Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?

  • rojane
  • 10:34 3 Tîrmeh 2025
  • |
img
WAN - Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn têkildarî hevdîtinên li Meclisê axivî û got: “Hinek derdor li bendê ne ku rêxistin di demekî nêz de çekan berde. Baş e lê dema çek berdan dê çi bibe? Dê temînatekê bidin van? Dê di qanûnan de sererastkirin bên kirin?”  
 
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû bû. Serokên baroyên bakurê Kurdistanê jî ji bo nîqaşên heyî pêşniyarên xwe tînin ziman. Di vê çarçoveyê de serokên 16 baroyan li Enqereyê bi partiyên siyasî re civiyan. Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn diyar kir ku divê civak bi êşên hevpar re rû bi rû bibe û îktîdar jî ji bo “ewlehiyê” gavên jidil biavêje. 
 
Alptekîn, da zanîn ku weke serokên baroyên herêmê çûne serdana meclisê û xwestine têkildarî pêvajoyê li ser hûrgiliyan nîqaşan bikin. Alptekîn, got: “Tenê bi berdana çekan a rêxistinê nabe. Di dawiya dawî de êşên hatine kişandin hene. Her wiha kesên di girtîgehê de, yên tehliyeyên wan hatine astengkirin hene. Ji ewil divê em meseleye fermî bibe. Ev pêvajo yekalî nameşe. Ev pêvajo yekalî nameşe. Di gelek qadan de pirsgirêk hene û me pêşnûmeyeke ji 17 xalan pêk tê pêşkeş kir. Li vir daxwaza me ya sereke ew e ku Meclis referans were girtin. Ji ber ku dema Meclis referans hate girtin û gava ewil hate avêtin, ev pêvajo êdî dê fermî bibe. Divê êdî sepana qeyûm bi sererastkirin. Anku divê nebêjin ‘ez ê li şaredariyên muxalîfan qeyûman tayîn bikim.’ Divê sererastkirineke qanûnî ya van tevekan ji holê radike bê kirin. Anku yên bi hilbijartinê hatin divê bi hilbijartinê biçin.” 
 
HEVRÛBÛNA BI RABÛRDIYÊ RE 
 
Bi domdarî Alptekîn anî ziman ku hewceye di mijarên ziman, pişaftin û mafên çandî de jî gavên cidî bên avêtin û got: “Di vê mijarê de hewceye hem Kurd hem jî Tirk bi êşên hevpar re hevrû bibin. Ji ber ku dema em behsa aştiyê dikin, mimkin nîne em Dayikên Şemiyê ji bîr bikin. Her wiha em nikarin tiştên li Roboskê qewimîn ji bîr bikin. Ji bo van hewcehî bi hevrûbûneke hevpar, bi hafizeyeke hevpar dibe.” 
 
MESEEYA TEMÎNATÊ
 
Di berdewamê de Alptekîn anî ziman ku rojeva çekberdanê ya rêxistinê hêj rojeveke germ e û wiha pê de çû: “Hêj hinek gav nehatine avêtin. Hinek derdor li bendê ne ku rêxistin di demekî kin de çekan berde. Baş e lê dê çi bi van çekan bibe? Dê têkildarî van temînatek were dayin, dê di qanûnan de sererastkirinek were kirin? An jî çi temînatê didin kesên di pêvajoyê de cih digirin, rojnameger û kesên li ser meseleyê diaxivin? Tecrûbeyên biêş ên berê hene. Li gelek kesan doz hatin vekirin û hatin darizandin. Aktorên di bin sîwana Meclisê de bi salan piştre hatin darizandin. Di esasê xwe de yek ji sedema van fikaran jî tirsa ji bo rojên pêş e. Ditirsin ku tiştekî bibêjin. Ji ber ku îxtîmal heye ku 5 sal piştre bên darizandin. Lewma divê ev mijar bi qanûnan bên misogerkirin.” 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Alptekîn, destnîşan kir ku divê gavên lezgîn bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa endamên rêxistinê yên tên û ya girtiyan heye. Li gel vê, helwestekî ATK’ê ya li gorî cureyê sûc heye. Cihêkariyê dike. Divê biryarên xwe li gorî cureyê sûc nede. Nayê zanîn ka dê di vê mijarê de gav bên avêtin an na. Belkî sibe îktîdar an jî muxalefet biguhere lewma divê temînateke qanûnî hebe. Di hevdîtinan de li ser van mijaran tevek hate axaftin. Me di vê mijarê de agahî dan Meclisê.” 
 
‘JI HÊLA AŞTIYÊ VE TU FIKAR NÎNIN’
 
Alptekîn, bi lêv kir ku tu fikareke civakê ya ji bo aştiyê nîne û ev tişt anî ziman: “Lêbelê di mijara usûl û rêbazê de rexne hene. Çend pirsên di vê mijarê de nehatine zelalkirin. Divê pêvajo yekalî nemeşe. Helwesta me tevan ev bû. Divê her du alî jî gavan biavêjin. Li rexekî em dibêjin aştî û li rexa din jî dibêjin temînat lê heke dê her rojnameger, şaredar û endamên meclisan bên biçavkirin, ev nabe. Heke dê bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya girtiyên 30 sal in di girtîgehê de bên taloqkirin, ev pêvajo nameşe. Jixwe zextên wan deman ev encam bi xwe re anîn. Heta ku sedemên rê li ber van encaman vekirin ji holê neyên rakirin, heta zemîneke hiqûqî nebe em nikarin qala pêvajoyeke aştiyê bikin. Lewma divê fikarên me ji holê bên rakirin.” 
 
‘GEL LI BENDA GAVÊN JIDIL E’
 
Alptekîn, axaftina xwe wiha qedand: “Beriya her tiştekî gel li benda gavên jidil e. Avakirina komîsyonê di esasê xwe de tê wateya fermîbûna vî karî. Wê demê dê nekarin mîna li Dolmabahçeyê gotin ‘Em li wir axivîn lê em qebûl nakin.’”
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:06 Girtiyê nexweş Guneş rexmê gelek nexweşiyan nayê tehliyekirin
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin