WAN - Li bazarên taxê yên Wanê ji ber krîza aborî danûstandin pir kêm çêdibe. Esnafan, bi gotina “Di lênûsa deynan de rûpelên vala neman” bertek nîşan dan.
Yek ji cihên herî zêde krîza aborî lê tê hîskirin, bazarên taxan e. Li bazara taxê ya li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bihayê her tiştekî gelek zêde ye lewma kirîn pir kêm e. Ne welatî ne jî esnaf ji rewşê memnûn nînin.
'DI LÊNÛSA DEYNAN DE RÛPELÊN VALA NEMAN’
Esnafekî ku li bazarê cil û bergan difiroşe, lênûsa deynan nîşan da û got: “Aborî her ku diçe bêhtir têk diçe. Êdî xelk nikare gorekê jî bikire. Piraniya kesên danûstandinê dikin deyn dikirin. Em jî bi deyn ji tomerîfiroşan digirin. Anku êdî esnaf jî bi deynan çerxa xwe digerînin. Di berîka tu kesekî de pere tune ye. Gel jî kengî pere bê destî wê demê deynê xwe dide. Lê gelek caran ew roj qet nayê Di lênûska deynan de tu rûpelên vala neman.”
BAL KIŞAND SER MECLISÊ
Îlhan Aşkan ku li bazarê donervaniyê dike jî got: “Di salên berê de karê me pir baş bû û me baş difirot. Niha her tiştek du qet bihatir bûye. Pere nîne, her tişt biha ye. Kîloya goştî em derdora 130-140 TL’an dikirin. Em durumekê jî bi 60 TL’an difiroşin. Matîkekê em bi 60 TL’an difiroşin. Lê ji ber biha ye gel naxwe. Sotemenî her ku diçe biha dibe û mesref zêde dibin. Roj bi roj krîza girantir dibe. Tiştên em îro dikirin sibe nikarin bi heman fiyetî bikirin.”
Esnafê bi navê Mecît Turgut jî ji ber nikare tiştekî bifiroşe bibertek bû. Turgut, got: “Li bazarê ji bilî esnafan kesek nemaye. Bi şev heta saet 21.00’ê em li vir in lê yewmiyeya me jî dernakeve. Roja em nexebitin, nikarin mazotê tije bikin. 15 sal in li bazarê dixebitim, min tu caran nedîtibû ku şertên jiyanê ewqas giran bibin. Ev krîz tenê li Meclisê bi alîkariya rayedaran dikare were çareserkirin.”
DANÛSTANDINA LI BAZARÊ KÊM E
Kurdret Abî ku ji bazarê destvala vegeriya jî got: “Her tişt gelek biha ye û min nekarî tiştekî bikirim. Di salên berê de em bi rehetî diçûn bazarê û bi 500 TL’an me her tişt dikirî. Lê îsal em bi zehmetî kîloyeke bacan û xiyaran dikirin. Divê ev rewş serûber bibe, çi tişt bibe bi feqîran dibe. Zengîn her zengîn û feqîr jî her feqîr dimîne.”
Zebeşfiroş Umît Acar jî bertek nîşanî bihabûna her tiştekî da û got: “Tirkiye roj bi roj ber nebaşiyê ve diçe. Sedema wê jî bêdengî û bêbertekî ye. Her kes li pereyê distîne dinêre, kesek bi feqîran re eleqedar nîne. Di havînê de 2 hezar û 100 TL fatureya gaza xwezayî hat. Ma me çi bi kar aniye ku ev fatûreye hatiye? Bi vî awayî pereyê li kêmiyê dide derdixînin.”
Meryem Gur jî got ku bi 200 TL’an hatiye bazarê û ev tişt anî ziman: “Ev pereye tenê bi têrî kîloyek bacan û xiyaran kir. Gelek kesên tên bazarê fêkî û zebzeyên rizî dibin. Tevî hevjînê xwe dijîm û debareke me tune ye. Ji neçarî wiha dijîn. Divê ev pêvajoya aştiyê zûtir biencam bibe û şer xelas bibe. Wê demê dê zem jî bikevin.”