Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?

  • rojane
  • 09:07 15 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Îdeolojiya Rizgariya Jinê ku Abdullah Ocalan 27 sal berê di 8'ê Adarê de ragihandibû, bi veguherîna ku çêkiriye bandorê li cîhanê dike. Bi pêvajoya nû re, Ocalan careke din bang li jinan kir ku li dora vê îdeolojiyê xwe birêxistin bikin. 

 
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de hat ragihandin, bi pêşketinên nû re dimeş. Her ku pêvajo pêşve diçe, gelek mijar der barê xwerêxistinkirin û ji nû ve avakirinê de li gorî ruhê serdema nû tên nîqaşkirin. Di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka kurd de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan gavên girîng tên avêtin û xebat li ser tiştên ku divê alî bikin berdewam dike.
 
JINÊN KU KIRDEYA PÊVAJOYÊ NE
 
Abdullah Ocalan ku ji destpêka pêvajoyê ve di hemû civîn û bangên ku kiriye de balê dikişîne ser pêşengî û azadiya jinan, bang li jinan dike ku bibin kirde û pêşengên pêvajoyê û bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê xwe ji nû ve birêxistin bikin.
 
Ocalan ku azadiya jinan xistiye navenda paradîgmaya xwe û ji bo wê çareserî pêşxist, bi vê helwesta xwe ya ku di çarçoveya pêvajoya nû de nîşan da, careke din xwe wekî rêberekî bêhempa li cîhanê nîşan da. Bangên Ocalan di nav hemû jinên ku li azadiyê digerin de kelecaneke mezin çêkir.
 
Ocalan, bi vê pêvajoyê re di warê azadiya jinê de rêyeke nû ava kir û hîn jî ji bo hemû jinên cîhanê dibe îlham. 
 
ATOLYE DEST PÊ KIRIN
 
Banga Ocalan a ji bo jinan ku xwe bi rêya Îdeolojiya Rizgariya Jinê ji nû ve birêxistin bikin, bêbersiv nema. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), atolyeyên li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê dest pê kirin. Ev atolye li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi beşdariyeke mezin a jinan berdewam dikin.
 
Em li ser girîngî û bandorên Îdeolojiya Rizgariya Jinê ku bi bangewaziyê re gelek caran derket pêş û bi bandora xwe bal kişand, sekinîn. Ocalan di 8'ê Adara 1998'an de li ser Med TV'yê pêwîstiya Îdeolojiya Rizgariya Jinê û rêgezên wê bi eşkereyî rave kir.
 
JI SAKÎNEYÊ HETA BESÊ: TÊKOŞÎN DIDOME
 
Îdeolojiya Rizgariya Jinê a ji hêla Ocalan ve hat pêşxistin, wekî mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî tê destnîşankirin. Çirûska ku ev îdeolojî pêxist, helwesta bêdawî ya Sakîne Cansiz a li dijî îşkenceyê li Girtîgeha Amedê bû. Têkoşîna jina pêşeng ku ji hêla Sakîne Cansiz ve hat destpêkirin, gihîşt merasîma şewitandina çekê ya Besê Hozat ku ji hêla PKK ve li Silêmaniyê hat lidarxistin.
 
Bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê, jinên kurd di her warî de, bi taybetî di warên siyasî, leşkerî û civakî de, xwe veguherandine. Têkoşîna wan ji bo jinên li çaraliyê cîhanê bûye rol-modelek. 
 
ÇIMA ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ?
 
Daxuyaniya Ocalan a li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya di 8'ê Adara 1998'an de wiha bû: "Girîng e ku partiya me, bi rojanekirina sosyalîzmê re, ne tenê li ser rizgariya li Kurdistanê, di heman demê de bi nêzîkatiyek hem bi îdîa û hem jî afirîner di aliyê jinan de, li ser têkoşînên civakî yên nû yên li çaraliyê cîhanê, nemaze li Rojhilata Navînê jî, biaxive. Berî her tiştî, divê em behsa Îdeolojiya Rizgariya Jinê bikin. Em dixwazin vê îdeolojiyê biafirînin. Ev erk bi şîrovekirina çend bûyerên asayî, çend çalakiyan, an jî tenê şîrovekirina wê nayê kirin. Bêyî pêşkeftinek pir dijwar a Îdeolojiya Rizgariya Jinê, her tişt tenê dikare xwexapandin be. Û ez bawer dikim ku em hewceyê Îdeolojiyeke Rizgariya Jinê ya pir cidî ne."
 
NE NÊZÎKATIYEKE FEMINÎST E
 
Ev ne îdeolojiyek tenê di wateya rizgariya zayendî de ye. Doktrîna sosyalîst û heta analîzeke zanistî ya civakê, dê me bigihîne astekê ku îdeolojiyeke rizgariyê ya bi navenda xwe jin, dê pir girîng be. Ev yek, ji wan mijaran e ku ez bi xwe li ser disekinim. Bê guman ev ne nêzîkatiyeke femînîst e. Jixwe ez bi xwe ne jin im. Lê ez girîng dibînim ku îdeolojiyek û rêxistinek li ser bingeha perspektîfeke bi navenda xwe jin, were pêşxistin.
 
