Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?

  • rojane
  • 12:20 3 Tîrmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Şandeya Ewropayê ku li Stenbolê civîna “Maseya Gilover” li dar xist, diyar kir ku Abdullah Ocalan “lîderekî kûrewî” ye û li ser xebatên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş kir. 

 
Ji welatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de hatin Stenbolê û çendek hevdîtin kirin. Di nava şandeyê de rojnameger, aktîvîst, wekîl, hiqûqnas, nivîskar, akademîsyen û parastvanên mafên jinan jî hebûn. 
 
Wekîlê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferat Koçak, Rêvebera Komeleya Jinên li Sirgunê, endama Meclisa Eyaleta Katalonyayê Eulalia Reguant i Cura, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Komeleya Partîzanê ya Îtalyayê Roberto Giudici, Şêwirmendê Rojhilata Navîn ê Koma Partiyê ya Parlamentoya Ewropayê S&D (Koma Sosyalîst) Francesco Cerasani, Wekîlê Partiya Demokratîk a Destûra Bingehîn Arita Yoshifu, rêvebera Komeleya Jinên Feminîst a Fransayê Pascale Martin, Nûnerê NY’ê yê MRAP’ê Gianfranco Fattoroni, Wekîlê Partiya Ên Serî Natewînin Carios Martens Bilongo, Serokê Tevgera Kolektîf a Sekuler a Belçîkayê Djemila Benhabib û gelek kesên di şandeyê de cih girtin. 
 
CIVÎNA MASEYA GILOVER  
 
Yek ji armanca sereke ya şandeyê jî daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û piştevaniya bi “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” re bû. Armanca din a şandeyê jî pêşxistina piştevaniya enternasyonalîst û têkoşîna hevpar bû. Şandeyê, ji bo agahîgirtinê bi Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir. 
 
Şande, ji ewil çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Şandeyê, daxwaznameya bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re radestî parêzeran kir. Şandeyê, duh jî li hotêleke li Taksîmê civîna “Maseya Gilover” li dar xist. Navê “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” lê hate kirin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, ji TJA’yê Sebahat Tuncel û Cîgirê Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebru Gunay tev li civînê bûn. 
 
SERNAVÊN DERKETIN PÊŞ   
 
Rojeva civînê, li gorî geşedanên di çarçoveya pirsgirêka Kurd de teşe girt. Mijarên weke; ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare çi were kirin, rêya pêşxistina têkoşîn û piştevaniya enternasyonalîst a di vê çarçoveyê de, gavên dikarin li Ewropayê bên avêtin, kesên di şandeyê de cih digirin dikarin li welatên xwe çi xebatan bimeşînin, dikarin ji bo pêvajoyê çawa sûdewer bin û hwd. hatin nîqaşkişrin. Her yek ji endamên şandeyê 5 deqeyan der heqê têkoşîna azadiyê ya Kurdan, Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de nêrînên xwe parve kirin. 
ABDULLAH OCALAN JI BO ŞANDEYÊ PEYAMEKE SURPRÎZ ŞAND 
 
Yek ji hûrgiliya herî girîng jî peyama Abdullah Ocalan a ji bo şandeyê bû. Endamên şandeyê hay ji peyamê nebûn û dema di destpêka civînê de hate xwendin, bû surprîzeke mezin. Endamên şandeyê bi baldarî lê guhdar kirin û li çepikan xistin. 
 
Beşa “(...)Min tu caran azadiya xwe ya şexsî ji azadiya civakî cuda negirt dest. Jixwe, min her tim gotiye ku di mercên civakeke azad nehatiye avakirin de azadiyên şexsî jî tu wateyeke xwe nabe. Bi vê sedemê; ez vê gava we, ji bo pêşeroja demokratîk a hevpar a gelên me gelek watedar, sûdewer û weke bangekî gelek wêrek dibînim…”  herî zêde bala şandeyê kişand. Di civînê de jî herî zêde ev beş hate nirxandin. 
 
'ŞANDINA PEYAMÊ NEDIHAT XEYALKIRIN’ 
 
Wekîla Parlamentoya Îtalyayê Francesca Ghirra, matmayina xwe ya têkildarî şandina peyamê wiha vegot: “Guhdarîkirina peyama birêz Ocalan gelek girîng e. Nedihat xeyalkirin ku peyamek ji Îmraliyê were. Kêliyeke bêhempa bû.” 
 
Endamên şandeyê, diyar kirin ku hewldana Abdullah Ocalan a ji bo azadia civakê pir balkêş û bibandor e û ev hewldana wî li gel Kurdan, her wiha ji bo hemû gelên cîhanê ye. Endamên şandeyê diyar kirin ku ew ji paradîgmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê” bibandor bûne, ev paradîgma bandorê li tevahiya cîhanê dike û di vê serdema şer, milîtarîzm û faşîzm zêde dibe de jî çareserî ye. 
 
