Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne

  • rojane
  • 09:05 4 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku ew ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd ji Herêma Kurdistana Federe hêvîdar in û got: "Li wir derfeteke çareseriyê heye. Wekî ku birêz Ocalan got, divê avakirina neteweyeke demokratîk li her cihê ku Kurd lê dijîn pêk were."

Di demên dawî de bi lezbûna pêşketinên herêmî, bangên ji bo "yekitiya neteweyî" careke din di nav tevgera siyasî ya Kurd de ketine rojevê. Her çend hevsengiyên guherbar ên li Rojhilata Navînê, destkeftiyên Kurdan li erdnîgariyên cuda û gefên ku ew pê re rû bi rû dimînin, pêşxistina stratejiyeke hevpar ferz dike jî, di vê çarçoveyê de, pêwîstiya "yekitiya neteweyî" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e destnîşan dike, careke din girîng bûye. Abdullah Ocalan di peyama ku di hevdîtinên dawî de şand de îşaret bi yekitiya neteweyî kir.
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Ahmet Karamûs, der barê hewldanên yekitîyê û gavên pêşerojê de nirxandin kir. Ahmet Karamûs got ku gelê Kurd bi sedsalan e daxwaza yekitîya neteweyî dike, lê ev daxwaza wan bi awayekî sîstematîk hatiye astengkirin. 
 
‘ASTENGIYA SERE HÊZÊN DAGIRKER IN'
 
Karamûs bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo yekitiyê û got: "Hewldanên ku ji hêla KNK'ê ve tên kirin, yekitiya neteweyî gihandiye asteke diyarkirî. Lêbelê, bandora hegemonîk a hêzên dagirker ên li herêmê wekî astengiya sereke ya li pêşiya hewldanên yekitiyê radiweste." Karamûs diyar kir ku hesreta gelê Kurd a ji bo yekitiya neteweyî ku bi sedsalan e tê meşandin, ne ji ber cudahiyên îdeolojîk, lê ji ber feraseta ku ji hêla hêzên "dagirker" ve hatiye afirandin tê asteng kirin û got: "Feraseta dewleta neteweyî ya sedsalî li Kurdistanê bi rêya perwerde û rêbazên îdeolojîk berdewam dike. Sedema sereke ya astengkirina yekitiya neteweyî ya Kurd ev têgihîştina hegemonîk e. Bê guman, cudahiyên îdeolojîk di navbera partiyan de hene. Lêbelê, bi raya min, ev cudahî ne astengiyên li pêşiya yekitiyê ne. Astengiya sereke ew e ku Kurdistan li çar parçeyan tê dagirkirin û ev dewletên dagirker bi awayekî sîstematîk gelê Kurd parçe dikin û bi rê ve dibin."
 
‘AŞTIYA CIVAKÎ PÊKAN E'
 
Karamûs destnîşan kir ku armanca KNK'ê avakirina tifaqeke siyasî nîne û armanca sereke misogerkirina yekitiya neteweyî ye û got ku avakirina yekitiya neteweyî dê aştiya civakî jî bîne. Karamûs got: "Pêdivî ye ku civak bi hemû reng, cudahî û kategoriyên xwe were cem hev. Pêdivî ye ku qadeke hevpar were avakirin ku dê berjewendiyên neteweyî biparêze. Xebata ku li her çar parçeyan were kirin, divê li gorî şert û mercên taybetî yên wê parçeyê were plansazkirin. Pêşî, divê di navbera hemû Kurdan de qadeke hevpar were avakirin. Em dikarin bi vî rengî xebata yekitiya neteweyî ya Kurd bikin. Divê rewşa heyî ya Kurdistanê jî di avakirina yekitiya neteweyî de were berçavgirtin. Divê partîyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê li gorî rewşa herêmî xebata yekitiya neteweyî bikin. Divê gel jî di nav van xebatan de cih bigire. Li Başûr çareseriyek li ber çavan e û ji ber vê sedemê em pir hêvîdar in. Divê stratejiyeke hevpar ji bo avakirina yekitiya neteweyî were şopandin. Divê her çar parçe werin berçavgirtin û gav li gorî wê werin avêtin."
 
ASTENGIYÊN LI BER YEKITIYÊ
 
Karamûs diyar kir ku cudahîyên îdeolojîk û siyasî yên di navbera partîyên Kurd de bandoreke neyînî li ser çar beşên Kurdistanê jî kiriye û got: "Ger yekitîya neteweyî pêk nehatibe, ev ne ji ber pirsgirêkên îdeolojîk e. Lêbelê, ew faktoreke girîng e. Lêbelê, ji bilî van faktoran, rewşên mezintir jî hene ku yekitîyê ji hev diqetînin. Yek ji van faktoran parçekirina Kurdistanê ye. Dewletên dagirker dizanin ku ger Kurd yekitîyê pêk bînin, ev rewş dê li dijî berjewendîyên wan be. Avabûna yekitîya neteweyî ya Kurd jî dê bibe sedema guhertineke mezin a ferasetê. Her Kurdek li çar parçeyan rastî pratîkên cuda hat û rastî oto-asîmîlasyonekê cidî hat. Ev rewş polîtîkayek e ku ji hêla feraseta dagirker ve li ser hebûna Kurd tê meşandin. Ev feraseta dagirker faktora herî mezin e ku pêşî li avabûna yekitîya neteweyî ya Kurd digire."
 
'EM JI BAŞÛR BI HÊVÎ NE'
 
Karamûs bal kişand ser hin pêşketinên erênî li Herêma Kurdistana Federe û got ku ew hêvî dikin ku ev pêşketin li deverên din jî belav bibin. Karamûs got: "Li Kurdistana Federe derfeteke çareseriyê derketiye holê. Bi heman awayî, li Rojavayê jî hewldanên cidî hene. Ev yekitî dikare bi awayên cuda li Bakur û Rojhilatê pêş bikeve. Pêşniyaz û nirxandinên birêz Abdullah Ocalan li ser vê mijarê ji bo me girîng in. Perspektîfa Ocalan ji bo avakirina neteweyeke demokratîk li cihekî navendî ye."
 
BANGA BERPIRSIYARIYA DÎROKÎ LI CIWANAN
 
Karamûs ku bal kişand ser rola ciwanan di avakirina yekitiya neteweyî de jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Avakirina neteweyeke demokratîk tenê bi beşdarbûna hemû beşên civakê ya li vê pêvajoyê pêkan e. Ciwan beşeke civakî ya dînamîk e ku ji bo modernîteya demokratîk vekirî ye. Ciwan jî di guhertin û veguherînê de roleke sereke dilîzin. Wekî ku birêz Ocalan destnîşan kir, avakirina civakeke demokratîk ne tenê li yek beşê, lê li her deverê ku Kurd lê dijîn divê were kirin."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:06 Girtiyê nexweş Guneş rexmê gelek nexweşiyan nayê tehliyekirin
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin