Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn 2025-08-20 20:19:12   ÊLIH - Ji bo Nûreddîn Sofî, Abdulbakî Babûr û Metîn Arslan ên ku jiyana xwe ji dest dan li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Êlihê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.   Ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Metîn Arslan (Koçero Urfa), pêşengê "Şoreşa Rojavayê" Nûreddîn Sofî û endamê HPG'ê Abdulbakî Babur (Bahtiyar Gabar) ên jiyana xwe ji dest dan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) ve hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.   Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mahsum Yilgin helbestek xwend. Endama MEBYA-DER'ê Mehdiye Kaptanê jî got: "Ez hemû zarokên me yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Sersaxiyê ji hemû gelê kurd, bi taybetî ji Rêber Abdullah Ocalan re dixwazim."   Bîranîn piştî nîşandana sînezvîyonê bi çepikam û berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.