Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin 2025-12-19 09:55:52 ŞIRNEX - Derket holê ku kesê bi navê S.O. ku li dibistaneke amadehî ya Cizîrê mamostetiyê dike, gelek xwendekar tacîz kiriye.  Derket holê ku kesê bi navê S.O. ku li dibistaneke amadehî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê mamostetiyê dike, gelek xwendekar tacîz kiriye.   Hat zanîn ku bûyer, piştî zarokên mexdûr di 18’ê Kanûnê de çûn emniyetê û giliyê S.O. kirin derket holê. Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê, îfadeyên zarokan bi giliyê “Îstîsmara zayendî û tacîza zayendî” girt.    Me xwe gihand girteka îfadeyan. Di girtekan de tê dîtin ku heta niha 7 xwendekaran îfade dane û ji ber tacîz û îstîsmara zayendî giliyê S.O.’yî kirin. Hat zanîn ku dibe hejmara xwendekarên mexdûr zêdetir bibe.    Xwendekarekî li emniyetê îfade da, qeyda deng a ji axaftina di navbera wê û S.O. de derbas dibe aşkera kir. S.O., di axaftina xwe de li xwe mikûr tê ku kesên cuda jî îstîsmar kiriye. Nehat zanîn ka piştî îfadeyan S.O. hatiye binçavkirin an jî der heqê wî de kirariyek hatiye desptêkirin an na.    MA / Emrullah Acar