Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît

  • rojane
  • 09:07 18 Tîrmeh 2025
  • |

SÊRT/WAN - Malbatên Huseyîn Nas û Tacdîn Işik ên endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk, diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û gotin: "Tevahiya cîhanê hêza teorîk û pratîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê dîtiye. Em bi Ocalan bawer in. Gelê kurd û PKK heta dawiyê girêdayî wî ne." 

Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir û dû re di kongreya xwe ya 12'emîn de ku di navbera 5-7'ê Gulanê de pêk hat, biryar da ku xwe fesix bike. Piştî peyama bidîmen ya Abdullah Ocalan a di 9'ê Tîrmehê de, di 11'ê Tîrmehê de, "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" a ji 30 kesan pêkhatî, bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê, çekên xwe bi merasîmekê îmha kir.
 
Di nav kesên ku çekên xwe îmha kirin de Huseyîn Nas (Xebat Penaber) (30) û Tacdîn Işik (Mehtî Akîf) (47) jî hebûn. Huseyîn Nas ê ji Sêrtê, di sala 2014'an de tevlî PKK'ê bûye û Mehtî Akîf jî ji gundê Çarçelan ê navçeya Payîzaya Wanê di sala 1994'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye.
 
LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ TEVLÎ PKK'Ê BÛ
 
Malbata Işik yek ji wan malbatan e ku di salên 1990'î de bi şewitandina gundan, serdegirtin û îşkenceyê re rû bi rû maye. Işik ku di zarokatiya xwe de di serdegirtinên gundê wan de bi îşkenceya dewletê re rû bi rû maye, tundiya sîstematîk a dewletê qebûl nekiriye û di 16 saliya xwe de tevlî PKK'ê bûye. Piştî ku Işik tevlî PKK'ê bûye, zext li ser malbatê zêde bûne. Ji ber vê yekê, malbat neçar maye ku di sala 1995'an de koçî Stenbolê bike û di sala 2018'an de vegeriyaye bajarê xwe Wanê.
 
90 SALÎ YE: BILA DAYIK BIGIHÊN ZAROKÊN XWE
 
Dayika 90 salî ya Mehtî Işik, Kûmrû Işik, anî ziman ku ji ber ku di merasîmê de kurê xwe dîtiye kêfxweş bûye. Işik destnîşan kir ku ev cara yekem e ku ew piştî gelek salan wî dibîne û got: "Dema ku min kurê xwe dît ez pir kêfxweş û bi heyecan bûm. Ez bi wî pir serbilind bûm. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi rêkûpêk berdewam bike û ji bo hemû mirovan pêşerojek geş û serfiraz peyda bike. Tenê daxwaza min ew e ku hemû zarok demildest bigihên dayikên xwe."
 
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'
 
Kûmrû Işikê bal kişand ser banga bidîmen a Abdullah Ocalan jî û got: "Em pir kêfxweş bûn ku piştî 26 salan me dîmenê birêz Abdullah Ocalan dît. Em hêvî dikin ku ev bangên birêz Abdullah Ocalan dê serkeftî bin. Mîna her kesî, em jî aştiyê dixwazin û em bawer dikin ku ew ê çêbibe. Ji bo ku ev çêbibe, divê pêşî azadiya birêz Ocalan were misogerkirin. Ger ev pêk were, em ê baweriya xwe bi tevahî bi pêvajoyê bînin. Hemû duayên min ji bo vê yekê ne."
 
Kûmrû Işikê bi bîr xist ku kurê wê ji ber îşkence û zilma ku li gund dîtine tevlî PKK'ê bûye û got: "Kurê min li dijî zilma dewletê tevlî PKK'ê bû. Ez dixwazim ev neheqî hemû bi vê pêvajoyê bi dawî bibin."
 
Kûmrû Işikê ku got ku ew hemû gerîlayan wekî zarokên xwe dibîne, wiha pê de çû: "Ew hemû zarokên min in. Ger ez careke din bigihêm kurê xwe, ez dixwazim bi wî re li ser hemû tiştên xweş biaxivim. Mînak, ez dixwazim ku ew ji min re behsa serpêhatiyên xwe, hevalên xwe û jiyana xwe ya li wir bike."
 
Mehmet Can Nas, birayê mezin ê Huseyin Nas jî, behsa hestên xwe yên dema ku birayê xwe dîtine lê peyda bûne kir. Nas anî ziman ku dema ku merasîmê temaşe dikir, dayika gerîlayekî ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû jê re gotiye, "Xwezî zarokê min van rojan bidîta û dîsa serê xwe daniya erdê." Nas bilêv kir ku van gotinan bandoreke mezin li wî kirine. Nas ku qurbaniyên ku gelê kurd dane bi bîr anî, diyar kir ku dema ku merasîm temaşe dikir kêliyek dilşewat bûye û got: "E li hevalên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane û malbatên ku zarokên xwe ji bo vê dozê winda kirine fikirîn. Bê guman, hebûna hezkiriyekî mirov di merasîmê de hestek cuda ye. Lê ji ber bedênlên hatine dayin, em nikarin hezkirina xwe bidin der." 
 
'CÎHANÊ HÊZA TERORÎK Û PRATÎKÊ DÎT'
 
Nas, şewitandina çekan ji aliyê PKK'ê ve wekî "gaveke niyeta baş" bi nav kir û got: "Kurd bi hev re li pişta Abdullah Ocalan in. Bi merasîmê re, tevahiya cîhanê dît ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê, hem ji hêla teorîk ve û hem jî ji hêla pratîkî ve amade ye. Em baweriya xwe bi zanîn, ezmûn  teorî û pratîka Abdullah Ocalan tînin. Hemû gelê me li pişta wî ye. Gelê kurd û PKK heya dawiyê girêdayî wî ne." 
 
Nas destnîşan kir ku pêwîst e li meclisê komîsyon bê avakirin û dewlet demildest gavên qanûnî biavêje. Nas got: "Gavên qanûnî dê baweriya gel a ji bo pêvajoyê zêde bike û bêbaweriya bi dewletê ji holê rake. Li aliyê kurdan tu pirsgirêk tune, lê ji ber nebûna gavên aliyê tirk, fikarên gel hene. Bi kêmanî divê gaveke li meclisê bê avêtin, girtiyên nexweş bên berdan, girtiyên siyasî bên berdan û ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin." 
 
MA/ Ozan Bayindir- Rûkiye Payîz Adiguzel 
 
 

Sernavên din

20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê xwe bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e