Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e

  • cîhan
  • 09:05 4 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê IHRNGO'yê Mahmood Amîry-Moghaddam got ku sedema zêdebûna zextên rejîmê li Îranê piştî agirbestê ew bû ku pêşî li xwepêşandanên li dijî rejîmê bigire û got: "Komara Îslamî di qonaxa xwe ya herî lawaz de ye û heke xwepêşandanên nû dest pê bikin, ne diyar e ku ew ê bikaribin wan kontrol bikin."
 
Di 13'ê Hezîranê de, Îsraîlê êrişên berfireh li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê û fermandariya bilind a leşkerî pêk anîn. Di êrişan de fermandarên payebilind û zanyar hatin kuştin. Di 24'ê Hezîranê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di 25'ê Hezîranê de ragihand ku di êrişan de 627 sivîl hatine kuştin û 5 hezar û 332 kes jî birîndar bûne. Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand ku di êrişên artêşa Îranê de 28 kes hatine kuştin û hezar û 272 kes jî birîndar bûne.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku piştî agirbestê raporên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên curbicur ên li welêt, girtinên kêfî, darvekirin û qedexekirina înternetê biweşîne. 
 
700 KES HATIN GIRTIN
 
Der barê binpêkirinên mafên mirovan de, Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) Mehmûd Amiry-Moghaddam diyar kir ku di dema êrişên Îsraîlê de girtin û binçavkirin çêbûne. Amiry-Moghaddam got ku rayedarên Îranê ragihandine ku wan zêdetirî 700 kes bi tohmeta "sîxuriyê" girtine, lê ji ber qedexeyên giran ên înternetê ew nikaribûne vê agahiyê piştrast bikin. Amiry-Moghaddam got ku welatî bi gelemperî li xalên kontrolê tên rawestandin, telefonên wan tên kontrolkirin û ji ber ku wêne an vîdyoyên êrişên Îsraîlê li cem wan hene tên girtin û çalakvanên siyasî yên ku tu eleqeya wan bi êrişan re tune ye tên binçavkirin.
 
PIŞTÎ ŞER ZEXT ZÊDE BÛN
 
Amiry-Moghaddam got: "Li gorî raporên rayedarên Îranê, zêdetirî 200 kes ji ber sûcên ku wekî hevkariya bi Îsraîlê re an jî sîxurî nayên pênasekirin hatine girtin. Di nav wan de heqareta li rêberan û danûstandina bi medyaya li derveyî welêt hene. Em dikarin bibêjin ku tepeserkirin di dema şer de zêde bûye û piştî şer jî berdewam kiriye." Amiry-Moghaddam anî ziman ku di nav 12 rojan de şeş kes bi tohmeta "sîxurî ji bo Îsraîlê" an jî "hevkariyê" hatine darvekirin û got ku zêdetirî 10 kes jî ji ber sûcên din ên wekî "bazirganiya narkotîkê" an jî "kuştinê" hatine darvekirin.
 
GIRTÎGEHA EVÎNÊ
 
Amiry-Moghaddam bi bîr xist ku Girtîgeha Evînê ya li Tehranê di 23'yê Hezîranê de ji ber êrişên asmanî yên Îsraîlê zirareke mezin dîtiye û got ku gelek kes ji êrişan bandor bûne û hin kesan jiyana xwe ji dest dane. Amiry-Moghaddam diyar kir ku wan nikaribûye der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane de agahî bi dest bixin û got: "Piştî êrişê, girtî bi zincîran bi hev ve hatin girêdan û tevî şert û mercên şer jî, ew ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatin veguhastin. Li wir di odeyên bi kapasîteya piçûk de tên girtin. Gardiyanan di dema veguhastinê de û berî wê tundî bi kar anîn. Ji bo ku wan bibin, çekên xwe ber bi girtiyan ve dirêj kirin. Ev veguhastin ji ber bombebarana dijwar bi saetan dom kir."
 
GEL DI HEDEFÊ DE NE
 
Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku êrişên li hemberî endamên civata cihû yên li Îranê û afxan zêde bûne û welatiyên afxan hatine girtin û dersînorkirin li wan tê ferzkirin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku di çapemeniya Îranê bi îdiaya ev amûr bi piranî ji aliyê kolbetan ve ketine welêt tê belavkirin û ji ber vê zexta li ser kurd û belûcan zêde bûye. 
 
ARMANC ASTENGKIRINA PROTESTOYÊN NÛ YE
 
Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku Îranê ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanên nû zextê zêde kiriye û wiha got: "Ez difikirim ku xalek pir girîng heye: gefa herî mezin li ser Komara Îslamî û rayedarên Îranê ne sîxurên Îsraîlî ne, lê welatiyên Îranî ne ku guhertinê dixwazin. Me dît ku muxalefet mezintir û rêxistinkirîtir e, nemaze li herêmên kurdan, li Belûcistanê û di nav kêmneteweyên etnîkî de. Armanca vê zextê pêşîgirtina li xwepêşandanên nû ye, ji ber ku gel bi rejîmeke zordar, di çareserkirina pirsgirêkên rojane yên mirovan de bêkêr û pir gendel re rû bi rû ye. Her wiha, vî şerî nîşan da ku rejîm di warê parastina welêt de çi qas qels e. Wan bi mîlyaran dolar ji bo mûşek û bernameyeke nukleerî xerc kirin û wan li wir jî bêkêriya xwe nîşan da. Ji ber vê yekê, Komara Îslamî di asta xwe ya herî lawaz de ye û heke xwepêşandanên nû derkevin, ne diyar e ku ew ê karibe wan kontrol bike."
 
ZEXTA NAVNETEWEYÎ
 
Amiry-Moghaddam got: "Divê bala civaka navneteweyî, nemaze welatên ku têkiliyên dîplomatîk bi Komara Îslamî re hene, li ser mafên mirovan, rewşa girtiyan, cezayê darvekirinê û girtinên kêfî be. Em li benda welatekî biyanî nînin ku were û guhertinê bîne. Lê civaka navneteweyî dikare bi domandina mafên mirovan di rojevê de, lêçûna siyasî ya tepeserkirinê zêde bike."
 
MA / Hîvda Çelebî 
 

Sernavên din

20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:06 Girtiyê nexweş Guneş rexmê gelek nexweşiyan nayê tehliyekirin
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da