Ji çareserkirina pirsgirêkên şer bigire heta pêkanîna aştiyek li ser bingeha azadiyê, pêşveçûnek wisa ya îdeolojîk pêwîst e. Hemû îdeolojiyên heta niha îdeolojiyên ku ji hêla mêran ve hatine damxandin û serdestiya mêran ve hatine çêkirin, îdeolojiyên mêr-serdest bûn. Bê guman aliyekî çînî heye û aliyekî emperyalîst, kolonyalîst jî heye. Lê aliyekî bi awayekî berbiçav jî yê ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin heye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Her çend nêzîkatiya mêrê-serdest a ku li ser civakê serdest bûye bi sedsalan e vê yekê veşartibe jî, ne mimkûn e ku kesek ku rêzgirtineke kûr ji zanistê re hebe, eleqeyeke xurt ji bo rizgariya jinan hebe û bi vî rengî, bi wateyeke nêzîk ve girêdayî, rizgariya gel û ya gelekî, vê yekê nebîne. Ji ber vê yekê, ew hewcedariya afirandina îdeolojiyek bi navenda xwe jin, girîng dibînin.
 
Ev yek, heta radeyekê kêm-zêde, di serkirdayetiyên din ên komunîst û sosyalîst de hatiye çareserkirin. Lê ew pir bi sînor bûye û nekariye ji nêzîkatiyên serdestiya mêran derbas bibe. Û di jiyana xwe de, ew bi bingehîn nekariye ji têgihîştina serdestiya di nav malbatê de pir wêdetir biçin. Ev jî dikare wekî kêmasiyeke sosyalîzmê were hesibandin. Tişta ku em dixwazin li vir çareser bikin tiştekî din e.
 
ÎDEOLOJIYEKE LI SER ESASÊ JINÊ YE
 
Bi rastî, ev ne îdeolojiyeke bi zorê ye. Di qonaxên destpêkê yên rêxistina civakî ya dîrokê de, îdeolojî bi giranî li ser jinan bû. Mînak, xwedawenda mezin Îştar hebû. Di zimanê me de, Star-Stêrk heye û ew xwedawenda yekem bû. Xwedayê yekem, bi rastî, xwedawendek bû. Xwedayên mêr paşê derketin holê, an jî xwedayên paşê xwe di şiklê xwedayên mêr de nîşan dan. Bê guman, ev yek bi berhemdariya jinan ve jî girêdayî ye. Bi kurtasî, îdeolojiya jinan bi giranî îdeolojiyeke civakî ye, ne îdeolojiyeke zayendî ye.
 
CIVAK WINDA DIKE
 
Eger em ji vê perspektîfê - ji perspektîfeke rêgezî û îdeolojîk ve nêzîkî van pirsgirêkan bibin, ez bawer dikim ku dê pêwîst be ku em hemû nêzîkatiyên berê, hemû îdeolojiyan û ji ber vê yekê rêxistinên li ser wan hatine avakirin -rêxistinên aborî, çandî, siyasî û leşkerî ji nû ve binirxînin. Çima? Ji ber ku serdestiya mêran esas digirin û şer, newekhevî û zilmê dihewînın. Ev yek bi xwe re kêmbûna zayendê tîne. Bê guman, kêmbûna zayendê tê wateya kêmbûna jiyanê. Piştî kêmbûna jiyanê û ev bi taybetî di aliyê jinan de berbiçav e, dîlgirtina zayendê tevahiya civakê ber bi dîlgirtinê ve dibe. Û bi gelemperî, civak winda dike û rêya şerên bêserûber ji destpêkê heta dawiyê tê vekirin. Bi rastî, xwezaya dijwar a şerê heyî li Tirkiyeyê xwedî esleke çînî ye, girêdanek bi emperyalîzmê re ye, lê girêdana wê bi hişmendiya mêr a serdest û şovenîst re jî pir berbiçav e.
 
PÊDIVÎ BI ÎDEOLOJOYA RIZGARIYA JINÊ HEYE
 
Ji ber vê yekê, ez dibêjim, nêzîkatiyek ku dibêje, "Ne dema wê ye, ew dikare paşê bibe" bi tevahî xelet e. Ger em bixwazin beşdarî her tevgerek şoreşgerî, an jî her çalakiyek civakî ya cidî bibin, em bi bêhêvî hewceyê tevgereke îdeolojîk in ku her ku diçe aliyê jinane dide pêş."
 
5 RÊGEZÊN BINGEHÎN
 
Ocalan rêgezên Îdeolojiya Rizgariya Jinê wekî welatparêzî, ramana azad, îradeya azad, rêxistin, hişmendiya têkoşînê û estetîkê pênase dike û wiha dibêje: 
 
"Eger hûn jiyana xwe li ser van pênc rêgezan ava bikin bi ya min, we çeka herî mezin a rizgariyê bi kar aniye. Bi van çekan û ez îro tekez dikim ku ev çeka herî bi heybet e, saziyek ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin tune ye ku hûn nekarin wê bînin rê. Her wiha zilamek tune ye ku hûn nekarin wê bînin ser rê û bi ya min, ev tişta herî hêja di jiyanê de ye. Ger em jê re bibêjin girêdana bi dema niha re, ger em jê re bibêjin rêzgirtina ji bo dema niha, wê hingê rêxistineke jinan a li ser van rêgezan û têkoşîna wê bê guman dê bersiva herî mezin ji bo mirovahiyê, ji bo dijayateiya şerê qirêj û ji bo jiyaneke azad be."
 
MA / Semra Tûran 
 
 

Sernavên din

21/08/2025
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir