Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin

  • rojane
  • 11:58 23 Hezîran 2025
  • |
img

WAN - Analîstê siyasî Rizgar Roşanî diyar kir ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye û got: “Di qonaxeke wiha dîrokî de divê hêzên Kurd ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî û mafên xwe yên bingehîn, bi berpirsyarî û bi koordîneyî tevbigerin.”   

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 11’emîn de didome. Yek ji mijarên sereke yên tên mereqkirin jî îxtîmala parçebûna Îranê û guhertina rejîmê ye. Piştî destpêkirina êrişan, PJAK’ê bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku xweparastina xwe ya cewherî û rêveberiyên herêmî ava bikni. Aktîvîstê Rojhilatî û analîstê siyasî Rizgar Roşanî têkildarî geşedanên dawî ji ajansa me re axivî. 
 
Rizgar Roşanî, diyar kir ku şerê Îran-Îsraîlê şerê jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn e û anî ziman ku Îsraîl bi alîkariya DYA’yê hewl dide pozîsyona xwe ya serdest a li hemberî Îran û Tirkiyeyê pêş bixe û Rojhilata Navîn li gorî vê perspektîfê dîzayn bike. Roşanî, da zanîn ku ev pêvajo bi “Pakta Îbrahîm” a di navbera Îsraîl û welatên Ereb re hatiye asayîkirin û bi êrişa 7’ê Cotmehê ya Hamasê re jî derbasî qonaxeke din bûye. 
 
'ÎSRAÎL DIXWAZE REJÎMÊ HILWEŞÎNE’
 
Di berdewamê de Roşanî destnîşan kir ku sekna îdeolojîk a Komara Îslamî ku hebûna Îsraîlê înkar dike û piştgiriyê dide komên weke Hîzbullah, Hamas û Husiyan, ewlehiya herêmê gelek qels kiriye. Roşanî, got: “Di esasê xwe de sedema sereke ya êrişa Îsraîlê jî ev e. Îsraîlê di vê çarçoveyê de ji bo pêşîlêgirtina bernameya nukleerê ya Îranê û dewlemendkirina uranyumê, kir xist rojeva stratejiya xwe. Êrişên leşkerî yên dawî yên Îsraîlê, armanc dikir ku qebîliyeta leşkerî ya Îranê qels bike û nehêle bibe welatê nukleerê. Bêguman li gel vê armancê, heke Îsraîl nekare bernameya nukleerê ya Îranê bide sekinandin, hewl dide bêîstîqrariya navxweyî ya li Îranê zêde bike û hêzên li Îranê qels bike. Di heman demê de, Îsraîl hewl dide bi afirandina mercên guhertina rejîma Îranê ji gel re biafirîne.” 
 
'ROJHILAT VEGUHERANDIN XETEKÎ EWLEHIYÊ’ 
 
Bi domdarî Roşanî diyar kir ku êrişên Îsraîlê bi taybet jî li dijî parastina Îranê, navendên nukleerê û fermandariyê û bi taybet jî li rojhilatê Kurdistanê û Tehranê disekine. Roşanî, wiha pê de çû: “Îran jî li dijî vê, bi bicihkirina pergalên parastinê û avakirina tebeqeyên parastinê re Rojhilat veguherand xeta ewlehiyê. Ev herêm, êdî bû xeta xweparastinê ya pêş a Komara Îslamî ya li dijî êrişên hewayî yên Îsraîlê. Tevî serweriya hewayî ya Îsraîlê jî, berteka Îranê ya fuzeyan, zirar da hinek bajarên Îsraîlê û nîşan da ku Tehran hêj jî xwedî kapasîteyeke berisvdayînê ya girîng e. Heke ev meyl berdewam bike, ev yek dê ji hêla pêşeroja ewlehiya herêmî û pergala nû ya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên stratejîk ên kûr biafirîne. Çendek roj piştî destpêkirina şer, Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi nûnerên sê welatên Ewropayê re civiya. Ev civîn, di demeke ku Îsraîlê êrişên li dijî Îranê zêde dikir, dixwest van êrişan zêde bike û DYA’yê jî ji bo bi temamî teslîmbûna Îranê bang dikir û jê dixwest dev ji bernameya nukleerê berde de hate kirin. Li dijî vê, Komara Îslamî got ku domandina muzakereyan girêdayî bidawîkirina dijminatiyan e.” 
 
'ZEXTA LI SER GEL ZÊDE DIBE’
 
Roşanî, daxuyand ku bi geşedanên dawî re êdî ji bo bidawîkirina şer û ragihandina agirbestê pêdivî bi muzakereyên tevlihev heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedefên stratejîk ên her du aliyan jî hene û her du alî jî amade nînin ku dev ji xetên xwe yên sor berdin. Lewma ji bo krîza heyî tavilê bi dawî bibe tu dibêtiyên zelal nînin. Di vê navberê de, domandina şer û kûrbûna wê dê ji hêla hundir ve dibe ku li Îranê rê li ber encamên mezin veke. Dê krîzên civakî û aborî giran bibin û gel dê di mijara cîbicîkirina pêwîstiyên weke xurek, derman û sotemeniyê de zehmetiyan bikişîne. Rewşa însanî jî nebaş dibe û zexta li ser gel roj bi roj girantir dibe. Bi heman awayî, rejîm bi hinceta sîxûran û piştevanên êrişên Îsraîlê, li Îranê, bi taybet jî li Kurdistanê pêlekî girtinê ya sîstematîk da destpêkirin.” 
 
