NAVENDA NÛÇEYAN – Li Herêma Federe ya Kurdistanê 82 roj in mûçeyên xebatkarên saziyên cemawerî nayê dayîn. Xebatkaran rewş protesto kir.
Li Herêma Federe ya Kurdistanê 82 roj in mûçeyên xebatkarên saziyên cemawerî nayê dayîn. Li bajarê Hewlêr, Silêmaniyê û Helebçeyê xebatkarên gelek saziyan ev rewş protesto kirin.
Hikûmeta demkî ya Herêma Federe ya Kurdistanê, di 16’ê Tîrmehê de piştî civîna Lijneya Wezîran, di daxuyaniyê de diyar kiribû ku lihevkirina ji bo mûçeyan a bi Bexdayê re hatiye çêkirin, dê bixin meriyetê. Di çarçoveya lihevkirinê de dida zanîn ku dê Hikûmeta Iraqê, mûçeyên xebatkarên herêmê û mafên darayî dabîn bike.
Lijneya Wezirên Iraqê, di 17’ê Tîrmehê de ji bo mûçeyên xebatkarên Herêma Federe ya Kurdistanê gotûbêj bikin awarte civiya. Serokwezîrê Iraqê Muahmmed Şiya Sudanî, di civînê de ji bo şandina mûçeyên xebatkaran ê meha Gulanê biryarname îmze kir. Lêblê di 20’ê Tîrmehê de Wezîrê Darayî yê Iraqê Tayf Samî got: “Heta herêm, dehata petrolê teslîm neke, dê mûçeyan neşînin.”
Ji ber xemsariya Hikûmeta demkî ya Herêma Federe ya Kurdistanê ku bi serokatiya Mesrûr Barzanî ve bi rêve diçe, qeyrana mûçeyan nayê çareserkirin. Xebatkarên saziyên cemawerî û welatiyên bi mûçeyên cemawerî ve dabara xwe dikin 82 roj in mûçe wernegirtine û tengasiyên aboriyê dijîn. Xebatkaran, hêj mûçeya meha Kanûna 2024’an û mûçeyên Gulan, Hezîran û Tîrmeha îsal wernegirtine.