Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin

  • rojane
  • 09:07 27 Kanûn 2024
  • |

ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê çûbûn ser sînor, bal kişandin ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: “Divê em dîsa bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin.” 

Di Îlona sala 2014’an de DAIŞ'ê bi sedan gundên Kobanê dagir kir. Di 13’ê Îlonê de jî êrişî navenda bajêr kirin. Êrişên li dijî Kobanê, li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê rê li ber bertekeke mezin a gelê Kurd vekir. Bi taybet jî piştî gotina serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan a “Kobanê jî ket, dikeve”, bi milyonan kes herikîn qadan û ser sînorê Pirsûs a Rihayê ku li hemberî Kobanê ye. Li vir dayikan nobet digirtin û ciwanan jî têlên sînor derbas dikirin û berê xwe didan Kobanê. Dayikan, tevî êriş, zextan û zehmetiyan jî dev ji berxwedana xwe bernedan û heta rizgarkirina bajar jî li ser sînor man. 
 
Piştî ku rejîma Baasê ya Sûriyeyê di 8'ê Kanûnê de hate hilweşandin, Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) hikûmeta demkî ava kir. Bi awayekî hemwext jî dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê dest bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di heman demê de amadekariyan dikin ku careke din êrişî Kobanê bikin. 
 
Dayikên ku di sala 2014'an de bi banga seferberiyê berê xwe dan sînorê Pirsûs-Kobanê û şahidiya rizgariya Kobanê kirin, têkildarî êrişan axivîn. 
 
'DAYIK BÛN MERTAL'
 
Ji dayikan Hanim Babat (68) a ku li gel bangawaziyê berê xwe da sînorê Kobanê, diyar kir ku ew dayik ji berxwedanê re her tim amade ne û xwedîderketina li Rojava erka her kurdekî ye. Hanim Babat, wiha domand: “Wê demê bi bangawaziya xwedî li Kobanê derketin me jî weke dayikên Botanê berê xwe da sînorê Kobanê û em herikîn wê derê. Me dayikan li wir nobet girt. Me dayikan li wê derê xwarin ji hevalên ku hatine re çêdikir, cenaze dihatin me ew cenaze pêşwazî dikirin û bi girseyî dibirin nexweşxaneyê. Me gelek cenaze birin Pirsûsê defin kirin. Ez bi xwe 6 rojan li sînor mam. Em vegeriyan lêbelê 2 roj neketin em dîsa vegeriyan ser sînor. Dema ku me li wir dest bi nobetê kir agir berdidan konên me, her roj êrişî me dikirin. Ciwanan têl diqetandin û derbasî Kobanê dibûn. Gelek ciwan çûn tev li bûn. Gelek êriş hebûn. Li aliyekî DAIŞ û aliyek jî leşkerên tirk êrişî me dikir. Lêbelê dayik li tevî van astengiyan jî xwedî li Kobanê derketin. Dayik bûne mertal. Em dîsa bi ruhê sala 2014'an xwedî li Rojava, li Kobanê derbikevin." 
 
'EM Ê DÎSA BI TILILIYÊN XWE MIZGINIYA SERKEFTINÊ BIDIN'
 
Hanim Babat, bang li her çar perçeyên Kurdistanê kir ku ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd divê ku tifaqiya xwe ava bikin û wiha domand: “Em dîsa li ser pêya ne û çi bikeve ser milê me em ê bikin. Bangawaziya me ji çar parçeyên Kurdistanê re heye; bila destê xwe bidin hev bila bibin yek. Heta ku em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Çawa ku di wê salê de em xwedî li zarokên xwe û Kobanê derketin em ê dîsa xwedî li Rojava derkevin. Heta ku em sax bin em ê piştgiriya Rojava bikin. Bi şev xew nakeve çavê me, şer giran e zarokên gelê me di nava vî şerî de ne, xewa me û sebra me nayê. Îro roj roja hebûn û nebûnê ye, divê em xwedî li hebûna xwe derbikevin. Niha jî nobet destpêkirine û em dîsa diçin û bila gelê me jî bê. Serkeftin ya me ye, serkeftin ya gelan e. Me wê demê bi tililiyên xwe piştgirî dida şoreşa Rojava. Tililiyên me nasekinin em ê dîsa bi van tililiyan mizginiya serkeftinê binîn. Heke ku em dest bidin hev serkeftin ê ya me be.” 
 
'HEBÛN Û NEBÛNA ME DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DIYAR DIBE'
 
Dayika Aştiyê Emîne Alkiş (68), jî bi lêv kir ku wan di sala 2014'an de şahidiya demên dîrokî kirin û got ku ev pêvajo jî dê rojên dîrokî binivîse û ev tişt anî ziman: “Di sala 2014'an de gel rabû ser piyan û seferberî dest pê kir. Jin, ciwan û kal bi hevre rabûn ser piyan û piştevaniya gelê Kobanê kirin. Ez 7 rojan li sînor mam. Me dayikan ji aliyekî ve xwarin çêdikir û aliyekî de jî çalakî dikir. Tişta ku diket ser milê me, me dikir. Me bang li gelê xwe dikir ku bên xwedî li Rojava derbikevin. Heke ku îro jî em bi heman ruhî nerabin ser piyan û em destê hevdu negirin, em ê sedsalên din paşve biçin. Îro dem dema azadiyê ye. Dem ew deme ku dayik û ciwan rabin ser piyan. Îro firsend ketiyê destê me. Bi destûra xwedê serkeftin a me ye. HSD ne bêxwedî ye, Kobanê ne bêxwedî ye. Em dayik amade ne. Bangawaziya min ji gel re jî ev e; rabin ser piyan. Em ê dîsa li sînoran bin û li ber xwe bidin. Di wê demê de 7 salî heta 70'ê salî gel herikî ser sînor. Bila dayik bizane ku hebûn û nebûna me di vê pêvajoyê de diyar bibe. Dem dema yekitiya me ye. Li çar parçeyan rabin ser piyan. “ 
 
'DESTÊ XWE BIDIN YEK'
 
Ji Dayikên Aştiyê Rihan Arsu (70) jî bal kişand ser çalakiyên nobedê yên li ser sînorê Qamişlo û Kobanê û ev bang kir: “Ez 8 rojan li ser sînor mam. Em ji bo aştiyê, ji bo wekheviyê çêbûn. Dîsa di vê pêvajoyê de tişta ku dikeve ser milê me em dayik dê bikin. Em dayikên Botanê bang li hemû dayikên Kurdistanê dikin; destê xwe bidin yek. Bila ev şer di nava me de xelas bibe. Heta ku em nebin yek em biser nakevin. Di vê pêvajoyê de tişta ku ji me dayikan tê em ê bikin. Xwedê tifaqê û aramiyê bide gelê Kurd. Em dayik dîsa amade ne ku berpirsyariya vê pêvajoyê hildin ser milê xwe. Bila herkes bi vê hesasiyetê tevbigere û bibe tifaq. Heke ku tifaqiya me çêbû helbet wê serkeftin jî çêbibe."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

02/01/2025
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin