NAVENDA NÛÇEYAN-  Balafira ji paytexta Tahranê ya Îranê rabû û 66 rêwî tê de bûn, ket. 
	Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîm, balafira rêwiyan a Fîrmaya Aseman Aîr a serê sibê saet 08.00 ji Tahranê rabû û diçû Yasuçê ji radarê winda bû. Hat diyar kirin ku balafira 66 rêwî tê de bûn nêzî navçeya Semîron a eyaleta Isfahan ketiye xarê. 
	Dîrektorê Komîsyona  Polîtîkayên Derve û Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alaeddîn Boroujerdin ji ajansê re axivî û wiha got: "6 jê personel 66 kes di balafirê de hebûn."  Dîrektorê Xizmeta Lezgîn Pîr Hesyîn Kulîvand jî, diyar kir ku wan dest bi xebatên lêgerîn û xelas kirinê, kirine.




