NAVENDA NÛÇEYAN – Saye Sîdal a li Girtîgeha Qerçek ê ragirtin, ragihand ku li dijî Pexşan Ezîzî tundiyên fîzîkî û yên dêrûnî tên kirin.
Roja 24’ê Hezîranê Îsraîlê Girtîgeha Evînê bombebaran kir. Piştre girtiyên siyasî yên li girtîgehê ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatin veguhestin. Ji wê rojê ve zext, gef û êşkenceya li beramberî girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve zêdetir û tundtir bûye.
Girtiya siyasî Saye Sîdal a li Girtîgeha Qerçek girtiye, têkildarî rewşa dawî ya Pexşan Ezîzî li ser rûpela xwe ya medyaya dijîtal a înstagramê peyamek belav kir.
Saye Sîdal ragihand ku Pexşan Ezîzî li girtîgehê di şeş mehên borî de bûye hedefa êrîşên sîstematîk ên derûnî û fîzîkî. Saye Sîdal got: “Ew bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin û tenê ‘du gav ji darvekirinê dûr e’. Gelo ev êrîş ji ku derê ve tên?”
Girtiya siyasî Saye Sîdal destnîşan kir ku êdî dema ‘şermezarkirin û çavdêriyê’ derbas bûye; pêşîgirtina li her bûyerekek tundiyê karekî mirovî û lezgîn e.