiya hevdîtinê de ji bo pêkanîna hêviyên gelên Sûriyeyê yên avakirina welatekî azad û demokratîk girîngiya domandina diyalogan û beşdariya tevahiya aliyên siyasî hat destnîşankirin.