MÛŞ - Malbata Dogan ku ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê koçî Gimgimê kiriye, diyar kir ku piştgirî û teşwîq ji bo mêşvaniyê kêm e û xwest ku ev yek were sererastkirin.
Xwezaya dewlemend û nebatan a Kurdistanê di bihar û havînê de ji bo mêşvanan dibe cihekî ku pir tê ziyaretkirin. Navçeya Gimgimê ya Mûşê ku ji hêla avhewa û curbecuriya nebatan ve di havînê de ji bo mêşvaniyê guncaw e, di heman demê de yek ji cihên herî zêde mêşvan serdana wê dikin. Mêşvanên ku di biharê de tên herêmê, ji bo demeke 5 mehan karên mêşvaniyê dikin.
Serkan û Guler Dogan ku ji Antalyayê ji bo mêşvaniyê hatine Gimgimê, behsa serpêhatiyên xwe kirin.
Serkan Dogan anî ziman ku ew ji sala 1991'ê vir ve bi mêşvaniyê re mijûl dibe û got ku ew ji ber şert û mercên guncaw ji bo mêşvaniyê Gimgimê tercîh dikin û ew ji Antalyayê hatine. Dogan diyar kir ku ew pîşeyê xwe li cihekî 18 kîlometre dûrî navenda navçeyê û li bilindahiya hezar û 700 metreyan dikin û got: "Veguhastin pir biha ye. Mesrefa çûn û hatinê 200 hezar TL ye. Ev mesref ji sedî 25'ê dahata me vedihewîne û bandoreke neyînî li ser me dike."
Dogan destnîşan kir ku ew li ser şîrê mêşavm û gihandinê perwerdehiyê dide û got: "Niha 18 xwendekarên min hene ku vî karî dikin."
Dogan ku got ku ew 5 meh in li herêmê mêşvaniyê dike, destnîşan kir ku xala herî dijwar ji bo wan şert û mercên aborî ye. Dogan diyar kir ku dewlet teşwîqên têrker ji bo mêşvaniyê nade û got: "Kesekî ku li bin tezgahê hingiv çêdike ji me bêtir qezenc dike. Lê debara me û zarokên me bi vê yekê ve girêdayî ye. Ez dixwazim hingivê ku ez hildiberînim bi bihayekî bilindtir were firotin. Her serlêdana ku em ji saziyên rayedar re dikin bi awayê 'em ê li we vegerin' e, lê me nedîtiye ku tiştek kirine. Daxwaza min ew e ku piştgiriya veguhastinê ji mêşvan re were dayîn."
LI BENDA ALÎKARIYÊ NE
Guler Doganê jî bal kişand ser wê rastiyê ku di jiyana koçerî de barê giran ê jina ye û got: "Jiyana me ya malê qet nîn e. Em her tim li çiyayan in. Bê guman, di warê darayî de zehmetiyan dikişînin. Em zehmetiyan dikişînin, ji ber ku em nikarin berhemên xwe bifroşin û heqê wan bistînin. Em ji bo mêşvaniyê piştgirî dixwazin."