DÊ KURD BI ROLEKÎ ÇAWA RABIN?
 
Roşanî, bi lêv kir ku rejîm li ber teslîmbûn û hilweşînê ye û ev nirxandin kir: “Bicihanîna daxwazên gelê Kurd - dixwaze dema zeîf dibe, dixwaze jî piştî hilweşîna rejîmê - pir girîng e. Di serdemeke wiha dîrokî de divê hêzên siyasî yên Kurd û partî, di mijara parastina berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd û mafên sereke de bi roleke çalak rabin, bi berpirsyarî û bi koordîneyî tevbigerin. Di vê çarçoveyê de, Oartiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di şer de bêalîtiya xwe ragihand û rejîmê weke sedema şer dibîne. Sehayê û geşedanên jeopolîtîk bi nêrîneke realîst fêm dike û ragihand ku di demeke rejîm qels dibe yan jî hildiweşe de, di rewşeke bêîstîqrariya siyasî çêdibe dê jî amade ye berpirsyartiya parastina Kurdên Rojhilat li xwe bigire. Ev yek, ji bo Kurdan gelek girîng e.” 
 
YEKITIYA DI NAVBERA KURDAN DE
 
Roşanî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Armanca PJAK’ê, parastina nasname, maf û ewlehiya civaka Kurd e. Di heman demê de PJAK wisa difkire ku ji bo hedefa xwe bicih bînin, pêwîstî bi yeknêrîn, koordînasyon û hevkariyeke berfireh a bi hemû partî û tevgerên Kurd re heye. Ji ber ku tenê bi yekitî û plansaziyeke hevpar dikare ji firsendên heyî sûd were girtin û pêşî li xetereyên heyî were girtin. Ev nêzikatî, ne tenê gaveke ji bo cîbicîkirina daxwazên gelê Kurd ên dîrokî ye, di heman demê de dikare bike ku hêzên din ên siyasî jî di dema krîzan de modeleke rêvebirinê yê realîst û berpirsyar pêş bixin.” 
 
'OCALAN JI BO AŞTIYÊ ÇARÇOVEYEK PÊŞKEŞ KIRIYE’ 
 
Roşanî, bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Nêzikatiya mudaxileker a hikûmeta Tirk a di vî şerî de xwedî girîngiyeke stratejîk û taktîk e. Peyama sedsalê ya aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  weke hîmeke girîng ê pêvajoya aştiyê, di mijara kêmkirina rageşiyên siyasî û civakî yên li herêmê de xwedî potansiyeleke mezin e. Ocalan, bi destnîşankirina girîngiya bidawîkirina tundiyê, rêzgirtina li hemberî mafên mirovan û mafê tayînkirina qedera xwe ya gelê Kurd re çarçoveyek pêşkeş kir. Ocalan, ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û îstîqrara herêmê çarçoveyeke diyalog û hevkariyê pêşkeş kiriye.” 
 
'PÊŞNIYARA OCALAN JI BO HER KESÎ BÛYE HÊVÎ’ 
 
Roşanî, da zanîn ku peyama Abdullah Ocalan ji bo aktorên li herêmê çareseriyên aştiyane pêş bixin jî modeleke hêviyê dide pêşkeş dike. Roşanî, axaftina xwe wiha qedand: “Heke hikûmeta Tirk di mijarên siyasî, hiqûqî û civakê de bi Kurdan re muzakereyan bike, têkiliyên erênî pêş bixe û gavan baivêje, ev yek dê xetere û bêîstîqrariya li herêmê bike û ewlehiya navxweyî zêde bike. Di heman demê de, bi vê pêvajoyê re dê mudaxileya derve ya li dijî hundirê Tirkiyeyê jî kêm bike û dê ji bo zemîneke siyasî ya dê li Rojhilata Navîn pergaleke biîstîqrar û piralî ava bike jî bibe alîkar.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 
 
 
 

Sernavên din

27/06/2025
09:03 Bavê ku 2 zarokên wî di bin payerêyê de hatin veşartin: Dê aştî êşa me sivik bike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:54 Li Şirnexê 5 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
14:10 Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
13:10 ‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
13:05 MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
12:58 Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
12:49 Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
12:21 Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
11:10 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû
10:45 DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
10:43 Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
10:32 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
10:25 Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
09:59 Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
09:43 Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin
09:29 Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:21 Ji bo bîranîna Onder turnuva û konser hat lidarxistin
09:06 AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:05 Wêneyên talana Keşîşxaneya Mar Şalîtayê
09:03 Li berpalên Çiyayê Gilîdaxê dema gîhadirûnê
09:00 ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:52 Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
25/06/2025
16:43 Biryara bihincet a Doza Kobanê piştî salekê hate aşkerakirin
16:27 Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin
16:00 Rapora OHD’ê ya girtîgehên Marmarayê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
15:28 Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin
15:17 Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
09:57 Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
09:17 Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
09:01 Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
24/06/2025
16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin