NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Peyasê di dema qeyûm de ji ber nelirêtiyê û gendeliyê ketiye bin deynekî mezin. Di encame lêpirsina dadgehê de li 25 kesan ceza hatiye birîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat; di encama lêkolîn û lêpirsînan de derket holê ku dema ku Şaredariya Peyasê ya Amedê di bin rêveberiya qeyûm de bû, gendelî, nelirêtî û sextekariyên ku ziyanê didin raya cemawerî pêk hatine. Çavkaniyên şaredariyê bi pratîkên li dijî qanûnê hatine bikaranîn. Dabeşkirina budçeyên şaredariyê ji bo sûdwergirtina kes û komên nêzî AKP’ê hatiye bikaranîn.
Rêyên hatine çêkirin li gorî rêzikname û pêdiviyan nehatine çêkirin. Di îhaleyan de sextekariyê hatiye kirin. Ji çavkaniyên şaredariyê pereyek mezin bi fatûreyên sexte ji bo hevkar û koman hatin veqetandin. Di encama lêpirsînê de derket holê ku bêyî xizmetê bikin pere xerc kirine. Wekî ku xizmet kirine lêçûn nîşan dane. Ji ber sextekariyê bi mîlyonan lîre pere xerc kirin e û deynê şaredariyê zêde kiriye. Her wiha gel ji xizmetên bingehîn ên şaredariyê bêpar hatiye hiştin.
Li ser raporên mufetîşên berê yên derbarê îhaleyên nerêkûpêk û xercan de di derbarê 30 kesan de doz hat vekirin. Di encama dozê de dadgehê li 25 kesan cezayê salek û sê meh birî. Ew kesên hatin cezakirin hîn ji wan tayîna xwe xwestin, hinek ji wan jî malnişîn bûn e û yên din jî hîn dixebitin.