ÎZMÎR - Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan a 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' bû, xwest ku şewata ji aliyê komê ve hatiye pêxistin rê li ber azadiyê veke.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk tê di 11'ê Tîrmehê de li herêma Şikefta Casenê ya girêdayî navçeya Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo îmhakirina çekan merasîmek li dar xist. Di merasîmê de siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên ji Tirkiye û gelek welatên din amade bûn.
ŞAHIDIYA DÎROKÊ
Di nava kesên beşdarî merasîmê bûn de Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal jî hebû. Piştî merasîmê Bîrdal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û qala tiştên ku dewlet, muxalefet û civak divê bike kir.
Bîrdal diyar kir ku şahidiya merasîma dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hat lidarxistin watedar e û wiha got: "Em bi wê kelecan û hestyariyê çûn. Ev yek hewldana sêyemîn a li deriyê sînor ê Xabûrê bû. Beriya niha ji bo ku leşkerên di destê PKK'ê de bistîne çûbûm wir. Di wê demê de PKK'ê jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkê firsendek dabû, lê dewlet neket nava liv û tevgerê. Ji wê demê heta niha bîst û neh sal derbas bûn û gelek êş hatin jiyîn... Em careke din ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çûn."
WATEYA AGIR
Akin bal kişand ser girîngiya şewitandina çekan û bibîr xist ku agir ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn girîng e. Bîrdal da zanîn ku ji holê rakirina çekan ji aliyê "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" ve bi şewitandina wan rêbaza herî baş e ku hatiye hilbijartin û destnîşan kir ku agirê pêket dê bibe wesîleya azadiyê.
AŞTIYA CIVAKÎ
Bîrdal diyar kir ku divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha got: "Aştiya civakî divê mirov, hewa, av û heywanên xwe tevlî bike. Herî dawî li Stenbolê malbateke Kurd ji ber ku muzîka Kurdî guhdarî kir rastî şîdeta polîsan hat. Ev çend roj in em li bendê ne ku rayedar têkildarî vê mijarê lêpirsînê bidin destpêkirin. Di dema nîqaşkirina tiştên divê der barê pêvajoyê de bên kirin de, pêwîste pêşî li bêhiqûqiyên bi vî rengî were anîn. Êrîşên di pêvajoyeke bi vî rengî de tên kirin, qels dikin."
Bîrdal da zanîn ku divê ji niha û pê ve çi bê kirin û got, "Beriya her tiştî divê dev ji retorîka dewletê ya 'Tirkiyeya bêteror' bê berdan. Ev binavkirineke şaş e. Divê dewlet destpêkê dest ji vê berde. Li aliyê din hevdîtinên aştiyane û lêgerîna mafên karkeran hê jî tên astengkirin û Dayikên Şemiyê hê jî qurnefîlan davêjin ser barîkatan. Yên ku bi biryarnameyê ji kar hatin derxistin divê li karê xwe vegerin. Hevşaredarên ku weke qeyûm hatine tayînkirin divê di pozîsyonên xwe de ji nû ve bên wezîfedarkirin. Di çarçoveya pêvajoyê de pêwîst e pêşî van neheqiyan ji holê rakin."
ROLA KOMÎSYONÊ
Bîrdal ku bal kişand ser komîsyona li meclisê bê avakirin û wiha got: "Divê xebatên komîsyonê şefaf bin. Her wiha divê komîsyonên xwe yên jêrîn biafirîne. Divê ev jêr-komîsyon her kes tevlî pêvajoyê bibe. Divê aştiya civakî di nav da be. Aştiyeke ku tenê di navbera Tifaqa Gel û DEM Partiyê de pêş dikeve gumanan çêdike. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê bingeheke qanûnî û destûra bingehînî were danîn, wê li meclisê cih bigire. Ji ber vê yekê, dervehiştina partiya mûxalefeta bingehîn ku niha partiya pêşeng e, li derveyî pêvajoyê ye. Di vê noqteyê de rola DEM Partiyê û hêzên demokrasiyê heye . Bi hemû beşên ku îdîa dikin destekê didin pêvajoyê re maseyeke girover dikare bê avakirin. Di vê maseyê de divê tevkariyên hem çareseriyê hem jî neçareseriya pirsgirêkê ya ji bo Tirkiyeyê bên nîqaşkirin. Ji bo çareseriyê divê lihevkirinek pêk were."
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE’
Bîrdal diyar kir ku Tirkiye divê li gorî peymanên navneteweyî bi cih bîne ku ew aliyekî wê ye û got, "Mînak divê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala li gorî biryarên DMME bên berdan. Divê Talîmata Rêveberiya Xweser a Herêmî ya Ewropayê bê pêkanîn. Eger em qala aştiya civakî bikin, divê efûyeke giştî bê derxistin, ji bilî yên li dijî mirovahiyê sûc kirine bê derxistin. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, mafê hêviyê bê naskirin û azad bibe. Divê nexşerêyek ji bo pêvajoyê bê afirandin û bi rojeveke diyarkirî were tawîzkirin."
Li aliyê din Bîrdal da zanîn ku hin derdor hînê zimanekî nefretê, cihêkarî û dijminatiyê bi kar tînin û got, "Pêwîste ev ziman biguhere. Eger ji bo pêvajoyê lihevkirinek pêk were, yên vî zimanê cihêkar bi kar tînin, wê ti desteka wan nebe. Kesên ku zimanekî bi vî rengî yê toksîk bi kar tînin, divê di medyayê de cih negirin. Eger îdîa dikin ku alîgirê aştiyê ne, wê demê divê em platform û podyumekê nedin kesên bi vî rengî."
Bîrdal destnîşan kir ku avêtina gavan li dewletê, li desthilatdariyê, li parlamentê û di mûxalefeta civakî û siyasî de ye. Bîrdal bibîr xist ku pêvajoyên beriya niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin xetimandine û wiha got: "Ev pêvajo ji yên din cudatir e, ji ber ku niha dewlet di nav de ye. Birêz Devlet Bahçelî jî got 'ev polîtîkaya dewletê ye' û bi gotina 'êdî ev berpirsyarî ya we ye' berpirsyarî ji serokkomar re derbas kir. Ev pêvajo xwedî bandorên global û herêmî ye. Kurd li 4 welatan roleke gelekî girîng dilîzin. Ji ber ku ev rol û bandor tê zanîn, destek hat dirêjkirin. Lazim e ev dest êdî veguhere wekhevî û demokrasiyê. Ji bo vegera gerîla divê qanûneke taybet bê çêkirin. Ji bo yekparebûna van kesan divê rêûresmên qanûnî bên kirin."
MA / Ugurcan Boztaş