BEDLÎS - Hevşaredarên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol, Mihrîcana Çand û Hunerê ku 16 rojan domiya nirxand û gotin dê xebatên wan ên ji bo çand û zimanê Kurdî bidomin.
Şaredariya Tetwan a Bedlîsê bi dirûşma “Em ê rêya aştiyê bi hunera azad bihûnin”, Mihrîcana Çand û Hunerê li dar xist. Mihrîcan, di 27’ê Hezîranê de dest pê kir û rastî eleqeyeke zêde hat. Mihrîcan, di roja 16’an de şevê din bi konserekê hate bidawîkirin. Hevşaredarên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol jî tev li konserê bûn. Hevşaredar, di konserê de axivîn û gotin ku dê sala pêş jî li dar bixin.
Mumîn Erol, got ku tevlibûna mihrîcanê xurt bû û 50 hezar kes tev li konserê bûne. Erol, diyar kir ku mihrîcan rengîn bû û spasiya gel kir.
Belkiza Beştaş Epozdemîr jî diyar kir ku gelek hunermend tev li konseran bûne, wan panel li dar xistine û mihrîcana wan rastî eleqeyeke zêde hatiye. Belkiza Beştaş Epozdemîr got ku divê her kes xwedî li çand û zimanê Kurdî derkeve û ew ê xebatên xwe yên ji bo çand û zimana Kurdî bidomînin.