ÎZMÎR - Ji hewa û bejahiyê ve mudaxileyî şewata ku li Ûrlayê bi daristanê ket, tê kirin.
Li Taxa Kûşçûlar a navçeya Ûrla ya Îzmîrê duh agir bi daristanê ket. Bi bandora ba şewat di demeke kurt de berbelav bû. PIştî vê bi balafirekê û 4 helîkopteran ji hewayê û bi 4 dozer, 40 arazoz û tankerên avê jî ji bejahiyê mudaxile hat kirin. Piştî tarî ket erdê, mudaxile ji bejahiyê ve dewam kir.
Îro danê sibehê dîsa ji hewayê û bejahiyê ve mudaxile hat kirin.