PÊNASEYA ‘LÎDEREKÎ KÛREWÎ YE’
 
Di nîqaşan de her wiha misyona Abdullah Ocalan a di aştî, demokrasî û azadiyan de jî hate destnîşankirin. Kesekî li Hindistanê aktîvîstiya mafên mirovan dike û di vê mijarê de li NY’ê perwerdeyan dide, anî ziman ku pirsgirêkeke lîderiyê ya kûrewî heye û got; “Weke lîderekî kûrewî divê Ocalan mînak bê girtin.” Endamê şandeyê anî ziman ku gelek aliyên fikrên Abdullah Ocalan û Gandhî dişibin hev û bi bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê re ev nêrîn mayinde kiriye. 
BANDORA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YA LI SER HINDISTANÊ 
 
Endamê şandeyê anî ziman ku tevgerên civakî yên li Hindistanê di çarçoveya rêveberiyên xweser de modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re dikin mînak û got: “Min texmîn nedikir ku piştgiriyeke kûrewî ji tevgera Kurd re bê nîşandan. Ez, bi kelecaneke mezin tespîtên Ocalan dişopînim. Ez nîqaşên ser Jineolojiyê û konfederalîzma demokratîk, ji nêz ve dişopînim. Abdullah Ocalan, azadiya civakî girêdayî azadiya jinê dike.” 
 
'TEVGEREKE SOSYALÎST E Û EV DIYARKER E’ 
 
Di pêşkeşî û nîqaşan de hate destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd li ser zemîneke polîtîk û hiqûqî were çareserkirin. Her wiha li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û teşedayîna pêşerojê nîqaş hatin kirin. Endamek ji Fransayê jî di çarçoveya nîqaşan de ev nirxandin kir: “Artêşa duyemîn a NATO’yê ne karî Kurdan têk bibe ne jî fikran ji holê rake. Berevajî vê, kir ku mesele hêj bêhtir pêşde biçe. Bû pirsgirêkeke ku her kes xwedî lê derdikeve. Tevger û têkoşîneke sosyalîst e û ya diyarker jî ev e. Em vê weke meseleyeke kûrewî dibînin. Ne tenê sekinandina pevçûnan, em daxwaza avakirina demokrasiyê dikin.” 
 
‘GELÊ KURD LI BER XWE DIDE Û AVA DIKE’ 
 
Zextên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan jî bû rojeva civînê. Hat destnîşankirin ku zextên siyasî û çandî bi boneya “tunekirina nasnameya Kurdan” hatine kirin. Hat diyarkirin ku têkoşîna Kurdan a li dijî van zextan, li seranserî cîhanê bandor kir. 
 
Endamekî ji Katalonyayê hatî jî got; “Gelê Kurd tenê li ber xwe nade, her wiha tiştên nû ava dike” û got ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan stratejîk e û “teklîfeke” wêrek e. 
 
'JI HEVRÊ APO RE AZADÎ’
 
Sendîkavanekî ji Îtalyayê jî anî ziman ku ew “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji nêz ve dişopînin, ji bo Adullah Ocalan têgeha “Hevrê Apo” bi kar anî û got ku ew bi eleqeyeke mezin “Şoreşa Konfederalîzma Demokratîk” dişopînin. Sendîkavanî got ku ew ji têkoşîna li dijî kapîtalîzm, netewe-dewletê gelek bibandor bûye û got: “Ji hevrê Apo û hemû girtiyên siyasî re azadî.” 
 
SERNAVÊN DERKETIN PÊŞ 
 
Endamên şandeyê, anîn ziman ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina demokrasiyê de berpirsyartî dikevin ser milê wan jî. Pêşxistina têkoşîna enternasyonal û mezinkirina têkoşîna hevpar jî yek ji rojeva civînê bû. 
 
Çendek pêşniyarên di civînê de derketin pêş ev in: 
 
* Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê zexta demokratîk a li ser DMME, CPT, NY û sazî û dezgehên navneteweyî were zêdekirin. Her wiha ji bo azadiya girtiyên siyasî divê zext li hikûmeta Erdogan were kirin. 
 
* Divê pirsgirêka Kurd bixin rojeva NY’ê û piştî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê jî pirsgirêka Kurd divê li NY’ê bi awayekî periyodîk were lêkolînkirin. 
 
* Ji bo PKK ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin divê li welatan xebat û kampanya bên destpêkirin. Di vê mijarê de zext li hikûmetan were kirin. 
 
* Ji dema welatên Ewropayê têkiliyên bi Tirkiyeyê re dideynin pirsgirêka Kurd weke parametreyekê bigirin dest, xebat bên meşandin. 
 
* Di 4’ê Tîrmehê de dê li Îtalyayê daxuyaniyek were dayin. Dê têkildarî hevdîtinên li Stenbolê û gavên dikarin di pêşerojê de bên avêtin, nîqaş bên kirin. 
 
* Divê krîza demokrasiyê ya li cîhanê weke firsendek were dîtin. Divê piştevaniya bi vê pêvajoyê re bê xurtkirin û weke projeya pêşerojê bê destgirtin. 
 
* Ji bo pirsgirêka Kurd li Ewropayê xuyanîtir bibe, divê xebat û têkoşîn bên kirin. Ji bo statuya Kurdan hewceye kampanya bên meşandin. 
 
* Ji bo hevdîtin piştevaniyê derbas bikin û veguhere têkoşîneke kûrewî, divê civînên online bên kirin, çalakiyên hevpar bên lidarxistin. 
 
* Dema endamên şandeyê vegeriyan welatên xwe, dê tabloya li Tirkiyeyê vebêjin. Her wiha dê banga Abdullah Ocalan bi civakê re were parvekirin û ji bo mekanîzmayên di vê derbarê de bikevin meriyetê jî xebat bên kirin. 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
 
 
 

Sernavên din

08/07/2025
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn