Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve

  • rojane
  • 09:06 10 Tîrmeh 2025
  • |
img
MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku pêvajo bi saya bangên dîrokî yên Abdullah Ocalan gihîştiye asteke girîng û got ku divê meclis rola xwe ya girîng bilîze. Her wiha bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku piştgirî bidin pêvajoyê da ku heba nebe.
 
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de ragihand, deriyê pêvajoyeke nû da vekirin. Piştî vê bangê, PKK'ê ragihand ku ew ê di navbera 5 û 7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar bixe û xebatên xwe bi dawî bike. Duh, Abdullah Ocalan bangeke din a dîrokî kir û careke din destnîşan kir ku pêwîst e her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Têkildarî pêvajoyê gavên nû tên avêtin û li gel vê gengeşeyên li ser avakirina komîsyonekê li meclisê jî didomin. 
 
Serokên baroyên 16 bajarên Kurdistanê ji bo gengeşekirina avakirina komîsyonekê serdana partiyên siyasî yên li meclisê kirin. Serokê Baroya Mûşê Parêzer Kadîr Karaçelîk jî di nava şandeya ku serdana meclisê kir de cih girt. Karaçelîk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re li ser serdana wan a meclisê û pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir axivî.
 
PÊVAJOYA VEGUHERÎNÊ
 
Karaçelîk diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiya civakî ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û bihêvî ne. Karaçelîk bal kişand ser aliyê dîrokî yê bangên Ocalan. Karaçelîk destnîşan kir ku pêvajo bi baldarî dimeşe û got: "Serdema 2013-2015'an bandorek pir giran li ser civakê hişt. Ji ber vê yekê, di warê meşandina vê pêvajoyê de, rewşeke bi endaze heye. Bê guman, ev pêvajo dê veguherîneke civakî ya nû bi xwe re bîne. Ew deriyê veguherîneke nû di warên civakî û siyasî de vedike."
 
SIYASETA DEMOKRATÎK
 
Karaçelîk diyar kir ku vekirina rê li ber siyaseta demokratîk armanca dawîn e û got ku bi ruhê pêvajoyê ve girêdayî rêze pêdiviyên civakî û hiqûqî derketine pêş. Karaçelîk got: "Yek ji stûnên herî girîng ên vê pêvajoyê, meseleya avakirina stûna pozîtîf a aştiyê, pêdiviyên hiqûqî dihewîne. Girtiyên ku cezayên xwe temam kirine û bi biryara lijneya çavdêriyê nayên berdan û nagihêjin azadiya xwe û girtiyên nexweş, stûna ewil a vê pêvajoyê ne." 
 
Karaçelîk destnîşan kir ku Qanûna Dij-Terorê (TMK) yek ji faktorên herî girîng e ku çareserkirina pirsgirêka kurd girantir dike û got ku pêwîst e ev qanûn bê betalkirin ku di maf û azadiyên bingehîn de valahiyek diafirîne û pergalek cezayî ya cuda vedixwîne. Karaçelîk wiha domand: "Dema ku di avakirina polîtîkayên ewlehiyê mirov esas bên girtin dê di TMK'ê de jî reform bivênevê be. Her wiha hin bendên di TCK'ê de, ên wekî 'bêyî endamê/a rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye' du caran ji aliyê Destûra Bingehîn (AYM) ve hat betalkirin. Sererastkirinên pêşbîniya wan tune ne dihewîne." 
 
Karaçelîk da zanîn ku pêdivî bi sererastkirina vê û xalên nolî wê heye û got ku ev, di heman demê de siyaseta demokratîk jî ber bi qadeke ewle ve dikişînin û derfetên wê peyda dikin. 
 
BANGAWAZÎ
 
Karaçelîk destnîşan kir ku pêvajo bi bangên hatine kirin re di qonaxeke krîtîk de ye û daxwaz kir ku ew neyê hebakirin. Karaçelîk diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêkê de roleke girîng dikeve ser milê meclisê û got ku divê mirov di şêwaza der barê pêvajoyê de bigire heya bi naveroka wê de baldar be û xwedî lê derkeve. 
 
MA / Can Kirbaş 
 

Sernavên din

11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû
09:33 Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin
09:29 'Di sala 10'emîn de li ser şopa Pirsûsê': Ji bo edaletê têkoşîna li ser bingeheke yekgirtî
09:06 Alî Bozan: Dora gavavêtinê a dewletê ye
09:05 Welatiyên beşdarî hevdîtinên gel bûn: Divê dewlet gav bavêje
09:04 30 salên jiyana wî di girtîgehê de derbas bû: Ji bo jidilbûnê divê girtiyên nexweş bên berdan
09:01 3 sal in muayeneya kelemçekirî li girtiya bi nexweşiya tuberkulozê tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:15 Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne
07:59 Şandeya ku dê torenê bişopînê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket
10/07/2025
17:05 Ceza dan malbata Kocakaya ê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin
16:56 Rojnameger Hêvîdar Onver îfade da
16:36 Yunaçti piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:05 Rojnamegerên ji bo torena PKK’ê bi rê ketin: Em ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin
15:41 Şîna Abdullah Okur bi girseyî hate ziyaretkirin
14:46 Dozgerî ji bo 7 rojnamegeran ceza xwest
14:13 Di kongreya Wan TUHAY-DER’ê de coşa peyama bidîmen
14:03 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:43 Rûxseta lêgerîna petrolê ya li Amedê ji bo 2 salan hate dirêjkirin
13:31 Li dijî zextên rejîma Îranê bang hate kirin
13:26 Erdogmûş: Hincet neman, divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre
13:25 Şewatên Uşakê hatin kontrolkirin
13:09 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:26 Serokê Giştî yê OHD’ê: Divê êdî guherînên yasayî bên kirin
12:24 ‘Divê dewlet pêvajoyê dirêj neke’
12:23 Ji bo torena PKK’ê ji Amedê bi rê ketin
11:37 Tahmaz: Banga Ocalan peywirên siyaseta demokratîk destnîşan dike
11:25 Înstagramê hesabê Ajansa Welat girt
11:19 Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike
11:01 Ji bo Hesendînê li ber xwe didin: Em li benda piştevaniyê ne
10:42 Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye
10:25 Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde
10:23 9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne
10:00 Hunermend Pinar Aydinlar: Divê aştî û azadî derdê hemû welat be
09:56 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên 8 meh in li benda tedawiyê disekinin hene
09:25 Dê navê Dengbêj Şakiro li Agiriyê nemir be
09:24 Xwezaya Şirnexê dê bi 10 projeyên nû yên enerjiyê bê talankirin
09:19 Şaredarê Şîleyê Kabadayi hate binçavkirin
09:07 Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Banga bidîmen hêviya me xurt kir
09:06 Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve
09:05 Francesco Cerasanî: Ocalan bi banga xwe deriyekî nû li ber demokrasiyê vekir
09:03 Ji Roboskiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ger em mil bidin milê hev dê êşên me kêm bibin
09:01 Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:24 Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan
08:09 KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin
09/07/2025
20:12 Balyozê DYA'yê: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe
20:04 Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
19:57 Hûrguliyên civînên Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bêkêmasî bê pêkanîn
19:51 Piştî 31 salan serbest hat berdan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
19:43 Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da
16:43 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Ayik banga tehliyeyê kir
15:53 Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da
15:52 Tayîp Temel: Bingeha hiqûqî şert e
15:39 Bayindir: Nexşerêya Ocalan dê ji bo teşedayîna pêşerojê sûdewer be
14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin