‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'

  • rojane
  • 09:08 15 Tebax 2025
  • |
RIHA - Yasîn Arslan, ku der barê birayê xwe Metîn Arslan de got "Her kêlî, her deqeyek ku wî xerc kir, hem ji bo me û hem jî ji bo pêşdebirina têkoşînê bû" û xwişka wî Rabîa Arslanê jî ji bo birayê xwe wiha got: "Em careke din bi birayê xwe serbilind bûn." 
 
HPG'ê di 11'ê Tebaxê de ragihand ku Metîn Arslan (Koçero Urfa), endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo, di 4'ê Mijdara 2019'an de di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye. Malbat û hezkiriyên Arslan di 12'ê Tebaxê de li taxa Amara ya Xelfetî merasîmeke sersaxiyê ji bo wî li dar xistin. Şîn di roja sêyemîn de berdewam dike.
 
Metîn Arslan ku di Adara 1968'an de li navçeya Belqis a Dîlokê ji dayik bû, zarokê duyemîn ê malbateke xizan a heft xwişk û bira bû. Dê û bavê wî bi eslê xwe ji Xelfetiyê ne, lê ji bo xebatê çûne wir. Aslan ji bo alîkariya bavê xwe yê şelwar difirotin û malbata xwe bike, hema bêje çi kar hebûya dikir. Piştî ku dibistana seretayî, navîn û amadeyî li navçeyê qedand, Arslan hem di civaka xwe de û hem jî di tevahiya jiyana xwe ya akademîk de bi serkeftina xwe, bi dîsîplîn û xebata xwe bû kesekî berbiçav. 
 
Arslan li Zanîngeha 9 Eylulê ya Îzmîrê Beşa Aborî û Darayî qezenc kir û ji bo xwendinê çû wir. Her havîn vedigeriya bajarê xwe û wekî nanpêj dixebitî û pereyê xwe yê xwendinê qezenc dikir û ji hêla aborî ve debara malbata xwe dikir. Di van salan de, dema ku malbata wî ji aliyê aborî ve zehmetî dikişand, ew diçû Edeneyê da ku pembû berhev bike û lêçûnên xwendina xwe bi dest bixe. Wê sala ku çû Edeneyê birayê wî yê biçûk, Ercan, ku 15 salî bû, di qenalekê de xeniqî. Bavê wî ku debara xwe bi firotina şelwaran dikir, ji ber ku pereyên wî kêm bûn, neçar ma ku cenazeyê wî bi traktorê bibe Belqisê. Vê bûyerê Metîn Arslan ku wê demê xwendekarê pola sêyemîn a zanîngehê bû, pir êşand. Bi rastî, piştî merasîma cenazeyê birayê xwe, Arslan cara dawî vegeriya cem malbata xwe ya li Belqisê û nêzî salekê şûnde, biryar da ku tevlî PKK'ê bibe.
 
JI RÊBERÊ GELÊ KURD PIR BANDOR BÛ
 
Arslan ku di salên zanîngehê de beşdarî xebatên Komalên Ciwan bû, di vê demê de bi çend hevalên xwe re tevlî PKK'ê bû. Modela herî girîng a Arslan kurê xalê wî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Çûna Abdullah Ocalan ji Xelfetiyê û têkoşîna ku wî da destpêkirin û bi rê ve bir, di nav tiştên ku herî zêde bandor li Arslan kir de bûn, ku dixwest wî nas bike. Arslan ku tevlî PKK'ê bû, navê ku bavê wî di nav gel de pê dihat nasîn, Koçero, li xwe kir. Celal Arslan ku bi salan hesreta kurê xwe Metîn dikişand, di sala 2005'an de ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da.
 
Ji bo Metin Arslan ku di 4'ê Mijdara 2019'an de di êrişa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da, di 12'ê Tebaxê de li taxa Amara ya Xelfetiyê şîn hat danîn. Ferdên malbata Asrlan der barê wî de axivîn. 
 
Birayê wî, Yasîn Arslan diyar kir ku Metîn Arslan bi şêwaza jiyana xwe û helwesta xwe mirovekî hêja bû ku were naskirin. Aslan ku got "Ji ciwaniya xwe ve, di nava têkoşînê de her tim bi vê têgehê pêwendî bi me re danî. Kiryar û pirsên wî her tim perspektîfên nû li me zêde kirin. Wî her tim xwe ji bo kirina tiştekî cuda di vê têkoşînê de veqetand" wiha domand: "Em bi hêvî li benda wî bûn, lê me xebera şehadeta wî wergirt. Her kêliyek jiyana wî hem ji bo me hem jî ji bo pêşdebirina têkoşînê bû." 
 
Yasîn Arslan birayê xwe yê mezin Metîn Arslan wekî "kesekî ku pir xwende, her tim bi awayekî cuda û pêşverû difikirî" wesifand. Arslan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji wan kesan bû ku herî zêde bandor li ser ramana wî kiriye. Arslan anî ziman ku wî jiyana Abdullah Ocalan wekî mînak girtiye û ramanên wî bi awayekî pir baş bi kar aniye û ev yek bûye sedem ku birayê wî di temenekî ciwan de tevli nava tevgerê bibe. 
 
Rabîa Arslanê (54) jî diyar kir ku birayê wê yê mezin Arslan dema ku ew hîn ciwan bûye tevlî PKK'ê bûye û got: "Em bi hev re diçûn gund. Wî fistiq berhev dikir. Birayê min baş, wêrek, cesaret û bihêz bû. Bi rûmet jiya. Heya niha kesî ji bo wî negotiye xirab e. Em bi birayê min serbilind in."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

21/08/2025
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir